Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ça Terka Emirê Dirûtî Bidim?

Ça Terka Emirê Dirûtî Bidim?

 Carna xizmetkarên Xwedê dikevine şikê, ku hêja ye wede û qewata xwe xerc kin, seva ku li gora normên Xwedê bijîn (Zebûr 73:2, 3). Ewana hela hê dikarin tiştên usa jî bikin, çi ku miqabilî qanûnên Yehowa ne, û derewa jî bikin, seva kirên xweye xirab veşêrin.

 Ev gotar hatiye hazirkirinê bona wan meriya, yên ku bi emirê durûtî dijîn, lê dixwazin terka vê yekê bidin.

Ser vê rûpêlê

 Çi ye emirê durûtî?

 Tu bi emirê durûtî dijîyî, hergê tevî merivên ku gura Xwedê nakin wan tişta dikî, çi ku zanî nerast e; lê tevî xûşk-bira, xwe usa didî kifşê, ku yançi dixwazî bi aminî Yehowara xizmet kî. Usa tu ça bêjî bi du cûre jîyîna dijîyî û her car rola xwe diguhêzî.

 “Çaxê tu bi emirekî durûtî dijîyî, tu ji hemûşka tiştekî vedişêrî, û tu kes nizane, ku bi rastî tu yekî çawa nî. Dêmek çaxê tu bi emirekî durûtî dijîyî, tu hindava hemûya nehelal î” (Êrîn).

 We zanibû? Gava hûn tenê ne û wan tişta dikin, çi ku Yehowa qebûl nake, ev jî tê hesabê emirê durûtî.

 “Çaxê ez 14 salî bûm, min destpêkir întêrnêtêda şikil û vîdêoyên necayîz binihêrim. Ber meriva min xwe usa dida kifşê, ku yançi ev tişt ber çevê min reş in, lê min dilê xweda zanibû, wekî usa nîne” (Nolan).

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Metta 6:24).

 Hergê ez bi emirekî durûtî dijîm, gelo ev tê hesabê ku ez yekî xirab im?

 Dikarin bêjin na. Hemikî hine meriva safî kirine wekî li gora normên Kitêba Pîroz nejîn. Derheqa te jî dikarin usa bêjin? Yan diqewime meniya te tiştekî din e, mesele:

  •   Tu ditirsî ji hevalên xwe cude bî.

  •   Bi texmîna te, tu gelek aliyada mîna hevalên xwe yî, ne ku mîna xûşk-birên civatê.

  •   Tu difikirî wekî ji qewata te der e hemû temiyên Xwedê bînî sêrî.

 “Ez difikirim wekî hine cahilên ku bi emirekî durûtî dijîn, wan xweş tê nava wan merivada bin, yên ku Yehowara xizmet nakin, çimkî ewana dixwazin meriv wana qebûl kin. Û bona wan yek e ev meriv çi cûreyî ne” (Dêvîd).

 Hemikî ji wan meniya qe yek jî wan meriva rast dernaxe, kîjan ku bi emirê durûtî dijîn. Lê bi alîkariya wan meniya zelal dibe, ku çima hela hê merivên baş jî dikevine vê telikê. Tu çi dikarî bikî, hergê tu jî ketî dereca usa?

 Ez çawa dikarim terka emirê durûtî bidim?

  1.  1. Bifikire derheqa cûrê jîyîna xwe. Pirsê bide xwe: “Ez bi rastî dixwazim merivekî usa bim? Hergê ez usa berdewam kim, halê min wê çawa be?”

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Yê aqil xirabîyê . . .  dibîne . . . , lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê” dikevin (Metelok 27:12).

  2.  2. Helal be. Derheqa halê xwe tevî dê-bavê xwe yan hevalekî xweyî cêribandî xeber de, kîjan ku prînsîpên Yehowa qîmet dikin. Diqewime ewana wê şa bin, wekî te alîkarî ji wan xwest. Û him jî ewana wê tera firnaq bin, gava bivînin wekî tu dixwazî tiştên rast bikî!

    Hergê tu bikevî çela kûr ya emirê durûtî, alîkariyê bixwaze

     “Min safî kir her tiştî gilî kim û ev yek emirê minda tiştekî lapî çetin bû. Lê çaxê min ev gav avît, tê bêjî barekî giran ser min hate hildanê” (Nolan).

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur tê û dihêle, wê remê bibîne” (Metelok 28:13).

  3.  3. Axiriya kirên xwe qebûl ke. Bîr neke, ku hergê te tiştek ji dê-bavê xwe yan ji civatê veşartiye, te îtbarî hindava xweda unda kiriye. Axiriyêda dê-bavên te yan rûspiyên civatê dibeke hine tiştada tera sînora daynin. Axiriya kirên xwe qebûl ke û xwera safî ke, ku “her tiştî rast” û bi helalî bikî (Îbranî 13:18).

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Guh bide şîretê û hînkirinê qebûl ke, wekî axiriyêda tu bibî bîlan” (Metelok 19:20, DT).

  4.  4. Baweriya xwe hindava hezkirina Xwedêda qewî ke. Yehowa te hez dike, lema jî ew haş her gaveke te heye. Çaxê tu bi emirê durûtî dijîyî, ew vê yekê divîne û ber xwe dikeve. Lê çimkî ew bona te “xem dike”, hazir e alî te bike, wekî tu riya xwe rast kî (1 Petrûs 5:7).

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji ber ku çevên Xudan, bona ku di oxra yên ku dilên wan bi wîra yek in wê xwurtbûna xwe nîşan bide, li hemûya rûyê erdêva fir dibe” (2 Dîrok 16:9).