Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Min Qeydekî Malbetê Teribandiye?

Çi Bikim Hergê Min Qeydekî Malbetê Teribandiye?

Hemû malbetada qeyde hene, mesele çi çax gerekê bêne mal, çiqas wedê xwe ser hacetên elektronîk xerc kin û ça xwe hindava merivada bigirin.

Lê hergê te qeydekî malbetê teribandiye? Çi ku qewimî, tu îda nikarî biguhêzî, lê bixebite ku derecê hê xirab nekî. Ev gotar vê derecêda wê alî te bike.

 Gerekê çi nekî

  • Hergê dê-bavê te haş pê tune ne, wekî te qeydekî malbetê teribandiye, dibeke tu bixwazî evê yekê ji wan veşêrî.

  • Lê hergê dê-bavê te pêhesiyane, wekî te qeydekî malbetê teribandiye, hingê tê rastî cêribandinê bêyî, ku xwe heq derxî, yan jî kesekî din vê yekêda neheq kî.

Ev her du mêtod kêrhatî nînin. Çima? Çimkî çaxê tu tişta vedişêrî yan jî xwe heq derdixî, ev nîşana vê yekê ye, ku tu hê nikarî cabdariyê hildî ser xwe. Û ev yek wê dê-bavê tera jî bide kifşê, wekî tu hê zar î.

“Derewa bikî, tu car safîkirineke baş nîne. Wede şûnda rastî wê eyan be û cezakirin diha sert be. Lê hergê tu serê-sêrîda rastiyê bêjî, cezakirin wê usa sert nîbe” (Dîana).

 Şîreta diha baş

  • Şaşiyên xwe bîne ser xwe. Kitêba Pîroz dibêje: “Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne” (Metelok 28:13). Dê-bavê te zanin, wekî carna tuyê şaşiya bikî, çimkî ev yek tebiyetî ye. Ewana tenê dixwazin, wekî tu rastiyê bêjî.

    “Dê-bavê te wê hindava teda diha rem bin, hergê tu wanara rast bêjî. Usa ewana wê hê îtbariya xwe te bînin” (Olîviya).

  • Baxşandinê hîvî ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Şkestî bin” (1 Petrûs 5:5). Bi rastî jî lazim e milûk û şkestî bî, seva ku xwe heq dernexî û bêjî: “Bibaxşînine min”.

    “Merivên ku her car xwe rast derdixin, îsafa xwe xirab dikin. Axiriyêda hergê ewana tiştekî xirab jî bikin, îsafa wan wê îda wana neçerçirîne” (Hêtêr).

  •   Axiriya kirên xwe qebûl ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Guh bidine şîreta” (Metelok 8:33). Dewsa ku bikî kute-kut, wê baş be cezakirina ji dê-bava qebûl kî.

    “Bi kute-kutê tu derecê diha xirab dikî. Qewatê bide xebatê, ku cezakirinê qebûl kî û zef dîna xwe nede wê yekê, ku çi sînor tera danîne” (Cêyson).

  • Bixebite, ku dê-bavê te dîsa îtbariya xwe te bînin. Kitêba Pîroz dibêje: “De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin” (Efesî 4:22). Xwe maqûl bigire, tiştên bi aqilayî bike, wekî dê-bavê te bivînin ku tu merivekî cabdar î û îtbariya xwe te bînin.

    “Hergê tu ser xwe dixebitî, ku safîkirinên bîlanî bikî û dîsa şaşiya bernedî, axiriyêda dê-bavê te wê teda dudilî nebin” (Karînê).

ŞÎRET: Seva ku îtbariya dê-bavê xwe qazanc kî, lazim e hê zêde bikî ne ku çiqas ewana ji te dewa dikin. Mesele careke mayîn, çaxê cîkîda diçî, hergê tu derengî nakevî jî, gava vedigerî, rêva dê-bavê xwera têlê xe û bêje, wekî tu îda têyî mal. Bi wê yekê ewana wê fem bikin, wekî tu dîsa dixwazî îtbariya wan qazanc kî.