Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çima Lazim e Alî Merivên Din Bikim?

Çima Lazim e Alî Merivên Din Bikim?

 Du menî, kîjan ku gelek meriv nizanin

 Menî #1: Çaxê alîkariyê didî, bawer be tuyê jî alîkariyê bistînî!

 Meriv merdaniya te bivînin û wê hindava teda merdaniyê bidine kifşê. Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê usa tê gotinê:

  •  “Bidin, wera wê bê dayînê. . . . Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî wera wê bê pîvanê” (Lûqa 6:38).

  •  “Tu hindava merivada ça bî, hindava teda jî wê usa bin (Lûqa 6:38, Welgerandina Modêrn ya Înglîzî).

 Menî #2: Çaxê alîkariyê didî, berî ewlin tu alî xwe dikî!

 Gava tu bona meriva tiştekî baş dikî, tu destpêdikî diha qedirê xwe bigirî û ji dayînê lezetê distînî. Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê usa tê gotinê:

  •  “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

  •  “Lê gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yên dikulin û kora ke. Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qenciya te li te vegerînin” (Lûqa 14:13, 14).

 Cahilên ku bona meriva xem dikin

 Cahilên ku bona meriva xem dikin, hemû dera hene! Werên em derheqa çend mesela xeber din.

 “Çaxê carna ez dixwazim rûnêm û têlêvîziyonê binihêrim, ez bona dê-bavê xwe difikirim, ku wê çiqas vestiyayî bin gava ji xebatê bên. Hingê ez radibim diçim firaqa dişom, pê mekîneya tozhildanê tozê hildidim û malê didime hev. Ez usa jî qaweyê hazir dikim bona dê-bavê xwe, çimkî ewana gelek hiz dikin. Çaxê diya min dikeve malê, ew dibêje: Mal ça temiz e! Û bîneke ça xweş tê. Zef razî me qîza mine şîrin!” Ez hertim gelek şa dibim, çaxê bona dê-bavê xwe tiştekî dikim”.—Kêysî.

 “Dê-bavê min hergav piştgiriya min dikin û xem dikin, wekî hemû tiştên min hebin, çida ku ez hewce me. Lema jî çaxê par problêma wane erebêva girêdayî hebû, min xercê çêkirina erebê hilda ser xwe. Rast e ev êpêce pere bû ji perên mine topkirî û wana nedixwest hildin, lê min zorê da wan. Dê-bavê min hêjayî hê zêde tişt in. Ez gelek dilşa bûm, ku min karibû tiştekîda alî wan bikim”.—Holî.

 We zanibû? Gelek cahilara, yên ku Şedên Yehowa ne, xweş tê ku ewana dikarin alî meriya bikin û Kitêba Pîroz wana hîn kin. Hinek jî derbazî welatên din bûne, kîderê hewcetiya mizgînvana heye.

 “Ez ji Dewletên Yekbûyî derbazî Meksîkayê bûm, seva ku alî meriya bikim, ku Kitêba Pîroz hîn bin. Carna bona min çetin e merd bim, çimkî pere û tiştên min hindik in, lema jî nikarim pêşkêşî kesekî bikim. Lê min dît, wekî gava ez xizmet dikim, dêmek wede û qewata xwe bona meriva xerc dikim, ev yek diha tê qîmetkirinê, ne ku tiştên matêriyalî”.—Êvan.

 Ez çida dikarim alî meriva bikim?

 Tu dixwazî texmîn kî ewê şabûnê ku ji dayînê tê? Jêrê çend mesele hatine dayînê.

 Tu ça dikarî alî malbeta xwe bikî:

  •  Bi mekînaya tozhildanê tozê hilde, firaqa bişo, malê bide hev, hîviyê nîbe heta tera bêjin

  •  Xwarinê hazir ke

  •  Dê-bavê xwera nemeke biçûk binivîse derheqa wê yekê, ku tu çiqas wana qîmet dikî

  •  Alî xûşk yan birê xwe bike, wekî dersên xwe bikin

 Tu ça dikarî alî merivên din bikî:

  •  Nemeke biçûk binivîsî wî kesîra, kîjan ku nexweş e

  •  Şixulê malêda alî cînarê xweyî emirda mezin bike

  •  Serîkî kesekî xe, yê ku nikare ji mal derê

  •  Pêşkêşekê bide merivekî, yê ku çetinayêda ne

 Şîret: Bifikire hela dîsa çida tu dikarî alî meriva bikî. Paşê nêtê dayne pêşiya xwe, seva ku vê heftiyê hema alî merivekî bikî. Dibe ku tu ecêbmayî bimînî, ku ev yek wê şabûneke çiqas mezin tera bîne!

 “Çaxê alî meriya dikî, diha bextewar dibî. Tu bi rastî xwe usa texmîn dikî, ku gihîştî tiştekî û divînî ku meriv ça vê yekê qîmet dikin. Alîkariyê bidî meriva, şabûneke usa dikare tera bîne, çi ku dibeke tu hîviyê nîbûyî. Dibeke hela hê jî tu texmîn nakî, wekî te tiştek qurban kiriye, çimkî dewsê te gelek tişt qazanç kirine”.—Alana.