Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çima Ferz e Xewa Xwe Bistînim?

Çima Ferz e Xewa Xwe Bistînim?

Dersa matêmatîkayê tera çetin e? Dibe ku tu gerekê hê rind hîn bî. Sportêda jî hergê tu sist î, gerekê hê zêde pêva mijûl bî. Diqewime sebeba wan hemû çetinayên te wê yekêda ne, ku tu xewa xwe nastînî. Werê em pêbihesin çima ev usa ferz e.

 Çima gerekê xewa xwe bistînin?

Doxdir dibêjin, wekî cahil gerekê her roj weke 8-10 siheta razên. Lê çima xew usa ferz e?

  • Xew alîkariyê dide, ku hiş rind bixebite. Dibêjin, wekî xew “hiş têr dike”. Xewa baş alîkariyê dide ku mektebêda rind hîn bî, sportêda serfiraz bî, usa jî rind cûre-cûre şixula bikî.

  • Xew beşera meriya xweş dike. Çaxê meriv xewa xwe nastîne, ji bo vê yekê ew medekirî, bêxeyset û bînteng dibe. Ev yek usa jî xirab hukum dibe ser heleqetiya wî tevî meriva.

  • Xew alî ajovana dike fesal bin. Li gora lêkolîna Welatên Yekbûyî, ajovanên 16-24 salî himberî ajovanên 40-59 salî “weke du cara zêdetir diketine qeziyê, çimkî xewa xwe nedistandin”.

  • Xew sihet-qewata me baş dike. Xew alîkariyê dide bedena me, ku şane û tamarên xûnê bêne xweykirinê û tezekirinê. Xewa baş meriya ji xurtbûnê, nexweşiya şekir û însûltê xwey dike.

Çawa têlêfonra ênêrjiya lazim e ku rind bixebite, tera jî xew lazim e ku qewata te cî be û tu xwe baş texmîn kî

 Çi riya te digire ku wededa razêyî?

Rast e xew gelek kêrhatî ye, lê dîsa jî gelek cahil xewa xwe nastînin. Mesele, Êlêyna ya ku 16 salî ye, dibêje:

“Dersdara me pirs da şagirta, wekî ewana siheta çenda radizên. Heçî zef ji wan gotin, ku şev siheta 2 radizên, hineka gotin wekî hela hê berbangê siheta 5 jî radizên. Tenê şagirtekî got, wekî êvarê 21:30 radizê”.

Çi riya te digire ku xewa xwe bistînî?

Xeberdana tevî hevala. “Hêsa ye heta dereng rûnêyî û badîheva wedê xwe xerc kî, îlahî çaxê tevî hevala yî” (Pamêla).

Gelek şixul. “Ez hiz dikim razêm, lê ji bo grafîka xweye çetin, xwera wede navînim ku razêm” (Anna).

Hacetên elektronîk. “Ji bo têla xweye mobîl ez nikarim xewa xwe bistînim. Gava ez nav-ciyada me jî, minra qewat lazim e, wekî bikaribim xwe bigirim têlê hilnedim” (Anîsa).

 Çi dikarî bikî, ku xewa xwe bistînî?

  • Nihêrandina xwe ser xewê biguhêze. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi aramiyê tijîbûna lepekî, ji du lepên tijî yên ku bi kedê û ji xebata ku ji bo girtina bayê qenctir e” (Waîz 4:6). Xew ne bona hewasê ye, lê lazim e. Bê xewê tê nikaribî şixulê xwe rind bikî, hela hê tê nikaribî ji wedederbazkirinê lezetê jî bistînî!

  • Têderxe, çi riya te digire ku xewa xwe bistînî. Mesele, tu tevî hevalên xwe gelek car heta dereng rûdinêyî? Yan dersên teyî mektebê û cabdariyên malê gelek in? Yan jî diqewime ji bo têla xweye mobîl tu dereng radizêyî û nîvê şevê jî hişyar dibî.

Bifikire: Diqewime tera lazim be gelek qewatê bidî xebatê, ku xwe kontrol kî, seva ku wededa razêyî. Lê ev yek hêjayî ye! Metelok 21:5-da tê gotinê: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne”.

Hemikî çi ku karê dide merivekî, bona merivekî din dibeke kar nîbe. Mesele, kesek şev diha rind radizê, hergê nîvro hevekî razê. Lê merivên dinra ji bo vê yekê dikare çetin be êvarê razê. Têderxe, ku bona te wê çi diha baş be. Jêrê çend şîret têne dayînê:

  • Pêşda bona xewê xwe hazir ke. Pêşiya razanê, xwe sist ke û hêsa be. Ev yek wê alî te bike zû xewra herî.

    “Ez ser xwe dixebitim, ku hemû şixulên xwe zû xilaz kim, seva ku pêşiya razanê derheqa vê yekê berxwe nekevim” (Marîa).

  • Derecê bigire destê xwe. Îzinê nede ku derece te kontrol kin. Dewsê grafîka xwe usa çêke, ku bikaribî rind xewa xwe bistînî.

    “Seva ku xwe baş texmîn kim ez gerekê heyşt siheta razêm. Mesele, hergê lazim e sibetirê zû rabim, ez pêşda safî dikim, ku siheta çenda gerekê razêm” (Vînsênt).

  • Xwe li grafîkê bigire. Sihetên teye bîolojî wê hingê rind bixebitin, hergê tu xwexa wana kontrol bikî. Doxdir dibêjin, wekî tu gerekê her roj wedekîda razêyî û hişyar bî. Ser xwe bixebite, ku bikaribî hema mehek jî usa bikî, û tê xwe diha baş texmîn kî.

    “Hergê her roj tu wedekîda razêyî, roja din tu xwe rihet û bi qewat texmîn kî. Û her şixulê xwe tuyê bikaribî diha rind bikî” (Carêd).

  • Sînora dayne ku çiqas wede tevî hevala derbaz kî. Kitêba Pîroz dibêje, wekî em “xwegirtî ... bin”, û dikeve nava vê yekê ew, ku çawa em wedê xwe derbaz dikin (1 Tîmotêyo 3:2, 11).

    “Ez hîn bûm xwegirtinê bidime kifşê û têderxim, ku êvara çiqas wede tevî hevalên xwe xeber dim. Hergê ez sînora daneynim, tiştekî wê ziyan keve, û hemikî ev xew e!” (Rêbêka).

  • Bira haceta teye elektronîk jî “hêsa be”! Wê baş be, ku sihetek pêşiya razanê hemû hacetên xweye elektronîk bidî alîkî, nekevî întêrnêtê û hergê hevalên te êvarê tera lêdikin, caba wan nedî. Doxdir dibêjin, wekî ew şewqa ji êkranên têlêfonê, tablêta û têlêvîziyonê, çetin dikin ku meriv hêsa razê.

    “Meriv difikirin, wekî tuyê her roj 24 siheta ber têlêfonê bî. Lê hergê tu bi rastî dixwazî xewa xwe bistînî, gerekê têlêfona xwe bidî alîkî” (Yûlîsa).