Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çima Ez Her Tim Tiştên Nelazim Dibêjim?

Çima Ez Her Tim Tiştên Nelazim Dibêjim?

“Cara ez miqatî xeberdana xwe me, lê cara jî zimanê xwe kontrol nakim û bê hemdê xwe xeber didim!” (Cêyms).

Çaxê ez strêsêda me ez qal-bal xeber didim, û cara çaxê ez xwe rihet jî texmîn dikim hingê jî ez dikarim tiştên zêde xeber dim. Heyneser halê min xirab e! (Mêrî).

Kitêba Pîroz dibêje: “Ziman jî agirek e”, û “pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne!” (Aqûb 3:5, 6). Dibe ku tu jî gelek car bona xeberdana xwe poşman dibî? Hergê erê, ev gotar hema bona te ye.

 Çira ez tiştên nelazim xeber didim?

Qisûrtiya me. Kitêba Pîroz dibêje: “Em hemû jî gelekî şaşiya dikin. Heger yek xeberdanêda tu şaşiyê nake, ew yekî kamil e” (Aqûb 3:2). Em merivne gunekar in, lema jî em ne tenê wedê rêvaçûyînê dikarin bişimitin, lê usa jî wedê xeberdanê.

“Mejû û zimanê min neqedandî ne, lema jî wê neaqilayî be hergê bêjim ku ez dikarim bi temamî xeberdana xwe kontrol kim” (Anna).

Zefxeberdan. Kitêba Pîroz dibêje: “Zefxeberdanêda gune hene” (Metelok 10:19). Merivê ku gelek xeber dide û guh nade yên din, dikare pê xeberdana xwe dilê kesekî bêşîne.

“Merivê lape aqil ew nîne yê ku gelekî xeber dide. Mesele, Îsa jî, merivê lape aqil ser erdê, cara xwe ker dikir û xeber nedida” (Cûlya).

Xeberên tûj. Kitêba Pîroz dibêje: “Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin” (Metelok 12:18). Xebera mîna şûr, dêmek ya bê hemdê xwe, ev heye xeberdana tûj û ten-niç, ku bi vê nêtê têne gotinê, wekî kesekî nimiz kin. Kî ku xeberên usa dide xebatê cara dibêjin: “Ez heneka dikim!” Lê bi rastî vê yekêda tiştekî ken tune çaxê kesekî nimiz dikin. Xebera Xwedêda tê gotinê, “bira ... kifirî-zifirî ji we dûr bin” (Efesî 4:31).

“Ez hiz dikim xeber dim û kenê meriva bînim, lê gelek car ev ça ten-niç dertên, û rûyê zimanê xweda ez şermî dimînim” (Oksana).

Çawa ku dermanê dirana gava diguhêşî îda nikarî paşda bikî hundur, usa jî xeberên gotî îda nikarî paşda vegerînî.

 Ça zimanê xwe zeft kim?

Hêsa nîne timê zimanê xwe kontrol kin, lê prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin vê yekêda alîkariyê bidin. Vira çend prînsîp hatine dayînê:

“Cî-nivînada bifikirin û deng nekin” (Zebûr 4:4).

Carna hê baş e xwe ker kin. Laûra usa dibêje: “Çaxê ez hêrs im, ez dikarim bê hemdê xwe xeber dim, lê çaxê hêrsa min datîne, ez şa dibin wekî min xwe kontrol kir û her tişt çi ku difikirîm, negot”. Cara ev çend senî jî ku tu disekinî wekî bîna xwe bikşînî, alî te dikin ku tiştên zêde xeber nedî.

“Ger çawa polke tişt ku dixwe tem bike, ma guh jî tiştê bihistiye, usa naceribîne?” (Îbo 12:11).

Bona ku paşê seva xeberdana xwe poşman nebî, pêşiya ku tiştekî bêjî, xwe bipirse:

  • Ev tiştekî rast e? Ev tiştekî qenc e? Eseyî ye evê yekê bêjim? (Romayî 14:19).

  • Minê xwe ça texmîn kira hergê ev yek minra bigotana? (Metta 7:12).

  • Gelo bi vê yekê ezê qedir hindava xeberdana kesên din bidime kifşê? (Romayî 12:10).

  • Gelo lazim e niha derheqa vê yekê xeber dim? (Waîz 3:7).

“Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwer′a bigire” (Fîlîpî 2:3).

Hergê tu van şîreta bidî xebatê, tuyê hîn bî qedirê meriva bigirî û ev yek wê alî te bike zimanê xwe bikaribî, û pêşiya ku tiştekî bêjî, tuyê bifikirî. Hergê te îda tiştek xeyd gotiye, milûktî wê alî te bike paş nexî û baxşandinê bixwazî! (Metta 5:23, 24). Bira ev yek tera bibe şîret, wekî tu ser xwe bixebitî ku îda şaşiyên usa bernedî.