Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çêrkirin Çira Xirab e?

Çêrkirin Çira Xirab e?

“Ez dor-berê xwe haqas çêra dibihêm, ku ev yek îda min ecêbmayî nake. Îro xeberdana usa bûye tiştekî normal”. (Krîstofêr, 17 salî)

“Berê min gelek car çêra dikr. Hêsa ye hînî vê yekê bin lê, lê diha çetin ev e, ku terka vê yekê bidin”. (Rêbêka, 19 salî)

 Têst

  •   Çaxê merivên dor-ber çêra dikin, ev yek ça ser te hukum dike?

    •  Ez ne jî texmîn dikim vê yekê, bona min ev yek tiştekî normal e.

    •  Ev yek min xweş nayê, lê ez nikarim tiştekî bikim.

    •  Ev yek min eciz dike û ez nikarim hînî vê yekê bim.

  •  tu çêra dikî?

    •  Tu car na

    •  Car-cara

    •  Gelek car

  •   Tu ça difikirî, çêrkirin gelek xirab e?

    •  Usa xirab jî nîne

    •  Gelek xirab e

 Ev yek çira ferz e

 Tu ça difikirî, çêrkirin gelek xirab e? Diqewime tuyê bêjî: “Ev nejî usa xirab e. Dinyayêda problêmên ji vê mezintir jî hene. Him jî der-dorê me hemû meriv çêra dikin!” Ev yek rastî usa ne?

 Dibek tu ecêbmayî bimînî, lê gelek meriv giliyê xirab nadine xebatê, çimkî meniyên wan hene, derheqa kîjanî ku gelek meriv nizanin. Mesele:

  •  Xeberên te didine kifşê, ku tu merivekî çi cûre yî. Bi rastî xeberdana te, gelek tişt derheqa te eyan dike. Û çaxê tu çêra dikî, ev yek nîşan dike ku hestên merivên din hilnadî hesab. Tu bi rastî merivekî usa yî?

     Kitêba Pîroz dibêje: “Lê ew tiştên ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên” (Metta 15:18).

    Bi xeberdana xweye necayîz tu der-dorê xwe awa gotî qirêj dikî. Lema jî ne xwe, ne jî merivên din, “qirêj” neke”

  •  Ji bo çêra meriv dikarin xirab derheqa te bifikirin. Kitêbekêda “Cuss Contro” usa tê gotinê: “Xeberdana meva girêdayî ye, wê kî tevî me hevaltiyê bike, çiqas wê qedirê me bigirin malbetêda ser xebatê, heleqetiya me tevî meriva wê çi cûreyî be, merivên der-dor wê me qebûl kin yan na, û wê me hildin ser xebat yan na”. Vê kitêbêda usa jî tê gotinê: “Pirsê bide xwe: ‘Hergê we terka çêra û giliyê xirab bida, gelo heleqetiya we tevî merivên din wê baş nebûya?’”

     Kitêba Pîrozda tê gotinê: “De bira ... kifirî-zifirî ji we dûr bin” (Efesî 4:31).

  •  Nefikire ku hergê tu çêra dikî, tu yekî mêrxas û qewî yî. Kitêba xweda Alêks Pakêr usa dinivîse: “Merivên ku timê giliyê necayîz û xirab didine xebatê, meriya divestîne”. Ew usa jî dibêje: “Xeberdana necayîz ser hişê meriya hukum dike û ew nikare kûr bifikire. Hergê xeberdana meriya femdarî nîne û hevxistiye, hingê meriv nikare zelal bifikire”. (How Rude!)

     Kitêba Pîroz dibêje: “Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê” (Efesî 4:29).

 Tu çi dikarî bikî?

  •  Nêtê dayne pêşiya xwe. Tu dikarî ser xwe bixebitî, wekî nava mehekêda yan jî hê kêm, giliyê xirab nedî xebatê. Derheqa pêşdaçûyîna xwe xwera binivîse. Seva ku xwe li vê nêtê bigirî, gerekê dîsa tiştekî hildî hesab. Mesele:

  •  Xwe ji wedederbazkirinên usa dûr bigire, kîjan ku hişê te bi giliyê necayîz tije dikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:33). Xebera “hevaltî” ne tenê derheqa meriya tê xebitandinê, lê usa jî derheqa wedederbazkirina, dêmek sînemên ku tu dinihêrî, vîdêo-lîstikên ku dilîzî û miqamên ku dibihêy. Kênêt ku 17 salî ye, usa dibêje: “Çaxê tu kilamekî begem dikî, tu destpêdikî bistirêy evê kilamê û ne jî ser xeberên wê difikirî, çimkî ev kilam dilê te tê”.

  •  Merivekî serwaxt û gihîştî be. Hine meriv xeberên necayîz û çêr didine xebatê, çimkî difikirin ku usa ewana didine kifşê, wekî ewana qewî û gihîştî ne. Lê bi rastî ev yek usa nîne. Merivên gihîştî hîn bûne, ku “qencî û xirabiyê ji hev derxin” (Îbranî 5:14). Ewana normên xwe nateribînin tenê seva vê yekê, ku dîna meriva bikişînin ser xwe.

 Merivên ku çêr û xeberên xirab didine xebatê, ewana ziyanê ne ku tenê didine xwe, lê usa jî merivên der-dorê xwe. Ev dinya usa jî bi tiştên necayîz tije ye! Vê kitêbêda derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, nivîsar e: “Terka xeberdana necayîz bidin. Û ji aliyê xwe her tiştî bikin, seva ku bi vê yekê dereca der-dorê xwe baş kin. Usa hûnê xwe diha baş texmîn kin û merivên der-dorê we jî wê qedirê we bigirin”. (Cuss Control)