Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Hevnaskirin—Para 2: Wedê Hevnaskirinê Ez Çi Gerekê Hildim Hesab?

Hevnaskirin—Para 2: Wedê Hevnaskirinê Ez Çi Gerekê Hildim Hesab?

 Diqewime we kesek begem kiriye û xwestina we pêşda hat, wekî hev rind nas kin, seva ku bivînin hela bona zewacê layîqî hev in yan na. Lê gelo wedê hevnaskirinê çi hûn gerekê hildin hesab?

Vê gotarêda

 Hûn gerekê tevî hev helal bin

 Çiqas hûn wede tevî hev derbaz kin, haqas hûnê hê zêde derheqa hev pêbihesin. Hine tişt derheqa wî yan wê tê wî çaxî pêbihesî, çaxê bivînî ku ew cûre-cûre derecada ça xwe dide kifşê.

 Dîsa jî hene hine tişt, yên ku hûn gerekê tevayî helal şêwir kin. Çaxê hûn van tişta şêwir kin, safîkirina ku hûnê derheqa wî yan wê bikin, gerekê ne ser hîmê hestên we be, lê ser hîmê îzbatiya be.

 Têmên ku hûn tevayî gerekê şêwir kin:

  •   Pere. Gelo deynê we heye? Gelo hûn pera bi bîlanî xerc dikin? Paşî zewacê, gelo hûnê çawa safîkirina bikin derheqa qazanckirin û xerckirina pera?

  •   Sihet-qewat. Sihet-qewata we baş e? Gelo pêşda problêmên weye sihet-qewatêva girêdayî hebûne?

  •   Nêt. Çi nêt hûn dixwazin daynine pêşiya xwe? Gelo nêtên we mîna hev in? Hergê paşî zewacê ji bo hine dereca hûn negihîjine nêtên xwe, gelo hûnê bikaribin şabûna xwe unda nekin?

  •   Malbet. Gelo malbetêda cabdariyên we hene? Hûn ça difikirin, ew cabdariyên ku niha cem we hene, axiriyê jî wê hebin? Hûn dixwazin zarên we hebin? Hergê erê, çiqas?

 Çaxê hûn derheqa van têma xeber din, tevî hev helal bin. Tu tişt veneşêrin û înformasiya derheqa xwe neguhêzin, seva ku ber çevê wî yan wê baş bêne kifşê (Îbranî 13:18).

 Bifikire: Çi hûn gerekê derheqa hev bizanibin? Çawa xeberdana bi helalî wê we hazir ke bona axiriyê, hergê hûn bixwazin bizewicin?

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji we her yek hevalê xwera rast xeber de” (Efesî 4:25).

 “Qîz dikare bifikire, ‘Ez difikirim şeş mehada emê bêne nîşankirinê’, lê xort dikare bifikire ku ewana wê salekêda bêne nîşankirinê. Vê derecêda qîz dikare dilteng be, çimkî difikire ku ewana wê diha zû bêne nîşankirinê. Gelek ferz e, ku herdu jî ser nêtekê bin”—Arîana, salek zewacêda ne.

 Nihêrandina we dikare ji hev cude be

 Du meriv nikarin xût mîna hev bin. Lema jî nefikire, wekî hûnê mîna hev bifikirin û her tiştî mîna hev bikin. Mesele, kûltûra te yan jî tu çi cûreyî hatî mezinkirinê, dikare ser nihêrandina we hukum be.

 Bifikire: Hergê nihêrandina we derheqa têmên ne ferz ji hev cude dibin, gelo hûn hazir in edilayê xwey kin, wî çaxî jî hergê derheqa vê yekê Kitêba Pîroz tu şîret nade?

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be” (Fîlîpî 4:5).

 “Hûn çiqas jî bifikirin ku hûn hev tên, dîsa jî wê hebin tişt çida hûnê cude bin. Hemikî ferz e ku hûn hev bên, lê diha ferz e dîna xwe bidine wan hunura, yên ku wê alî we bikin gava hûnê tiştekîda hevra qayîl nîbin”—Mêtîû, pênc sal zewacêda ne.

 Hevnaskirin dikare strêsê pêşda bîne

 Hevnaskirin gelek wede wê ji we bistîne û diqewime hûn bikevine strêsê jî. Çi dikare alî we bike?

 Bi serwaxtî sînora daynin. Gelek nekevine heyra heleqetiya tevî wî merivî, çimkî ev yek dikare ser cabdariyên te yan jî heleqetiya te tevî hevala hukum be. Alana ya ku îda pênc sal e zewacêda ne, dibêje: “Paşî zewacê jî tê bixwazî wede tevî hevalên xwe derbaz kî û hemikî ewana jî wê hewcê te bin. Ev yek ku tu rastî kesek têyî, nayê hesabê ku tu gerekê xwe dûrî hevalên xwe bigirî”.

 Bîr neke, gava tu bizewicî tu gerekê hemû derecên jîyîna xweda orta zêrîn bivînî. Gelo wê baş nîbe îda wedê hevnaskirinê dîna xwe bidî ser vê yekê?

 Bifikire: Gelo tu ji wî yan wê gelek dewa dikî, ku ev hê zêde wede tevî te derbaz ke? Gelo tu texmîn dikî ku ev gelek tişt ji te dewa dike? Gelo hûn ça dikarin serwaxtî bidine kifşê, wekî wedê hevnaskirinê tu kes ji we dilteng nebe?

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Wextê her tiştî heye . . . dema her kirinê heye” (Waîz 3:1).

 “Hergê merivara bûye xeyset ku wedê hevnaskirinê tenê wede derbaz kin, wî çaxî zewacêda problêm dikarin pêşda bên. Wê baş be şixulên herrojî tevayî bikin, mesele tevayî herine dikanê, şixulê malê bikin û tevayî xizmet kin. Ev yek dikare alî wan bike, wekî zewacêda tevayî hevkariyê bikin”—Danîêl, du sal zewacêda ne.

 Hevnaskirin alî meriva dike, wekî ewana safî kin bizewicin yan na. Para 3-da wê bê şirovekirinê, ku çi wê wera lazim be hildin hesab, çaxê ewê safîkirinê bikin.