Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Hewasa Min Tiştekîra Tune?

Çi Bikim Hergê Hewasa Min Tiştekîra Tune?

Hine meriv gelek medekirî ne, gava derva baranekî qayîm tê û ewana nikarin tu şixul xwera bivînin, ne jî ji mal derkevin. Xortekî bi navê Robêrt dibêje: “Rojên usada ez malda rûniştime û nizanim çi bikim”.

Diqewime te jî xwe usa texmîn dikir. Hergê belê, ev gotar wê alî te bike!

 Tu çi gerekê bizanibî

  • Hacetên elektronîk nikarin alî te bikin.

    Usa dikare bê kifşê, wekî întêrnêt wê alî te bike tiştekîva mijûl bî, lê bi rastî ev riya te digire ku tiştekî teze hîn bî û serda jî hewasa te unda dike. Cêrêmî, yê ku 21 salî ye dibêje: “Tu tenê êkranê dinihêrî, lê hişê te vêsiyayî ye, çimkî nikarî derheqa tiştekî bifikirî”.

    Keçikek bi navê Êlêna dibêje: “Bi hacetên elektronîk tu nikarî gelek tişta bikî. Ev te ji dinya rêalî dûr dixe. Lema jî çaxê tu gelek wede hacetê xweda derbaz dikî, tu xwe diha xirab û medekirî texmîn dikî!”

  • Gelek tişt nihêrandina teva girêdayî ye.

    Gava şixulên te zef in jî, ev nayê hesabê ku hewasa te tiştara timê hebe. Gelek tişt vê yekêva girêdayî ye, ku şixulê xwe hiz bikî. Keçikeke bi navê Karên dibêje: “Dersên mektebê cem min zef bûn û temamiya rojê ez vê yekêva mijûl bûm. Lê dîsa jî hewasa min vê yekêra tune bû. Lapî baş ew e ku te xweş bê ew şixulê ku dikî”.

We zanibû? Hergê tu difikirî, wekî “şixulê te tune”, ew yek menî nîne ku medekirî bî. Lê bi rastî ev ça xaliya baş e, ku tiştekî teze hîn bî û pêşda herî.

Ew wedê ku şixulê te tune, mîna xaliya baş e, ku tiştekî teze hîn bî û pêşda herî

 Tu çi dikarî bikî

Derheqa tiştên teze pêbihese. Merivên teze nas ke û xobiyên tezeva jî mijûl be. Tiştekî nû lêkolîn ke. Merivên, hewasa kîjana ku cûre-cûre tiştava heye, medekirî nînin gava tenê dimînin û çaxê tevî meriya ne jî!

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tiştê ku bona li ser xebat kirinê te dîtiye her çi be, bi hêza [qewata] xwe li ser wê bixebite” (Waîz 9:10).

“Wan paşwextiya min destpêkir zimanê Çînayî devoka Mandarînî hîn bim. Her roj ez evî zimanî baş dikim û poşman dibim, ku pêşda min destpênekir hîn bim. Min xweş tê nêta daynim pêşiya xwe û ser bixebitim. Ev yek alî min dike betal nîbim û wedê xwe jî kêrhatî bidime xebatê” (Mêlînda).

Bi temamî dîna xwe bide nêta xwe. Tera wê diha hewas be şixulava mijûl bî hergê fem dikî ku bona çi nêtî tu ewê yekê dikî. Hela hê dersên mektebê tera wê diha hewas bin, gava tu nêta pêşiya xwe datînî.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bona zilam ji xwarin û vexwarinê û ji bi kedê canê xwe şa kirinê qenctir tiştek nîne” (Waîz 2:24).

Çaxê min mekteba xwe xilaz dikir, ez her roj bi heyşt siheta dersê xwe dikirim, wekî dersên ku min berda bû hîn bim. Kesek dikare bifikire ku ew yek hewas nîbû. Lê bi rastî usa nîne, çimkî usa ez dikaribûm bigihîjime nêta xwe, dêmek êkzamênên xilaziyê tesmîl kim. Ev yek qewatê dida min sist nebim û xwe rind hazir kim” (Hanna).

Qebûl ke ku hine tişt tu nikarî biguhêzî. Ji bo şixulên hewas jî carna em dikarin biwestin. Û hevalên lapî baş jî carna dikarin safîkirinên me biguhêzin û ji bo wê yekê emê nizanibin çi şixulava mijûl bin. Dewsa ku ji bo derecên ku tu nikarî biguhêzî xemgîn bî, qewatê bide xebatê ku bi pozîtîv ser tişta binihêrî.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xweyê dilê şa her tim şayêda ye” (Metelok 15:15).

“Hevalek digote min ku hîn bim hingê jî şa bim, gava ez tenê dimînim. Ewê gote min, wekî ew fereset, hergê ez hîn bim orta zêrîn bivînim gava safî dikim ku çiqas wedê tenê derbaz kim û çiqas tevî hevala, wê kêrî min bê. Ev fereset wê kêrî her kesî bê” (Ayvî).