Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PIRSA 1

Ez Merivekî Çi Cûreyî Me?

Ez Merivekî Çi Cûreyî Me?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Çaxê tu zanî, tu merivekî çi cûre yî û tu çi bawer dikî, ew yek wê alî te bike safîkirinên bîlanî bikî, çaxê merivên xirab dixwazin ser te hukum kin.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Karîn hatiye ser wedederbazkirinekê, û çend deqe şûnda ew pişt xweva dengekî nas dibihê.

“Tu çira vira sekinî yî?”

Karîn dizivire û hevala xwe Cêsîkayê divîne, ya ku pê du botila sekinî ye. Ew fem dike, wekî têda îçke ye. Ew botilekê dirêjî Karînê dike û dibêje wê: “Ne tu îda zara biçûk nînî!”

Cêsîka hevala wê ye, lema jî Karîn naxwaze jêra bêje na. Hin jî ew naxwaze, wekî Cêsîka bifikire, ku tevî wê hewas nîne. Ew difikire, ku Cêsîka keçikeke baş e. Hergê ew vedixwe, dêmek vexwarinêda tiştekî xirab tune. “Ew tenê îçke ye, ew narkotîk nîne”, usa Karîn dilê xwe hêsa dike.

Gelo hergê tu dewsa Karînê bûyayî, teyê çi bikira?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Seva ku derecên wî cûreyîda bijartinên bîlanî bikin, mera lazim e têderxin em bi rastî merivne çi cûreyî ne. Çaxê tu fem dikî tu çi cûre meriv î û tu çi bawer dikî, wî çaxî tuyê bikaribî xwexa jîyîna xwe kontrol kî û îzinê nedî, wekî merivên din dewsa te ewê yekê bikin (1 Korintî 9:26, 27).

Çawa mêrxasiyê qazanc kin? Pêşiyê caba wan pirsa bidin.

1 KÎJAN FERESETÊN MINE BAŞ HENE?

Çaxê tu fem dikî, wekî fereset û xeyset-hunurên teyî qewî hene, ew yek alî te dike diha xweda bawer bî.

MESELE JI KITÊBA PÎROZ: Pawlosê şandî nivîsî: “Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne aliyê zanebûnêda” (2 Korintî 11:6). Zanebûna Pawlos hindava Kitêba Pîroz hebû, lema jî ewî dikaribû hêsa caba wan bida, kê zanebûna wîda dudilî dibû. Ewî îzin nedida, wekî nêt-fikirên merivên nerast ser wî usa hukum kin, wekî ew qewata xweda dudilî be (2 Korintî 10:10; 11:5).

XWE BICÊRIBÎNE: Binivîse çi fereset yan talantên te hene.

Niha binivîse hunurekî xweyî baş. (Mesele, tu yekî xemkêş î? merd î? nerm î? her tiştî wededa dikî?)

2 KÎJAN SISTBÛNÊN MIN HENE?

Em zanin, wekî zincîr kîderê sist e, wêderê diqete, hema usa jî hergê em îzinê didine kêmasiyên xwe ser me hukum kin, wî çaxî emê hê sist bin.

MESELE JI KITÊBA PÎROZ: Pawlos înkar nedikir, wekî sistbûnên wî hene. Ewî dinivîsî: “Ez bi kûrayiya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim, lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hişê min begem kiriye dike şer û min dike hêsîrê qanûna guna” (Romayî 7:22, 23).

XWE BICÊRIBÎNE: Tevî kîjan sistbûnên xwe tu gerekê şer bikî?

3 KÎJAN NÊTÊN MIN HENE?

Gelo tuyê bêjî ajovanê taksiyê, wekî mihalekêda te bive-bîne heta ku bênzîna wî xilaz be? Hemikî na. Ew yek wê neaqilayî be û biha ser te rûnê!

Em çi dersê hîn dibin? Nêtên ku tu datînî pêşiya xwe alî te dikin pêşda herî, ne ku cîkî bisekinî, çimkî tu zanî, tu dixwazî bigihîjî çi û çawa ewê yekê bikî.

MESELE JI KITÊBA PÎROZ: Pawlos nivîsî: “Ez usa narevim çawa yêd bêmerem” (1 Korintî 9:26). Pawlos çevgirtî nedida pey dereca, lê ewî nêt datanî pêşiya xwe û digihîşte wan (Fîlîpî 3:12-14).

XWE BICÊRIBÎNE: Jêrê binivîse derheqa sê nêta, yên ku tu dixwazî bigihîjêyî nava salekêda.

4 ÇIDA EZ BAWER IM?

Hergê tu mêrxas î, dêmek tu mîna wê darê yî, koka kîjanê qewî ye û bayê qewî jî nikare vê bişkêne

Hergê tu miqerm seva baweriya xwe nesekinî, tera wê çetin be. Hergê tu mîna margîsê yî (dêmek xamêlîonê), yê ku rengê xwe diguhêze, seva ku hertim yên din xweş bê, ew yek wê bide kifşê, wekî tu dilda qewî nînî.

Gava tu xwe baweriya xwe digirî, dêmek tu wî çaxî jî nayî guhastinê, gava yên din usa nakin çawa tu.

MESELE JI KITÊBA PÎROZ: Kengê Daniyêl cahil bû, wî ji neferên wî dûr xistin, lê dîsa jî ewî “dilê xweda biryar da”, ku qanûna Xwedê biqedîne (Daniyêl 1:8). Usa ewî da kifşê, wekî ew nayê guhastinê, lê amin dimîne. Daniyêl bi rastî dijît ser hîmê baweriya xwe.

XWE BICÊRIBÎNE: Baweriya te çida ye? Mesele: Tu Xwedê bawer dikî? Çira? Çi te dide bawerkirinê, wekî Xwedê heye?

Tu bawer dikî, wekî normên Xwedêye nav-namûsiyê tera karê tînin? Û çima tu usa dişirmîş dibî?

Dêmek tu dixwazî bibî mîna belgê ku ji bakî sist dikeve, yan mîna dara ku ber firtonê teyax dike? Dilê xwe qewî ke û tuyê bibî mîna dara qewî. Wî çaxî tuyê caba wê pirsê bidî, Ez merivekî çi cûreyî me?