Li Gora Metta 6:1-34

  • GOTARA SER ÇIYÊ (1-34)

    • Rastiya xwe nekine dengî (1-4)

    • Çawa dua bikin (5-15)

      • Mesela duakirinê (9-13)

    • Rojîgirtin (16-18)

    • Xiznên ser erdê û li ezmana (19-24)

    • Xema nekin (25-34)

      • Berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê (33)

6  Haj xwe hebin, ku hûn kirên xweye qenc ber meriva nedine kifşê seva ku bikevine çeva. Yan na, hûnê ji Bavê xweyî ezmana xelatê nestînin.  Lema, çaxê tu kesîbara qenciyê dikî, neke dengî,* çawa ku kesên durû kinîşt* û kûçada dikin, wekî meriv payê wan bidin. Ez rast wera dibêjim, wana îda xelata xwe bi temamî standiye.  Lê çaxê tu kesîbara qenciyê dikî, bira destê teyî çepê nizanibe ku destê teyî rastê çi dike,  seva ku qenciya te veşartî bimîne. Hingê Bavê teyî ezmana, yê ku her tiştî divîne, wê kirên teyî veşartî bivîne û te kerem ke.  Û gava hûn dua dikin, mîna kesên durû nekin, çimkî ewana hez dikin kinîştada û qulçên meydanada ber çevê xelqê dua bikin. Ez rast wera dibêjim, wana îda xelata xwe bi temamî standiye.  Lê çaxê tu dua dikî, bikeve oda xwe, derî ser xwe bigire û Bavê xweyî ezmanara* dua bike. Hingê Bavê teyî ezmana, yê ku her tiştî divîne, wê kirên teye veşartî bivîne û te kerem ke.  Gava hûn dua dikin, mîna miletên din nîbin, yên ku duayên xweda eynî xebera dîsa û dîsa diwekilînin. Wana tirê hergê pirxeber bin, wê bêne bihîstinê.  Hûn mîna wan nîbin! Çimkî heta ku hûn tiştekî ji Bavê xweyî ezmana bixwazin, ew îda zane çi wera lazim e.  Lema jî hûn aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be. 10  Bira Padşatiya te bê. Bira qirara te çawa li ezmên, usa jî li ser rûyê erdê bê sêrî. 11  Nanê meyî îro bide me, 12  û gunên me* bibaxşîne me, çawa ku em jî gunên meriva dibaxşînine wan. 13  Alî me bike ku em cêribandinada şaş nebin,* lê me ji destê Mîrê-cina* xilaz ke’. 14  Hergê hûn dibaxşînine wan, yên ku hindava weda gune dikin, Bavê weyî ezmana jî wê bibaxşînine we. 15  Lê hergê hûn gunên meriva nabaxşînin, Bavê we jî wê gunên we nebaxşîne. 16  Çaxê hûn rojî digirin, mîna durûya medekirî nîbin, çimkî ewana medê xwe dikin, wekî meriv bivînin ku wana rojî girtiye. Ez rast wera dibêjim, wana îda xelata xwe bi temamî standiye. 17  Lê çaxê tu rojî digirî, serê xwe rûn bike û serçevê xwe bişo. 18  Usa meriv wê nevînin wekî te rojî girtiye, lê tenê Bavê teyî ezmana wê bivîne. Hingê Bavê teyî ezmana wê kirên teyî veşartî bivîne û te kerem bike. 19  Îda xwera ser erdê xizna top nekin, çimkî jeng û bizûz dikarin wana xirab kin, û diz jî dikarin bidizin. 20  Lê dewsê, xwera li ezmên xiznê top kin. Wêderê jeng û bizûz xirab nakin, diz jî nakevinê û nadizin. 21  Çimkî xizna we kîderê be, wê dilê we jî wêderê be. 22  Çira bedenê çev e. Hergê çevê te zelal e,* temamiya bedena te wê ronayêda be. 23  Lê hergê çevê te hevsûd e,* temamiya bedena te wê terî be. Hergê ronaya nav teda terî ye, ev terî çiqas zef e! 24  Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike. Çimkî ew wê yekî nefret ke û yê din hez bike, yan jî yekîra amin be û qedirê yê din negire. Hûn nikarin him Xwedêra, him jî hebûkêra xulamtiyê bikin. 25  Lema ez wera dibêjim: Îda bona emirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Yan jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne emir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kinca? 26  Dîna xwe bidine çivîkên ezmên. Ewana ne diçînin, ne didirûn û ne jî embarada tiştekî top dikin, dîsa jî Bavê weyî ezmana wana têr dike. Ne hûn ji wan qîmettir in? 27  Kî ji we dikare bi xemên xwe, emirê xwe deqekê zêde ke? 28  Hûn çira usa jî bona kinca xem dikin? Dîna xwe bidine sosinên çolê, ku ewana çawa şîn dibin. Ewana ne dixebitin û ne jî kinca didirûn. 29  Lê ez wera dibêjim, ku hela hê Silêman Padşa jî temamiya xêr-xizna xweda mîna yekî ji wan, kinc li xwe nedikir. 30  Kêmbawerno, hergê Xwedê gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine tendûrê, usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke? 31  Lema tu car xema nekin û nebêjin ‘Emê çi bixwin?’ yan ‘Emê çi vexwin?’ yan jî ‘Emê çi li xwe kin?’ 32  Miletên din pey wan hemû tişta dikevin. Lê Bavê weyî ezmana zane, ku hûn hewcê wan hemû tişta ne. 33  Lê berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê û rastiya wî, û hemû tiştên lazim wê wera bêne dayînê. 34  Lema bona roja sibê qe xema nekin, çimkî sibê xemên din wê hebin. Derdên rojê, besî rojê ne.

Спартьн

Raste-rast “pêşiya xwe boriyê nexe”.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Yan “Bavê xwera ku nayê dîtinê”.
Raste-rast “deynên me”.
Raste-rast “me nebe cêribandinê”.
Raste-rast “yê xirab”.
Yan “çevê te li ser tiştekî be”.
Raste-rast “xirab e”.