Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike?—Para 3: Bi Temamî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistîne

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike?—Para 3: Bi Temamî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistîne

 Hergê tu Kitêba Pîroz vekî, tuyê gelek têkst bivînî. Lê bira ew yek riya te negire, wekî nexûnî! Dewsê ser Kitêba Pîroz usa binihêre ça ser sifreke ku bi cûre-cûre xwarina tije ye. Femdarî ye, tê nikaribî hemû cûre xwarinê ku divînî, bixwî, lê tu dikarî çend cûre xwarin bijbêrî, bixwî û têr bî.

 Seva ku ji xwendina Kitêba Pîroz bi temamî karê bistînî, tu gerekê hiş-aqilê xwe bidî ser xwendinê. Ev gotar wê alî te bike vê yekê bikî.

Vê gotarêda

 Çira wedê xwendina Kitêba Pîroz gerekê hiş-aqilê te ser xwendinê be?

 Çiqas hê zêde tu xîret bikî wekî Kitêba Pîroz bixûnî, haqas hê zêde tuyê karê bistînî. Bide ber çevê xwe: Hergê tu rengê çayê bikî nav ava kel û derbêra derxî, av wê hinekî reng û temê bistîne. Lê hergê tu rengê çay zêde avêda bihêlî, hingê tem û rengê wê diha qayîm be.

 Derheqa xwendina Kitêba Pîroz jî em dikarin usa bêjin. Dewsa ku sera-bera û zû-zû bixûnî, usa bike wekî hiş-aqilê te bi temamî ser xwendinê be. Nivîskarê Zebûra 119 hema usa dikir. Derheqa xwendina Qanûna Xwedê ewî usa got: “Temamîya rojê ez ser wê difikirim” (Zebûr 119:97).

 Hemikî, ev yek nayê hesabê, wekî tu gerekê ji sibehê heta êvarê Kitêba Pîroz bixûnî û ser bifikirî. Fikira sereke ew e: Zebûrbêj wede xwera başqe dikir, wekî ser Xebera Xwedê bifikire. Û ewê yekê alî wî kir, ku safîkirinên baş bike (Zebûr 119:98-100).

 “Carekê diya min minra got: ‘Heftiyêda 7 rojên te hene, û nava heftiyêda tu gelek tişt bona xwe dikî. Lê gelo Yehowa hêja nîne, wekî bona wî wede bivînî? Ev yek gelek ferz e!’”—Mêlanî.

 Hergê tu derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz bifikirî, tuyê safîkirinên diha baş bikî, mesele, çaxê hevala dijbêrî yan jî dikevî cêribandina.

 Çawa tu dikarî ji xwendina Kitêba Pîroz karê bistînî?

  •   Nêtê xwera dayne. Keçikeke cahil Yûlya, şîreteke usa dide: “Pêşda xwera bernamê çêke û binivîse ku kengê tuyê Kitêba Pîroz bixûnî. Tu gerekê pêşda xwera safî kî, tuyê çi bixûnî, kengê bixûnî, û kîderê bixûnî”.

  •   Cîkî layîq bona xwendinê bivîne. Keçikeke cahil Ciyana şîreteke usa dide: “Xwera cîkî rihet bivîne. Bira neferên te haş pê hebin, ku tu kengê Kitêba Pîroz dixûnî, wekî te eciz nekin”.

     Wê baş be wekî tu usa jî hacetên xweye elektronîk vêsînî yan jî daynî ser rêjîma bêdeng. Tu usa jî dikarî Kitêba Pîroze neşirkirî bixûnî. Li gora lêkolînekê, xwendina edebyetên neşirkirî diha alî meriva dikin, wekî pêda hiş-aqilê xwe bidine ser xwendinê û rind fem bikin. Lê xwendina ser êkranê hinekî çetin dike, çimkî meriv nikare rind dîna xwe bide xwendinê.

     “Hiş-aqilê min direve çaxê ez ser êkranê dixûnim. Carna sms têne ser haceta min, carna batarêya vê rûdinê, carna jî Întêrnêt naxebite. Lê seva ku pê kitêba neşirkirî bixûnî, tenê ronaya baş lazim e”—Êlêna.

  •   Pêşiyê dua bike. Ji Yehowa hîvî ke ku alî te bike wekî fem kî, bîra xweda xwey kî û ji xwendinê karê bistînî (Aqûb 1:5).

     Seva ku li gora duayê xwe bikî, kûr vê parê lêkolîn ke, ya ku tu dixûnî. Tu ça dikarî vê yekê bikî? Hergê tu JW Library didî xebatê yan jî Kitêba Pîroze onlayn dixûnî, tu dikarî rêzekê bitikînî, seva ku lêkolîna zêde bikî û gotarên vê rêzêva girêdayî, bivînî.

  •   Pirsa bide xwe. Mesele: “Ez ji vê serhatiyê derheqa Yehowa çi pêdihesim? Wira kîjan hunurê wî tê kifşê, ku ez dikarim çev bidimê?” (Efesî 5:1) “Ji vê serhatiyê ez xwera çi dersê hîn dibim, wekî emirê xweda bidime xebatê?” (Zebûr 119:105) “Çi ku min xwendiye, ez ça dikarim bona alîkariya merivên din bidime xebatê?” (Romayî 1:11)

     Ji xwe bipirse: “Çi ku min xwendiye, ça têma Kitêba Pîrozva girêdayî ye?” Ew pirseke gelek ferz e. Çira? Çimkî temamiya Kitêba Pîroz, ji Destpêbûnê heta Eyantî, têma Kitêba Pîroze serekeva girêdayî ye: Dêmek, çawa Yehowa wê bi saya Padşatiya xweye ezmanî navê xwe pîroz ke û îzbat ke, wekî îzina wî heye serwêrtiyê bike û ku serwêrtiya wî ya here baş e.