Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ça Hîn bim ku Wedê Xwe Rast Xerc kim?

Ça Hîn bim ku Wedê Xwe Rast Xerc kim?

 Çira ferz e wedê xwe rast xerc kî?

  • Wext mîna pere ye. Heger tu perê xwe ser tiştên pûç xerc dikî, kengê te lazim bê, wê îda cêva te vala be. Alîkî dinva jî, hergê tu wedê xwe badîhewa xerc nekî, wê êpêce wedê te hebe ku wan tiştava mijûl bî, yên ku te xweş tên!

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Nefsa xweranedîtî dixwaze, lê tiştekî wî tune, lê nefsa merivê xîret têr-tijî dibe” (Metelok 13:4).

    Fikira sereke: Gava tu wedê xwe rast parevedikî, tu ne ku tiştekî ji xwe kêm dikî,hê zêde aza dibî.

  • Hergê tu hîn bî wedê xwe rast parevekî, ew yek wê axiriyêda jî kêrî te bê. Kê zane, dibeke carekê hema ew yek wê alî te bike ku xebata xwe unda nekî. Bifikire, heger tu mezinê xebatê bûyayî, teyê kîjan merivî ser xebatê bihîşta, yên ku derengî dikeve, yan yê ku timê wededa xebata xwe destpêdike?

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ewê ku nava tiştêd hindikîda amin e, nava tiştêd gelekîda jî amin e” (Lûqa 16:10).

    Fikira sereke: Bi vê yekê ku tu ça wedê xwe xerc dikî, eyan dike ku tu merivekî çi cûre yî.

Femdarî ye hêsa nîne ku meriv pê grafîkê bijî. Dîna xwe bide wan hine tişta, ji bo çi jî tera wê çetin be wedê xwe rast parevekî.

Çetinaya 1: Dost

“Çaxê hevalên min gazî min dikin, ez timê qayîl dibim wedê xwe tevî wan derbaz kim, hela hê wî çaxî jî gava wedê min tune û şixulê min gelek e. Ez xwexa xwe dixapînim û xwera dibêjim: ‘Tişt nabe, ez ça herim mal ezê zûskava hemû şixulên xwe bikim’. Lê timê usa nayê standinê. Axiriyêda her tişt ser hevda top dibe” (Sîntya).

Çetinaya 2: Mijûlbûn

“Têlêvîzor mîna diz e. Ew pê şoû û fîlma wedê te didize, û tu nikarî îda wedê xwe vegerînî” (Ayvî).

“Minra çetin e ji planşêta xwe biqetim. Ez şerm dikim vê yekê bêjim, lê tenê wî çaxê ez dikarim ji vê biqetim, gava batarêya rûdinê” (Marî).

Çetinaya 3: Paşxistina şixula

“Ez timê dersên xweyî mektebê û şixulên din, paş dixim. Ez wedê xwe badîhewa xerc dikim, û hingê destpêdikim xwe bilipitînim, gava îda dereng e. Ez nikarim wedê xwe rast xerc kim” (Bêt).

Gava grafîka te heye, tu ne ku azayê ji xwe kêm dikî, lê diha aza dibî

 Tu çi dikarî bikî

  1. Binivîse çi şixulên ferz gerekê bikî. Binivîse ku nava heftiyêda çi şixulên te hene, mesele, şixulên malê û dersên mektebê. Usa jî binivîse ku çiqas wede tera lazim e wekî wan şixula bînî sêrî.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).

  2. Xwera binivîse, ku tu çi dixwazî bikî gava betal bî. Mesele, derheqa malperên sosyal û nihêrandina têlêvîzyonê binivîse û ku çiqas wede nava heftiyêda tu ser wan tişta xerc dikî.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext” (Kolosî 4:5).

  3. Xwera planê binivîse. Dîna xwe bide wan du plana ya ku te îda nivîsiye û ser wan bifikire. Gelo tuyê pêra bigihînî tiştên ferz bikî? Dibeke tera lazim be hine wedederbazkirina ji xwe kêm kî, bona ku diha tiştên kêrhatî bikî?

    Şîret: Xwera plana rojê binivîse, û kifş ke çi şixul te îda kiriye.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5).

  4. Xwe li plana xwe bigire. Carna, gava hevalên te gazî te kin tevî wan wede derbaz kî, dibeke lazim bê ku tu bêjî na. Û tuyê bivînî ku çiqas wedê te dimîne bona tiştên ku bi rastî te şa dikin.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xîretêda xweranedîtî nîbin” (Romayî 12:11).

  5. Pêşiyê bixebite bi zemet, paşê hêsa be bi xêr û silamet. Keçikek bi navê Tara dibêje: “Cara ez hine şixulê xwe dikim ku min xwera başqe nivîsîne, û paşê xwera difikirim: ‘De were ez 15 deqe têlêvîziyonê binihêrim, û paşê dîsa vegerim ser şixulê xwe’. Lê usa nabe, 15 deqe dibe nîv sihet, nîv sihet dibe sihetek ... , axiriyêda fem dikim wekî 2 sihetên min badîhewa unda bûn”.

    Lê tu çi dikarî bikî? Wedederbazkirin hesab ke ça xelata xilazkirina şixulên xwe, lê ne ça tiştekî ku her roj bikî.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji bo mirova ... şakirina canî ya bi kedê çêtir tiştek tune” (Waîz 2:24).