Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Paşî Nixumandinê Çi Gerekê Bikim?—Para 2: Aminiya Xwe Xwey ke

Paşî Nixumandinê Çi Gerekê Bikim?—Para 2: Aminiya Xwe Xwey ke

 Kitêba Pîroz dibêje wekî Yehowa “tu qencîyê ji ser wan nabire, kîjan ku dijîn bêleke” (Zebûr 84:11). Çi tê hesabê “dijîn bêleke”? Ev tê hesabê ku em sozên xweyî ku me daye Yehowa, gava jîyîna xwe tesmîlî wî kiriye, xwey dikin (Waîz 5:4, 5). Lê tu ça dikarî paşî nixumandinê aminiya xwe xwey kî?

Vê gotarêda

 Berdewam ke çetinayada teyax ke

 Rêza sereke: “Gerekê em bi gelek cefakişandinê bikevine Padşatiya Xwedê” (Karên Şandiya 14:22).

 Ev çi tê hesabê: Hemû Mesîhî jîyîna xweda wê rastî çetinaya bên. Hine çetinayî, yên usa ça qerfkirin yan peyketin wê ji bo vê yekê rastî me bên, ku me safî kiriye bibine Mesîhî. Lê çetinayên perava û sihet-qewatêva girêdayî, rastî hemû meriya tên.

 Çi hîviya me ye: Derecên jîyîna me hergav wê bêne guhastinê û carna jî wê usa be ku te xweş neyê. Kitêba Pîroz dibêje wekî çetinayên hemû meriya dikarin hebin, û firqî tune ew Mesîhî ne yan na (Waîz 9:11).

 Tu çi dikarî bikî: Gava zanî tuyê rastî çi çetinaya bêyî, dikarî pêşda seva vê yekê xwe hazir kî. Wan çetinaya hesab ke ça mecal, ku baweriya xwe qewî kî û hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînî (Aqûb 1:2, 3). Wede şûnda tuyê jî mîna Pawlosê şandî bikaribî bêjî: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).

 SERHATIYA RÊALÎ.Zûtirekê paşî nixumandina min, birên minî mezin ji rastiyê dûr ketin, dê-bavê min nexweş ketin û paşê cem min jî problêmên sihet-qewatêva girêdayî pêşda hatin. Hêsa bû qidûm bikevim û bîr kim ku min xwe tesmîlî Yehowa kiriye. Lê min soz dabû wî, wekî qirara wî jîyîna minda ciyê ferz bigire. Hema evê yekê alî min kir wekî wan çetinayên xweda teyax kim”.—Karên.

 Şîret: Hê zêde derheqa Ûsiv pêbihese. Derheqa wî tu dikarî bixûnî kitêba Destpêbûn serê 37-da usa jî 39-41. Bifikire ku nişkêva çi çetinayî rastî wî dihatin, û ewî ça ew çetinayî alt dikirin? Yehowa ça alî wî dikir?

 Tera alîkariya zêde lazim e?

 Berdewam ke cêribandinada teyax ke

 Rêza sereke: “Lê her kes dibe maşoqê dilhavijiyên xwe, dixape û tê cêribandinê” (Aqûb 1:14).

 Ev çi tê hesabê: Em gişk jî car-cara dibine maşoqê xwestinên xwe. Hergê em xwestinên xwe kontrol nekin, ev dikare me berbi kirên xirab bive.

 Çi hîviya me ye: Paşî nixumandinê jî “temên merivayêye xirab” dikarin pêşda bên (2 Petrûs 2:18). Hergê tu zewacêda nînî, dibeke rastî cêribandineke usa bêyî, ku tevî kesekî bikevî heleqetiya sêksûal.

 Tu çi dikarî bikî: Pêşiya cêribandina pêşda xwera safî ke, wekî tê nehelî ku xwestinên te ser te hukum kin. Îsa got: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike” (Metta 6:24). Tu dikarî xwexa bijbêrî, wekî kî wê axayê te be. Yehowa bijbêre. Xwestina teye nerast çiqas jî qewî be, tuyê bikaribî nehêlî ku ser te hukum ke (Galatî 5:16).

 Şîret: Têderxe kîjan in aliyê teyî qewî û sist. Hevalên usa xwera bijbêre, yên ku wê alî te bikin, wekî hê zêde xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînî. Xwe dûr bigire ji wan meriya, ciya û dereca, yên ku wê riya te bigirin rastiyê bikî (Zebûr 26:4, 5).

 Tera alîkariya zêde lazim e?

 Berdewam ke xîreta xwe qewî ke

 Rêza sereke: “Heta xilaziyê wê xîretê bide kifşê, . . . Em naxwazin ku hûn xweranedîtî bin” (Îbranî 6:11, 12).

 Ev çi tê hesabê: Hergê meriv dîna xwe nade xebata xwe, ew dikare hêsa hewasa xwe unda ke û bibe yekî xweranedîtî.

 Çi hîviya me ye: Paşî nixumandinê dibeke te şabûneke mezin ser xwe texmîn dikir û xîreta te zef bû. Dilê te bi hizkirina hindava Yehowa tije bû. Lê dibeke wede şûnda te dîna xwe dayê, wekî ne hêsa ye her tiştîda gura Yehowa bikî. Û evê yekê diqewime tu sist kirî û xîreta te kêm kir (Galatî 5:7).

 Tu çi dikarî bikî: Berdewam ke tiştên rast bike hingê jî gava xwestina te tune evê yekê bikî (1 Korintî 9:27). Çi jî hebe timê nêzîkî Bavê xweyî ezmana be, hê zêde derheqa wî pêbihese, her gav wîra dua bike û dilê xwe jêra veke. Xêncî wê yekê berdewam ke hevaltiyê bike tevî wan meriya, kîjan ku hiz dikin Yehowara xizmet kin.

 Şîret: Bîr neke wekî Yehowa gelek te hiz dike û hazir e alî te bike. Nefikire wekî dilê wî tera şa nabe ji bo wê yekê, ku te xîreta xwe unda kiriye. Kitêba Pîroz dibêje: “Ew qewatê dide yê vestiyayîra û yên sist qewî dike” (Îşaya 40:29, DT). Wede şûnda ew wê alî te bike ku xîreta xwe dîsa vegerînî.

 Tera alîkariya zêde lazim e?

 Temamkirin: Hergê tu aminiya xwe Yehowara xwey dikî, tu dilê wî şa dikî! (Metelok 27:11) Yehowa wê tera firnaq be, ku te Ew bijartiye, û wê her tiştî bide te çi ku tera lazim e, seva nekevî telikên Mîrê-cina.