Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Gelo Ez Rûva Ça Tême Xanê?

Gelo Ez Rûva Ça Tême Xanê?

 Çima gerekê dîna xwe bidim kincxwekirina xwe? Çimkî kinc gelek tişt dikarin derheqa meriya eyan kin. Lê kincxwekirina te, derheqa te çi eyan dike?

 Sê şaşiyên mezin ku modêva girêdayî ne û ça wan şaşiya nekin

Şaşiya #1: Çaxê îzin didî, wekî rêklama kincxwekirina teda ser te hukum ke.

 Keçika cahil bi navê Têrêza dibêje: “Car-cara usa dibe wekî dîna min diçe ser modayê, çimkî ev yek gelek tê rêklamkirinê. Çaxê tu timê divînî merivên ku pey modê diçin, çetin e nekevî ber bayê wan û dîna xwe nedî wan”.

 Lê mode ne tenê ser keçika hukum dibe. Kitêbekêda usa te gotinê: “Gede jî dikevine ber bayê modayê, lema ji ewên ku rêklama modê dikin, dikarin hêsa ser wan hukum kin” (The Everything Guide to Raising Adolescent Boys).

 Bijartina rast. Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15). Evê prînsîpê hilde hesab û kûr bifikire derheqa vê yekê, çi ku pê rêklamê nîşan dikin. Mesele, hergê rêklamada kincên teng û vekirî nîşan dikin, pirsê bide xwe:

  •  Hergê ez pey modê herim, ev yek we kêra karê bîne?

  •  Gava meriv min bivînin, ev yek derheqa min wanara wê çi eyan ke?

  •  Gelo kincxwekirina min dide kifşê, ku bi rastî ez kî me û xwe li kîjan prînsîpa digirim?

 Şîret. Nava heftiyêda dîna xwe bide rêklama kincxwekirinê û xemilandinê, kîjan ku nîşan dikin. Bifikirin ew kincxwekirin û xemilandin ber bi çi hêlan dikin? Ev rêklam nade kifşê wekî tu gerekê eseyî xwe li vê modê bigirî? Keçika bi navê Karîn usa dibêje: “Mode gelek ser meriya hukum dike û wana hêlan dike, ku ewana kincên biha xwe kin û pê kincxwekirina xwe, bedena xweye bedew bidine kifşê”. Merivên ku rêklama dikin, fem dikin, wekî ewana hêsa dikarin ser cahila hukum kin.

Şaşiya #2: Çaxê xwe li modê digirî, seva ku ji meriya cude nebî.

 Xortekî bi navê Manûêl dibêje: “Çaxê stîleke kinca modê dane, hingê hemûşk jî pey vê modê diçin. Hergê tu pey modê naçî, tu seva wan ça merivekî paşdamayî yî”. Keçika bi navê Anna usa dibêje: “Bi rastî menî mode nîne, lê ew we ku ji meriya cude nebin.

 Safîkirina rast. Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Nekevine kirasê bendê vê dinyayê” (Romayî 12:2). Evê prînsîpê hilde hesab, dîna xwe bide kincên xwe û pirsê bide xwe:

  •  “Çi hukum dike ser bijartina kincxwekirina min?”

  •  “Gelo ez difikirim wekî eseyî gerekê wan kinca xwe kim, kîjanê ku dîzaynêrên navdar derxistine?”

  •  “Ez pê kincxwekirina xwe dixwazim dîna meriya bikşînim ser xwe?”

 Şîret. Dewsa bifikirî wekî du bijartinên te hene, mesele pey modê herî, seva ku meriv te qebûl kin, yan jî ji modê xwe dûr bigirî û meriv vê terka te bidin, wê baş be tiştekî din hildî hesab. Çiqas hê zêde tu kincxwekirina xweda bawer bî û xwe rihet texmîn kî, haqas hê kêm tuyê bixwazî wê yekêda pey meriya herî.

Şaşiya #3: Kinc çiqas vekirî be, haqas vê baş be.

 Keçika bi navê Cênîfêr dibêje: “Rast bêjim car-cara xwestina usa cem min pêşda tê, ku kincê necayîz xwe kim. Mesele, gelek kin, teng, yan jî vekirî”.

 Bijartina rast. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bira xemila we dervava bi gulîvegirtinê  . . . nîbe, lê ya merivê hindurê dilda” (1 Petrûs 3:3, 4). Ser hîmê vê prînsîpê bifikire, bona te çi diha ferz e, bedewbûna kinca yan jî bedewbûna dilê meriya?

 Şîret. Xemilandina teyî herî bedew ew milûktiya te ye. Îro ev xeyset nav merivada nayê qîmet kirinê û belabûyî nîne. Lê hela derheqa vê yekê bifikire:

 Diqewime tu rastî merivekî usa hatibûyî, kîjan heçî zef tenê derheqa xwe xeber dida û dîna xwe dida tenê ser xwe. Yazix ku merivê usa, haşpê tuneye û wî cûreyî ew meriya ji xwe dûr dixe.

Ça kincxwekirin usa jî xeberdan, dikare xwehiziya tê bide kifşê, çi ku meriya wê ji te dûr xe

 Çaxê kincxwekirina meriya necayîz e, hingê ew jî dibe mîna wan meriya. Kincên usa tê bêjî dikine gazî: “De min binihêre!” Ji vê yekê usa tê kifşê, tê bêjî tu xweda bawer nînî, yan jî dîna te pêda ser te ye. Aliyê dinda jî usa dikare bê kifşê, wekî tu hizret î ku meriv dîna xwe bidine ser te, firqî tune ew cayîz be yan necayîz be.

 Usa bike wekî meriv derheqa te rast bifikirin, lema jî wê baş be milûktiyê bidî kifşê. Keçika bi navê Monîka dibêje: “Milûk bî nayê hesabê mîna pîrika kinca xwe kî, lê ew tê hesabê wekî qedirê xwe û qedirê merivên din bigirî”.