Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Bême Nixumandinê yan Na?—Para 3: Çi Riya Min Digire?

Bême Nixumandinê yan Na?—Para 3: Çi Riya Min Digire?

 Tu ditirsî ku jîyîna xwe tesmîlî Yehowa bikî û bêyî nixumandinê? Hergê erê, ev gotar wê alî te bike, ku tirsa xwe alt kî.

Vê gotarêda

 Hergê paşî nixumandinê gunê giran bikim?

 Meniya berxweketinê: Dibe tu kesekî nas dikî, yê ku gunê giran kiriye û ji civatê hatiye derxistinê (1 Korintî 5:11-13). Û diqewime ji bo vê yekê tu berxwe dikevî, çimkî difikirî ku ev yek wê bê serê te jî.

 Çaxê ez cara pêşin derheqa nixumandinê fikirîm, min derbêra pirs da xwe: ‘Lê hergê ez gune bikim û ji civatê bême derxistinê?Min da ber çevê xwe, ku ev yek wê ça dilê dê-bavê min bêşîne.—Rêbêka.

 Rêza sereke: “Bila kesê xirab dev ji riya xwe, . . . berde. Bila ew li Xudan vegerin ku ew li wan bê remê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, çimkî wê bi zêdebarî bibaxşîne” (Îşaya 55:7, ÎM).

 Bifikire: Rast e merivê ku tobe nake ji civatê tê derxistinê, lê Yehowa rema xwe hindava wan dide kifşê, yên ku bi rastî poşman dibin û her tiştî dikin ku rast bin (Zebûr 103:13, 14; 2 Korintî 7:11).

 Hilde hesab: Rast e tu nekamil î, lê bi alîkariya Xwedê tuyê bikaribî cêribandinada qewî bisekinî (1 Korintî 10:13). Bi rastî tu axiriyê safî dikî, ku çi bikî, ne ku kesekî din.

 Ez ditirsiyam ku paşî nixumandinê şaşîke mezin bikim. Lê paşê min fem kir, wekî şaşî ew e, ku xwe ji nixumandinê dûr bigirim. Ez hatime ser wê nêtê, wekî nehêlim tirsa wê yekê ku paşê çi dikare biqewime, riya min bigire, ku îro safîkirina rast bikim.—Kêrin.

 Temamkirin: Hergê tu bixwazî, tuyê bikaribî xwe ji gunên giran dûr bigirî, çawa gelek xizmetkarên Yehowa (Fîlîpî 2:12).

 Hewcê alîkariya zêde yî? Binihêre gotar “Ça Nekevime ber bayê Cêribandinê?

 Hergê ez ditirsim cabdariyê hildim ser xwe?

 Meniya berxweketinê: Dibeke tu cahilekî nas dikî, yê ku malbet û hevalên xwe hîştiye û çûye cîkî dûr, seva ku hê zêde Yehowara xizmet ke. Û diqewime tu berxwedikevî, wekî ev yek wê ji te jî bê xwestinê.

 Mesîhiyê nixumandîra mecal vedibe, ku hê zêde Yehowara xizmet ke. Lê hine xûşk-bira hê hazir nînin bona vê yekê, yan jî dibeke ji bo derecên xwe ewana nikarin zef xizmet kin.—Mariya.

 Rêza sereke: “Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke” (Galatî 6:4).

 Bifikire: Xwe himberî merivên din neke. Lê dewsê dîna xwe bide giliyê ji Marqos 12:30, kîderê ku usa nivîsar e: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe”.

 Dîna xwe bidê, vira tê gotinê wekî em gerekê bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin. Dêmek ferz e ew yek, ku tu çi dikî, ne ku merivên din çi dikin. Hergê tu bi rastî Yehowa hiz dikî, tuyê mecala bivînî ku ya lape baş bidî wî.

 Nixumandin gaveke gelek ferz e, lê ev barê giran nîne. Hergê tu nava merivên başda nî, ewana wê te hêlan kin, ku xwe wê rê bigirî. Hingê gava tu hêdî-hêdî cabdariya hildî ser xwe, tuyê diha bextewar bî. Lê çaxê tu xwe ji nixumandinê dûr digirî yan jî xwe egle dikî, bi vê yekê tu tenê ziyanê didî xwe.—Cûliya.

 Temamkirin: Razîbûna xwe bona hizkirina Yehowa pêşda bîne, kîjan ku ew hindava teda dide kifşê. Ev yek wê te hêlan ke, wekî ya here baş bidî Yehowa (1 Yûhenna 4:19).

 Hewcê alîkariya zêde yî? Binihêre gotar “Ez Merivekî Cabdar im?

 Hergê ez difikirim ku hêja nînim Yehowara xizmet kim?

 Meniya berxweketinê: Yehowa Xwedê nav temamiya gerdûnêda Herî Himzor e û himberî wî em tu tişt nînin! Dibeke tu difikirî, wekî Yehowa qe te texmîn nake.

 Ji bo wê yekê ku dê-bavê min Şedên Yehowa ne, ez difikirîm wekî min dostiya tevî Yehowa xwexa qazanç nekiriye û Yehowa ez nekişandime berbi xwe, lê ev dostî ji dê-bavê min derbazî min bûye.—Natalî.

 Rêza sereke: “Tu kes nikare bê cem min, heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne” (Yûhenna 6:44).

 Bifikire: Ew yek ku tu îda derheqa nixumandinê dişirmîş dibî, dide kifşê wekî Yehowa te berbi xwe dikişîne û dixwaze ku tu bibî dostê wî. Lê tu dixwazî tevî Yehowa nêzîk bî?

 Bîr neke, wekî Yehowa xwexa norma kifş dike, ku kê berbi xwe bikişîne. Evê yekê ne em, ne jî tu kes nikare safî ke. Xebera wî me hêlan dike: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

 Ew yek ku tu Yehowa nas dikî û ewî tu kişandî berbi xwe, dide kifşê wekî Ew te hiz dike. Lema jî hergê tu difikirî ku hêja nînî wîra xizmet kî, bîr neke ew fikirên te ne. Yehowa cûrekî din difikire û ew hergav rast e.—Sêlîna.

 Temamkirin: Hergê tu anegorî dewakirinên Kitêba Pîroze bona nixumandinê îda dijîyî, dêmek tu dikarî bibî Şedê Yehowa. Û bîr neke wekî Yehowa hêja ye, ku wî bihebînî (Eyantî 4:11).

 Hewcê alîkariya zêde yî? Binihêre gotar “Çira Ez Gerekê Xwedêra Dua Bikim?