Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Gelo Lazim e Ez Mektebê Bihêlim?

Gelo Lazim e Ez Mektebê Bihêlim?

“Ez mektebê nefret dikim”. Dibeke tu jî usa difikirî û dixwazî ji mektebê derêyî. Vê gotarêda hine şîretên baş hatine dayînê ku vê derecêda çi bikî.

 Çira hine cahil dixwazin mektebê bihêlin

Vira çend menî hatine dayînê ku çira hine cahil dixwazin mektebê bihêlin:

  • Çetinayên hînbûnêva girêdayî: “Nîşanên dersên min diha xirab dibin”.

  • Bêtalaşî: “Yeke kara hînbûnê tune”.

  • Çetinayên matêrîalî: “Ez gerekê bixebitim wekî alî malbetê bikim”.

 Axiriya safîkirina te

Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe” (Metelok 14:15). Em çi dikarin ji vê yekê hîn bin? Hergê tu dixwazî mektebê bihêlî, wê baş be bifikirî ku ev yek wê çi axirî pey xwe bîne.

Xwe bipirse:

  • “Hergê ez mektebê bihêlim, axiriyêda ezê bikaribim hêsa xebateke baş xwera bivînim?”

    “Bifikire, ku rojekê tuyê bixwazî xebatê xwera bivînî, ku ebûra malbeta xwe bikî. Gelek mezinê xebatê dixwazin ku cem wan merivên xwendî bixebitin. Lê tuyê ça bikaribî xebatê bivînî hergê xwendina te tune be?” (Cûlya).

  • “Hergê ez mektebê bihêlim, gelo axiriyêda ezê bikaribim hêsa çetinaya safî kim?”

    “Mekteb te bona jîyîna axiriyê hazir dike. Axiriyêda, heleqetiya te tevî meriva, cêribandinên te û xebata ku tu bikî, wê mîna derecên mektebê bin” (Daniyêl).

  • “Hergê ez mektebê bihêlim, axiriyêda feresetên mine usa wê hebin, kîjan ku wê minra lazim bin”?

    “Dibe ku tera hînbûna mektebêda bêkêr tê kifşê, lê çaxê tu 23 salî bî û gerekê pera rast xerc kî, wî çaxî tuyê şa bî ku mektebêda matêmatîkayê rind hîn dibûyî” (Anna).

 Safîkirina rast

  • Alîkariyê bixwaze. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi k’oma şêwirkira” meriv pêşda diçe (Metelok 11:14). Hergê nîşanên te nimiz dibin, ji dê-bavê xwe, dersdar yan jî merivekî din, alîkariyê bixwaze ku diha rind hîn bî.

    “Hergê hînbûn tera çetin e, wê baş be tevî dersdarê xwe xeber dî. Carna dibe ku tu difikirî, wekî çetinayên teda dersdar e neheq. Lê tê bikaribî derecê rast kî, hergê dersdarra xeber dî” (Êdward).

  • Derecê bi temamî bide ber çevê xwe. Kitêba Pîroz dibêje: “Dawiya tiştekî ji destpêka wê qenctir e” (Waîz 7:8). Çaxê tu mektebê xilaz kî, wê xeyset-hunur û feresetên teye usa hebin, kîjan ku jîyîna teda wê kêrî te bên.

    “Paşî mektebê dibe ku ders û êkzamînên te îda tune bin, lê ev yek ku te mektebêda ew çetinayî derbaz dikir, wê alî te bike ku jîyîna xweda hêsa ber çetinaya teyax kî û nekevî strêsê” (Vêra).

    Hîştina mektebê mîna wê yekê ye, ku tu wede zûtir ji qeykê derêyî, lê wê diha baş be qeykêda bimînî!

  • Safîkirinên xwe enene ke. Kitêba Pîroz dibêje: “Her kesê lez k’etî e’se zirarê tîne” (Metelok 21:5). Lez nekeve û nefikire, wekî mecaleke teye din tune û gerekê mektebê bihêlî. Tu dikarî bi onlaynê yan jî malda tevî dersdar, hînbûna xwe berdewam kî.

    “Mekteb te hîn dike xebathiz bî, problêma safî kî, û şixulkariyê tevî meriva bikî. Kara hînbûnê wê badîheva nîbe. Lema jî hêja ye mektebê nehêlî” (Bênjamîn).

Fikira sereke: Mektebê xilaz ke, çimkî usa tuyê diha rind hazir bî, ku axiriyêda cabdariya hildî ser xwe.