Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ça Dikarim ji Fikirên Nebaş, Dûr bim?

Ça Dikarim ji Fikirên Nebaş, Dûr bim?

 Tu derheqa xwe çi difikirî?

  • Nihêrandina Baş

    “Ez ser xwe dixebitim, ku timê şa bim û her roj bi beşera xweş bijîm” (Valêrîa).

  • Nihêrandina Nebaş

    “Çaxê tiştekî baş dibe, nihêrandina mine pêşiyê usa ne: “Bawer nakim! Çi qewî usa bû? Difikirim, wekî naqewime ev usa be!” (Rêbêka).

  • Nihêrandina Rêalî

    “Merivên bi nihêrandina baş axiriyêda dilteng dibin, lê yên bi nihêrandina nebaş timê medekirî ne. Bi rastî nihêrandina rêalî alî min dike, wekî ser tişta usa binihêrim, çawa ku ev hene” (Anna).

 Çima ev yek ferz e?

Kitêba Pîroz dibêje: “Xweyê dilê şa her tim şayêda ye” (Metelok 15:15). Bi rastî jî, ew merivên ku fikirên nebaş ji hişê xwe derdixin û dixebitin ku ser emir baş binihêrin, ewana diha bextewar in û hevalên wan jî zef in. Belê, tu kes wê nexwaze tevî merivekî usa hevaltiyê bike, kîjan ku timê medekirî ye.

Lê gerekê bîr nekin, wekî hela hê merivê bi nihêrandina baş jî rastî hine çetinaya tên, kîjan ku emirda diqewimin. Ahan çend mesele:

  • Deng-besên derheqa şer-dewa, têrorîzmê û qaçaxtiyê, dikarin te tevîhev kin.

  • Dibeke malbeta teda problêm hene.

  • Diqewime carna tu ji bo şaşî û kêmasiyên xwe berxwe dikevî.

  • Carna merivên teyî nêzîk û heval dikarin dilê te biêşînin.

Ser wan hemû çetinaya çevê xwe danede û ne jî zef berxwe keve. Wê baş be orta zêrîn bivînî. Merivê bi nihêrandina rêalî îzinê nade, ku fikirên nebaş wî zeft kin. Nihêrandina rêalî dikare alîkariyê bide, wekî hemû tiştî usa qebûl kin, çawa ku bi rastî hene, û him jî rihetiya dil xwey kin.

Paşî firtonê timê tev dertê. Anegorî vê yekê her derecên çetinda delîlek wê çêbe

 Çi dikarî bikî?

  • Ser kêmasiyên xwe rast binihêre.

    Kitêba Pîroz dibêje: “Ji ber ku li rûyê erdê zilamê salîh tuneye ku, hertim qenciyê bike û qet guneh neke” (Waîz 7:20). Dêmek hergê tu carna şaşiya berdidî û tiştek cem te nayê standin, ev nayê hesabê wekî tu bêkêr î. Bi rastî ev tê hesabê, wekî tu jî mîna hemû meriva yî.

    Ça nihêrandina rêalî xwey kin: Bixebite ku şaşiyên xwe dubare nekî, û hîviyê nîbe ku hemû tişt cem te sed selefî baş be. Xortek, navê kîjanî ku Kalêb e, dibêje: “Ez hemû tiştî dikim, ku gelek dîna xwe nadime şaşiyên xwe, wekî dilteng nebim. Ez ser şaşiyên xwe hîn dibim, ku aliyê başda xwe biguhêzim”.

  • Xwe beramberî merivên din neke.

    Kitêba Pîroz dibêje: “Em kubar nebin, agirê hev gur nekin û hevsûdiyê li hevdu nekin” (Galatî 5:26). Çaxê tu malperên sosîalda şiklên hevalên xwe bivînî, ku wedekî rind derbaz kirine, lê gazî te nekirine, dibeke tu dilteng bî. Ji bo wê yekê tu dibeke hevalên xweye baş jî ça dijminên xwe hesab kî.

    Ça nihêrandina rêalî xwey kin: Qebûl ke wê yekê ku tuyê ser hemû wedederbazkirina neyêyî teglîfkirinê. Usa jî bi şiklên li ser malperên sosîal nikarî derecê bi temamî bivînî. Keçikeke bi navê Alêksîs, dibêje: “Malperên sosîalîda meriv tenê şikilên lapî hewas datînin, lê tiştên ne hewas vedişêrin”.

  • Edilayê xweyî ke, xût malbeta xweda.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin” (Romayî 12:18). Tu nikarî bi temamî kirên meriva kontrol bikî, lê tu dikarî rêaksiya xwe kontrol kî. Dêmek teva girêdayî ye edilayê xweyî kî, yan na.

    Ça nihêrandina rêalî xwey kin: Gava malbetêda çetinayî pêşda tê, derecê diha giran neke, lê qewatê bide xebatê ku edilayê xwey kî. Keçikeke bi navê Mêlînda dibêje: “Tu kes kamil nîne, em gişk jî carna bi gilî û kirên xwe hev didine xeydandinê. Lê meva girêdayî ye emê çawa xwe bidine kifşê, edilayê xweyî kin yan na”.

  • Şêkirdar be.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Şêkirdar bin” (Kolosî 3:15). Şêkirdarî wê alî te bike wekî hiş-aqilê xwe bidî ser tiştên baş emirê xweda, ne ku ser tiştên ku nebaş têne kifşê.

    Ça nihêrandina rêalî xwey kin: Problêmên xwe pişt guhê xweva nevêje û ne jî hûkî bike mûkî. Lê ser tiştên başe emirê xweda çevê xwe danede. Keçikeke bi navê Rêbêka dibêje: “Ez her roj deftera xweda tişteke baş dinivîsim. Ez dixwazim bînim bîra xwe, wekî çi çetinayî jî hebe, dîsa jî gelek tiştên baş hene derheqa kîjana ez dikarim bifikirim”.

  • Bifikirê kê ne hevalên te.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:33). Hergê tu hevaltiyê dikî tevî merivên sert, berzeq û bêmerîfet, hingê ev xeyset-hunurên wane xirab wê derbazî ser te bin jî.

    Ça nihêrandina rêalî xwey kin: Hevalên te dikarin rastî derecên giran bên û gelek xemgîn û dilteng bin jî. Alî wan bike, lê nehêle ku çetinayên wan te qudûm bêxin. Keçikeke bi navê Mîşêl dibêje: “Em gerekê tenê tevî merivên dilteng wede derbaz nekin, çimkî usa emê ziyanê bidine xwe”.

 Hê zêde derheqa vê yekê bixûne

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên”, û em hema wî wedeyîda dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Dibe ku carna tera çetin e nihêrandina pozîtîv xwey kî wê dinyayêda, ku bi çetinaya tije ye? Bixûne “Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?