Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Gava Min Rezîl Dikin?

Çi Bikim Gava Min Rezîl Dikin?

 Xwe bicêribîne

Carna her kes ji me hewcê rezîlkirin û şîretên wan e, yên ku dikarin alî me bikin, wekî aliyê başda bêne guhastinê. Hela bifikire, wekî wan derecada teyê çi bikira.

  1. Dersdarê te dibêje, wekî te dersên xwe rind nekiriye. Ew şîretê dide te: “Tu gerekê rind xwe hazir kî”.

    Tuyê çi bikî?

    1. Guh nedî (“Ez ber çevê wî reş im”.)

    2. Guh bidî (“Ezê evê şîretê hildim hesab”.)

  2. Te otaxa xwe daye hev, lê diya te dibêje, wekî otaxa te hevketî ye.

    Tuyê çi bikî?

    1. Guh nedî (“Ew timê razî nîne”.)

    2. Guh bidî (“Min dikaribû hê baş bikira”.))

  3. Xûşka teye biçûk dibêje, wekî tu timê hindava wêda sert î.

    Tuyê çi bikî?

    1. Guh nedî (“Ewê îda zeyla min biriye”)

    2. Guh bidî (“Rastî jî ez gerekê hê zêde hindava wêda hizkirinê bidime kifşê”.)

Ser hine cahila dibêjin “xeyîdok”, çimkî ser her tiştî, hela hê bona şîreteke biçûk jî dixeyîdin. Tu jî yekî usa nî? Hergê belê, wê baş be tiştekî bikî. Zanî çima? Çimkî çaxê tu rezîlkirin û şîreta qebûl dikî, ev fereseteke qîmet e û dikare him niha him jî axiriyêda alî te bike.

Hergê şîretek te xweş nayê, dîsa jî pişt guhê xweva nevêje, evê yekê çi ku tu gerekê bibihêyît

 Çima carna rezîlkirin kêrhatî ye?

  • Çimkî tu bêqisûr nînî. Kitêba Pîroz dibêje: “Em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2). Lema jî me hemûyara şîret lazim in.

    “Ez timê tînim bîra xwe, wekî hemû meriv gunekar in, û şaşî para jîyîna me ne. Lema jî gava kesek şîretê dide min, ez ser xwe dixebitim ku tiştekî ji vê yekê hîn bim û dîsa şaşiya nekim” (Davîd).

  • Çimkî tu timê dikarî tiştekî diha baş bikî. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê serwaxt şîret ke û ewê hê serwaxt be” (Metelok 9:9). Şîreteke baş wê hingê tera kêrhatî be, gava tu qebûl kî.

    “Berê nihêrandina min ser şîreta, nerast bû. Min tirê dixwazin min nimiz kin. Lê niha ez guh didime şîreta û hela hê jî dixwazim ku min şîret kin, çimkî nêta min ev e ku tiştekî diha baş bikim” (Sêlêna).

Hemikî hêsa ye şîreta ku te xwexa xwestiye, qebûl kî. Lê çetin e şîreta ku tu hîviyê nîbûyî, qebûl kî. Keçikeke bi navê Natalî, nemek standibû, kîderê ku çend şîret wêra hatibûn dayînê. Ew dibêje: “Ez ecêbmayî mam. Min çiqas qewat dida xebatê, lê dewsa razîbûnê, ez neheq kirim!”

Dibek tişteke usa tevî te jî qewimiye. Dereceke usada wê ça rast bûya xwe bidine kifşê?

 Çawa hîn bim rezîlkirinê rast qebûl kim?

  • Guh bide.

    Kitêba Pîroz dibêje: “Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e” (Metelok 17:27). Hergê kesek şîretê dide te, rind guhê xwe bide wî, seva ku bin êmosiyada tiştekî usa nebêjî, ji bo çi jî paşê poşman bî!

    “Çaxê kesek şîretê dide min, ez derbêra dixwazim xwe rast derxim. Lê wê baş be şîretê qebûl kim, wekî careke din şaşiya nekim” (Sara).

  • Dîna xwe bide şîretê, ne ku li ser wî merivî, kîjan ku şîretê dide.

    Dibeke carna dixwazî xwexa şîretekê bidî wî merivî, kîjan ku te şîret dike. Lê wê baş be guh bidî şîreta Kitêba Pîroz: “Bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsk′etinêda giran be” (Aqûb 1:19). Gava te şîret dikin, gelek car vê yekêda rastî jî heye. Hergê şîretek te xweş nayê, dîsa jî pişt guhê xweva nevêje, evê yekê çi ku tu gerekê bibihêyî.

    “Berê gava dê-bavê min ez şîret dikirim, ez hêrs diketim û min digot: ‘Ez zanim!’ Min fem kir: hergê rind guh bidî şîreta û qebûl kî, ev yek wê kareke mezin tera bîne” (Êdûard).

  • Nihêrandina rast hindava xweda xweyî ke.

    Hergê kesek şîret daye te, ev nayê hesabê ku tu bêkêr î. Kêmasiyên me hemûya jî hene. Hela hê ev meriv jî, kîjan ku şîretê dide te, carna hewcê rezîlkirin û şîretê ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Li rûyê erdê zilamê salih tuneye ku, hertim qenciyê bike” (Waîz 7:20).

    “Hevaleke min şîret da min, lê min tirê ez hewcê vê şîretê nîbûm. Rast e min razîbûn ji wê xwest, ku ewê pê dilê sax her tişt minra got, lê dîsa jî ez dilteng bûm. Wede şûnda min fem kir, wekî ewê rast digot. Bi saya şîreta wê, min têderxist ku ser çi gerekê bixebitim, çimkî pêşda min ew kêmasî nav xweda nedidît” (Sofîa).

  • Nêtê bide pêşiya xwe.

    Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “yê guh dide hilatinê, firaseta wî zêde dibe” (Metelok 15:5). Hergê tu şîretê qebûl kî, tuyê dewsa ku bixeyîdî, destpêkî ser xwe bixebitî. Xwera girafîkê saz ke ku ça nêta xwe bînî sêrî, û dîna xwe bidê ku çawa tu pêşda diçî.

    “Seva ku şîreta qebûl kin, lazim e nihêrandina rast hindava xweda xweyî kî. Usa tuyê bikaribî kêmasiyên xwe têderxî, baxşandinê bixwazî û xwe rast kî” (Êmma).

Temamkirin: Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çawa hesin bi hesin tê tûjkirinê, usa jî meriv hesinê hevalê xwe ye” (Metelok 27:17). Şîret mîna haceta ne ku alî te dikin xwe aliyê başda biguhêzî. Qebûlkirina şîreta wê kêrî te bê çawa niha usa jî çaxê tu emirda mezin bî.