Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Ez Hazir im Başqe Bijîm?

Ez Hazir im Başqe Bijîm?

Dibeke tu dixwazî başqe bijî û didî ber çevê xwe ku ew yek wê çiqas baş be, lê usa jî dibeke tirs dikeve dilê te. Gelo tu ça dikarî têderxî hela tu hazir î başqe bijî yan na?

 Xwe bicêribîne tu çira dixwazî başqe bijî

Gelek menî dikarin hebin ku tu bixwazî ji mala dê-bavê xwe cihê bî, lê hine ji wan meniya dikarin ne bîlanî bin. Mesele, gedekî bi navê Marîo dibêje: “Min dixwest ji dê-bava başqe bijîm, wekî cabdariyên malê ji stûyê xwe derxim”.

Bi rastî heger tu ji mala dê-bavê xwe cihê bî, azabûna te wê hê kêm be. Onya ya ku 18 salî ye, dibêje: “Heger tu ji mal herî, tu gerekê xwexa îda miqatî mala xwe bî, xwarinê çêkî û hemû xerc xwexa bidî. Û gava tera alîkarî yan şîret lazim bê, dê-bav îda wê kêleka te nîbin”.

Fikira sereke: Seva ku fem kî hela tu hazir î xweserî xwe bijî, tu gerekê têderxî çira vê yekê dixwazî.

 Her tişt hilde hesab

Îsa got: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wiyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (Lûqa 14:28). Lê tu ça dikarî xercên xwe bidî “ber hesêb”, pêşiya ku cihê bî.

TU DIKARÎ PERE RAST XERC KÎ?

Kitêba Pîroz dibêje: “Pere jî sitar e” (Waîz 7:12).

  • Tu dikarî pere xwey kî?

  • Tu pere virda-vêda xerc dikî?

  • Tu gelek car pere deynî hildidî?

Heger ji wan hersê pirsa hema ser yekê jî tu dibêjî “erê”, cihêbûn ku tu didî ber çevê xwe ça jîyîneke xweş, dikare bibe jîyîneke bargiran!

“Birê min ji mal çû gava 19 salî bû. Nava salekêda, perê wî çi hebû ewî xerc kir, û erebe ku ewî bi krêdîtê hilda, bank ji wî hilda û îda deynî pere jêra nedida. Axiriyêda birê min lavaya dê-bava dikir ku îzin bidine wî ew vegere mal”.

Tu nihada çi dikarî bikî: Ji dê-bava bipirse ku ewana her meh ça xercê malbetê dadidin. Ewana perê çi didin, û ça safî dikin perê xwe xerc kin? Bi saya çi ewana êkonomiya pere dikin?

Fikira sereke: Heger tu hîn bî çawa rast pere xerc kî heta ku tevî dê-bava dijîyî, tuyê xwe hazir kî bona problêmên pereva girêdayî, gava xweserî xwe bijîyî.

TU YEKÎ BI TERBET Î Û DÎSÎPLÎNA TE HEYE?

Kitêba Pîroz dibêje: “Her kesê xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5).

  • Tu şixulên xwe paş dixî?

  • Dê-bavê te hertim dikin bîra te ku şixulê malê bikî?

  • Tu gelek car dereng têyî mal?

Heger te ser wan hersê pirsa caba xwe da “erê”, tera wê dibeke diha çetin be ku yekî cabdar bî gava ji dê-bava cihê bî.

“Gava tu xweserî xwe dijî, tu wan tişta mecbûr î bikî ku hiz nakî. Tu kes wê neke bîra te wekî çi gerekê bikî, lema jî dîsîplîn gelek ferz e” (Cêsîka).

Tu nihada çi dikarî bikî: Nava mehekêda, çiqas dikarî şixulên malê bike. Mesele, xwexa mal bide hev, kincê xwe bişo, here dikanê, her êvar şîvê hazir ke û paşê firaq jî bişo. Wî cûreyî tuyê fem bikî, ku jîyîna xweserî xwe wê ça be.

Fikira sereke: Hergê tu bixwazî ji dê-bava cihê bî, dîsîplîn û terbetî gelek ferz e.

Heger tu ji dê-bavê xwe cihê bî, lê bona vê yekê hazir nîbî, ew mîna vê yekê ye ça pê paraşûtê ji teyarê banz dî, lê nizanî ew çawa bidî xebatê

TU ÊMOSIYALÎDA QEWÎ YÎ?

Kitêba Pîroz: “Ji xwe dûr xin: Hêrsê, berzeqiyê, xirabiyê, kifirî-zifiriyê û xeberêd necayîz” (Kolosî 3:8).

  • Tera çetin e merivara ziman bivînî?

  • Tu nikarî hêrsa xwe bigirî?

  • Tu her gav dixwazî ya xwe bikî?

Heger ser yek ji wan hersê pirsa caba te “erê” ye, diqewime wê tera çetin be tevî cînarê(a) xwe bijî, û axiriyêda tevî mêr yan jina xwe.

“Gava me tevî hevalên xwe otax kirê hildan, min kêmasiyên xwe dît. Min fem kir ku çaxê cara ez ji bo strêsê pir medekirî me, kesek borcdar nîne min sebir ke. Lema jî ez hîn bûme xwegirtî bim û êmosiyên xwe kontrol bikim” (Hêlêna).

Tu nihada çi dikarî bikî: Hîn be dê-bav û xûşk-birên xwera ziman bivînî. Bîr neke ku rêaksyona te ser kêmasiyên wan meriva tevî kê tu niha dijî, nîşan dike ku tuyê hindava wanda ça bî, tevî kê tuyê paşê bijî.

Fikira sereke: Heger tu tenê xweserî xwe bijî, ev nayê hesabê ku tuyê ji hemû borcdariya aza bî. Lazim e wekî pêşda bona vê yekê hazir bî. Wê baş be ku şîretê hildî ji wan, yên ku îda ji dê-bava cihê bûne. Wana bipirse: “Gava hûn derheqa wî wedeyî difikirin çaxê hûn tevî dê-bavê xwe diman, weyê bixwesta çi bi cûrekî mayîn bikira? Çi ku hûn niha hîn bûne, weyê çi bixwesta hingê bida xebatê? Ew yek wê her safîkirinên ferzda kêrî te bê.