Li gora Yûhenna 6:1-71

  • Îsa 5 000 têr dike (1-15)

  • Îsa ser avêra dimeşe (16-21)

  • Îsa “nanê jîyînê” ye (22-59)

  • Gelek meriv ji bo gotinên Îsa dilikumin (60-71)

6  Paşî vê yekê, Îsa derbazî aliyê dine Bera Celîlê, dêmek Teberyayê bû.  Û elaleteke mezin pey wî diçû, çimkî wana didît ku ewî çawa bi keremetî kesên nexweş qenc dikirin.  Hingê Îsa hilkişiya ser çiyê û tevî şagirtên xwe wêderê rûnişt.  Cejina Derbazbûnê ya Cihûya nêzîk dibû.  Gava Îsa dît, ku elaleteke mezin tê bal wî, Fîlîpora got: “Em kîderê nan bikirin, wekî evan meriva têr kin?”  Lê ewî ev yek digot, wekî wî bicêribîne, çimkî xwexa zanibû ku wê çi bikira.  Fîlîpo wîra got: “Hergê em pê 200 dînarî jî nan bikirin, wê têrê neke ku em hema perîkî bidine her kesî”.  Yek ji şagirtên wî, Endrawis, birê Şimhûn Petrûs, Îsara got:  “Vira gedekî biçûk heye, cem wî pênc nanên ceh û du mesiyên biçûk hene. Lê wê çawa têra haqas meriva bike?” 10  Îsa got: “Meriva bidine rûniştandinê”. Wî cîyî gelek çêre hebû, û yên ku wêderê rûniştin, tenê mêr weke 5 000 bûn. 11  Îsa nan hilda, şikirî da Xwedê û paşê merivara bela kir. Bi vî cûreyî ewî mesiyên biçûk jî bela kirin, û her kesî çiqas dixwest haqas distand. 12  Gava wana têr xwar, ewî şagirtên xwera got: “Van bermaya top kin, wekî tiştek neyê avîtinê”. 13  Wana jî ji wan pênc nanên ceh, ku meriva xwaribû, 12 sevet* tije bermayî top kirin. 14  Gava meriva ev keremeta ku Îsa kir, dîtin, usa digotin: “Bi rastî Pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e”. 15  Hingê Îsa fem kir, ku ewana dixwazin wî bi destê zorê bikine padşa, lema ew tenê dîsa çû ser çiyê. 16  Gava bû êvar, şagirtên wî daketine ber berê. 17  Ewana ketine qeyîkê û rê ketin, wekî derbazî Kepernahûmê, aliyê dine berê bin. Îda terî ketibû erdê, lê Îsa hê nehatibû cem wan. 18  Bakî qayîm rabû û pêlên berê bilind dibûn. 19  Çaxê ewana weke 5 yan 6 kîlomêtra* pêşda çûn, dîtin ku Îsa ser avêra dimeşe û nêzîkî qeyîkê dibe. Ewana gelek tirsiyan, 20  lê Îsa wanra got: “Ez im, netirsin!” 21  Hingê wana bi şabûn ew hildane qeyîkê, û qeyîk derbêra gihîşte wî cîyî, kîderê ku ewana diçûn. 22  Roja din, elaleta ku aliyê dine berê mabû, dît ku pêştirî qeyîkeke biçûk wêderê qeyîk tune bû, lê Îsa neketibû wê qeyîkê, şagirtên wî tenê çûbûn. 23  Wê demê, ji Teberyayê qeyîk hatin û nêzîkî wî ciyî sekinîn, kîderê ku elaletê nan xwaribû, paşî vê yekê çaxê Xudan duada şikirî dabû Xwedê. 24  Gava elaletê dît, ku Îsa û şagirtên wî wêderê nînin, ewana ketine qeyîka û çûne Kepernahûmê, wekî Îsa bigerin. 25  Gava wana Îsa aliyê dine berê dît, wana wîra got: “Dersdar,* tu kengê hatî vira?” 26  Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, hûn min digerin, ne bona wê yekê, ku we keremet dîtine, lê bona wê yekê, ku we ji wî nanî xwariye û têr bûne. 27  Ne ku bona xwarina ku îro heye û sibê tune ye bixebitin, lê bixebitin bona xwarina ku tu car xirab nabe û jîyîna heta-hetayê dide. Vê xwarinê Kurê însên wê bide we, çimkî Bav, Xwedê, mora xweye qebûlkirinê daye ser wî”. 28  Hingê wana ji wî pirsî: “Gerekê em çi bikin, wekî van şixulên Xwedê bînine sêrî?” 29  Îsa wanra got: “Xwedê dixwaze wekî hûn wî bawer bikin, yê ku ewî şandiye”. 30  Lê wana wîra got: “Îja tuyê kîjan keremetê bikî, wekî em bivînin û te bawer bikin? Tuyê çi bikî? 31  Mesele, kal-bavên me beriyêda mana dixwarin, çawa ku hatiye nivîsarê: ‘Ewî ji ezmên nan da wan’”. 32  Hingê Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, ne ku Mûsa bû, yê ku ji ezmên nan da we, lê Bavê min nanê rast ji ezmên dide we. 33  Çimkî nanê Xwedê ew e, yê ku ji ezmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê”. 34  Hingê wana jêra got: “Xudan, hertim vî nanî bide me”. 35  Îsa wanra got: “Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku tê bal min, ewê qe birçî nebe, û yê ku min bawer dike, ewê tu car tî nebe. 36  Lê çawa ku min wera got, we ez dîtim, lê hûn dîsa jî bawer nakin. 37  Hemûyên ku Bav dane min wê bêne bal min, û yê ku bê bal min, ezê tu car berî wî nedim. 38  Çimkî ez ji ezmên hatime xwarê, wekî ne ku qirara xwe bînim sêrî, lê qirara wî, yê ku ez şandime. 39  Qirara yê ku ez şandime ev e, wekî ez hemûyên ku ewî dane min, tu kesî unda nekim, lê roja xilaziyê* wana ji mirinê rakim. 40  Çimkî qirara Bavê min ev e, wekî her kesê ku Kur qebûl dike û wî bawer dike, jîyîna heta-hetayê bistîne, û ezê roja xilaziyê wî ji mirinê rakim”. 41  Hingê Cihûya ser wî kirine kute-kut, çimkî ewî got: “Ez im nanê ku ji ezmên hate xwarê”. 42  Û wana got: “Ne ev Îsayê kurê Ûsiv e? Em diya wî û bavê wî nas dikin. Îja ew ça dibêje: ‘Ez ji ezmên hatime xwarê’?” 43  Îsa ser vê yekê caba wan da: “Bes e nav hevda bikine kute-kut. 44  Tu kes nikare bê bal min heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne, û ezê wî roja xilaziyê ji mirinê rakim. 45  Nivîsarên Pêxemberada hatiye nivîsarê: ‘Ewana hemû wê ji aliyê Yehowada bêne hînkirinê’. Her kesê ku guh dide Bav û hîn dibe, tê bal min. 46  Ev nayê hesabê ku kesekî Bav dîtiye. Tenê yê ku ji Xwedê ye, ewî Bav dîtiye. 47  Ez rast wera dibêjim, yê ku bawer dike, jîyîna wîye heta-hetayê heye. 48  Ez im nanê jîyînê. 49  Kal-bavên we beriyêda mana dixwarin, lê yeke ewana mirin. 50  Lê yê ku vî nanê ku ji ezmên tê xwarê bixwe, ewê nemire. 51  Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê û jîyînê dide, ez im. Hergê kesek vî nanî bixwe, ewê heta-hetayê bijî. Belê, ev nan bedena min e, ya ku ezê bidim wekî dinya bijî”. 52  Hingê Cihû hevra ketine dewê û digotin: “Ev meriv çawa dikare bedena xwe bide me, wekî em bixwin?” 53  Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, hergê hûn ji bedena Kurê însên nexwin û xûna wî venexwin, hûnê jîyînê nestînin.* 54  Yê ku ji bedena min bixwe û xûna min vexwe, wê jîyîna heta-hetayê bistîne. Û ezê wî roja xilaziyê ji mirinê rakim. 55  Çimkî bedena min xwarina rast e û xûna min jî vexwarina rast e. 56  Yê ku ji bedena min dixwe û xûna min vedixwe, ew tevî min yektiyêda dimîne, û ez jî tevî wî yektiyêda dimînim. 57  Çawa ku Bavê sax ez şandim û ez bi saya Bav dijîm, bi wî awayî jî yê ku ji bedena min bixwe, wê bi saya min bijî. 58  Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê, ev e. Ev mîna wî nanî nîne, kîjan ku kal-bavên we dixwarin, lê yeke mirin. Lê yê ku ji vî nanî bixwe, ewê heta-hetayê bijî”. 59  Îsa ev gilî gotin, gava kinîşteke* Kepernahûmêda hîn dikir. 60  Gava şagirtên wî ev yek bihîstin, geleka ji wan gotin: “Ew tiştên çiqas ecêb dibêje! Kî dikare guh bide van giliya?” 61  Lê Îsa zanibû ku şagirtên wî ser vê yekê dikine kute-kut, lema jî ewî wanra got: “Ev yek baweriya we sist dike? 62  Lê hergê hûn bivînin ku Kurê însên hildikişe ciyê ku ew berê wêderê bû, hingê hûnê çi bikin? 63  Ruh* jîyînê dide; beden qe kêrî tiştekî nayê. Giliyên ku min wera gotin, ruh û jîyîn in. 64  Lê nav weda hinek hene, yên ku bawer nakin”. Îsa hê serê sêrîda zanibû kî bawer nake û kî wê nemamiya wî bike. 65  Û ewî got: “Lema jî min wera got, tu kes nikare bê bal min, heta ku Bav îzinê nede”. 66  Bona vê yekê, gelek şagirtên wî vegeriyane şixulên xweye berê û îda pey wî nediçûn. 67  Hingê Îsa ji Donzdeha* pirsî: “Diqewime hûn jî dixwazin herin?” 68  Şimhûn Petrûs caba wî da: “Xudan, em herin cem kê? Gotinên jîyîna heta-hetayê cem te ne. 69  Em bawer dikin û em zanin, wekî tu Pîrozê Xwedê yî”. 70  Îsa wanra got: “Min hûn 12 bijartin, rast e? Lê yek ji we buxdanbêj e”. 71  Bi rastî ewî derheqa Cihûda, kurê Şimhûnê Îsxeryotî digot, kîjan ku rast e yek ji Donzdeha bû, lê hema ew bû, yê ku wê nemamiya Îsa bikira.

Спартьн

Yan “zembîl”.
Raste-rast “weke 25 yan 30 stadiyon”. Stadiyonek weke 185 mêtr bû.
Raste-rast “Rebî”.
Yan “roja paşin”.
Raste-rast “jîyîn nav weda tune ye”.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Dêmek ruhê Xwedê.
Dêmek 12 şandî.