Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Plana Xwendina Kitêba Pîroz

Plana Xwendina Kitêba Pîroz

Bîlaniya herî baş bona jîyîna herrojî Kitêba Pîrozda ne. Hergê tu Kitêba Pîroz her roj bixûnî, ser vê bifikirî û şîretên wê jîyîna xweda bidî xebatê, hingê wê riya te vebe” (Yêşû 1:8; Zebûr 1:1-3). Tu usa jî zanebûnê bistînî derheqa Xwedê û kurê wî Îsa û ev zanebûn dikare te berbi xilazbûnê bive (Yûhenna 17:3).

Kîjan kitêb pey kîjanê tu gerekê bixûnî? Tu dikarî xwexa safî kî. Bi saya vê bernama xwendina Kitêba Pîroz, tu dikarî kitêb pey kitêb bixûnî yan jî li gora têma bijbêrî û bixûnî. Mesele, tu dikarî bixûnî derheqa heleqetiya Xwedê tevî cimeta xwe ya Îsraêla berê, wan seriyada yên ku kifşkirî ne. Usa jî tu dikarî bixûnî wan seriya, yên ku gilî dikin derheqa sazkirina civata Mesîhiya ya qirna yekê û pêşdaçûyîna wan. Hergê tu bixûnî wan seriya, yên ku bona rojekê kifşkirî ne, hingê tuyê bikaribî nava salekêda bi temamî Kitêba Pîroz bixûnî.

Firqî tune tu kîjan plana xwendina Kitêba Pîroze her rojî xwe digirî, mesele plana xwendina Kitêba Pîroz ku bona salekê kifşkirî ye û plana xwendina Kitêba Pîroz, bona wan yên ku teze destpêdikin Kitêba Pîroz bixûnin. Çi jî hebe ev bernama wê alî te bike. Ev bernama xwendina Kitêba Pîroz xwera bide kişandinê û îda îroda destpêke bixûne.