Here Naverokê

Şahidên Yehowa bi Çi Bawer Dikin?

Şahidên Yehowa bi Çi Bawer Dikin?

Riya me, riya Îsa Mesîh û şandiyên wî ye. Ev meqale hin baweriyên me yên esasî bi kurtasî nîşan dide.

  1.   Xwedê. Xwedê yek e, û navê wî Yehowa ye (Zebûr 83:18; Peyxam 4:11). Birahîm pêxember, Mûsa pêxember û Îsa Mesîh ji wî re îbadet dikir (2. Mûsa 3:6; 32:11; Yûhenna 20:17).

  2.   Kitêba Pîroz. Em bawer dikin ku Kitêba Pîroz bi îlhama Xwedê hatiye nivîsandin (Yûhenna 17:17; 2. Tîmotêyos 3:16). Em hemû qismên Kitêba Pîroz qebûl dikin, ên ku wek “Tewrat”, “Zebûr” û “Încîl” yan wek “Peymana Kevn” û “Peymana Nû” tên nas kirin. Wek Profesor Jason D. BeDuhn gotibû, Şahidên Yehowa “bîr û baweriyên xwe bi temamî û bê pêşhikum dispêrin gotinên Kitêba Pîroz”. a

     Em her çi qas temamiya Kitêba Pîroz qebûl dikin jî, em fanatîk nînin. Em dizanin ku hin qismên Kitêba Pîroz bi zimanekî mecazî hatine nivîsandin û gerek bi herfî neyên fehm kirin (Peyxam 1:1).

  3.   Îsa Mesîh. Em şagirtên Îsa Mesîh in, û em wî wek Kurê Xwedê û Xelaskar qebûl dikin (Metta 20:28; Karên Şandiyan 5:31; 11:26). Li gor Kitêba Pîroz, Îsa ne Xwedê ye, û fikra Teslîsê (Sêyane) li Kitêba Pîroz derbas nabe (Yûhenna 14:28).

  4.   Padîşahiya Xwedê. Hin kes difikirin ku Padîşahiya Xwedê tenê rewşeke li dilê şagirtên Îsa ye, lê ev fikir ne rast e. Padîşahiya Xwedê hikumdariyeke li ezmanan e, ya ku wê cihê hikumdariyên li dinyayê bigire û mexseda Xwedê ya ji bo dinyayê bîne cih (Danîêl 2:44; Metta 6:9, 10). Roja Xwedê êdî nêzik e. Kitêba Pîroz nîşan dide ku em niha li “rojên dawîn” a vê dinyayê dijîn (2. Tîmotêyos 3:1-5; Metta 24:3-14).

     Îsa li sala 1914an wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê dest bi hikumdariyê kir (Peyxam 11:15).

  5.   Xelasbûn. Bi saya fîdyeya Îsa Mesîh, em dikarin ji guneh û mirinê xelas bibin (Metta 20:28; Karên Şandiyan 4:12). Ji bo ku em ji fîdyeyê feyde bistînin, gerek em baweriya xwe bi Îsa bînin, li gor qanûnên Xwedê bijîn û bin av bibin (Metta 28:19, 20; Yûhenna 3:16; Karên Şandiyan 3:19, 20). Hal û hereketên kesekî nîşan didin ka baweriya wî bi rastî heye yan na (Aqûb 2:24, 26). Dîsa jî, em nikarin xelasbûnê bi kirinên xwe heq bikin. Xelasbûn tenê bi saya “kerema Xwedê” mumkin e (Galatî 2:16, 21).

  6.   Ezman. Yehowa, Îsa Mesîh û melekên dilsoz li alema ruhî dijîn b (Zebûr 103:19-21; Karên Şandiyan 7:55). Tenê 144.000 însan wê herin ezmanan ku bi Îsa re li Padîşahiyê hikm bajon (Danîêl 7:27; 2. Tîmotêyos 2:12; Peyxam 5:9, 10; 14:1, 3).

  7.   Erd. Xwedê dixwaze ku însan heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn (Zebûr 104:5; 115:16; Waiz 1:4). Însanên guhdar wê bigihîjin bêqisûriyê û heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn (Zebûr 37:11, 34).

  8.   Kul û derd. Gava yek ji melekên Xwedê serî hilda, kul û derdan dest pê kir (Yûhenna 8:44). Vî melekî, yê ku paşê wek “Îblîs” û “Şeytan” hat bi nav kirin, însanên pêşîn Adem û Hewa ji riya rast derxistin, û netîceya vê ji bo zarokên wan pir xerab bûye (1. Mûsa 3:1-6; Romayî 5:12). Ji bo ku pirsên ku Îblîs avêtibû meydanê bên cewab kirin, Xwedê îzin daye ku kul û derd heta wextekê berdewam bikin, lê ewê îznê nede ku kul û derd heta bi hetayê berdewam bikin.

  9.   Mirin. Gava însan dimirin, ew tune dibin (Zebûr 146:4; Waiz 9:5, 10). Ew li cehenemê nayên şewitandin.

     Xwedê wê bi milyaran însanan ji mirinê rake (Karên Şandiyan 24:15). Lê belê, kesên ku piştî rabûna ji mirinê guh nadin Xwedê wê heta bi hetayê bên helak kirin (Peyxam 20:14, 15).

  10.   Malbat. Gava Xwedê jin û mêrê pêşîn afirandibûn, wî dixwest ku zewaca wan daîm be. Li gor Kitêba Pîroz, zewac girêdana yek jin û yek mêr e, û ji bo hevberdanê tenê yek sebeb heye: bêexlaqiya cinsî (Metta 19:4-9). Em bawer in ku hîkmeta Kitêba Pîroz dikare alî malbatan bike ku ew bextewar bibin (Efesî 5:22–6:1).

  11.   Îbadet. Di îbadeta xwe de, em xacê yan nesneyên dînî bi kar naynin (5. Mûsa 4:15-19; 1. Yûhenna 5:21). Hin taybetiyên îbadeta me ev in:

  12.   Teşkîlata me. Her civata Şahidên Yehowa di bin rêberiya komeke kalên civatê de ye. Kalên civatê alimên dînî nînin, û ew ji bo îşê xwe pere nastînin (Metta 10:8; 23:8). Li civînên me pere nayê top kirin, û em mecbûr nînin ku bexşan bidin (2. Korîntî 9:7). Hemû fealiyetên me bi bexşên anonîm tên destek kirin.

     Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa li merkeza me ya cîhanî xizmet dike. Ev koma biçûk a şagirtên Îsa yên bitecrûbe rêberiya hemû Şahidên Yehowa yên li seranserê dinyayê dike (Metta 24:45).

  13.   Yekîtiya me. Li seranserê dinyayê, baweriya me yek e (1. Korîntî 1:10). Em pir xîret dikin ku di nav me de cihêtiya civakî, etnîk yan milî tune be (Karên Şandiyan 10:34, 35; Aqûb 2:4). Dîsa jî, yekîtiya me nayê maneya ku em nikarin qerarên şexsî bidin. Her Şahidê Yehowa qerarên xwe li gor wijdanê xwe dide, yê ku li gor Kitêba Pîroz hatiye perwerde kirin (Romayî 14:1-4; Îbranî 5:14).

  14.   Rabûn û rûniştina me. Em xîret dikin ku di hemû hal û hereketên xwe de hezkirina fedakar nîşan bidin (Yûhenna 13:34, 35). Em ji tiştên ku li Xwedê xweş nayên dûr disekinin, mesela ji neqla xwînê (Karên Şandiyan 15:28, 29; Galatî 5:19-21). Em aştîhez in û em tev li şeran nabin (Metta 5:9; Îşaya 2:4). Em guh didin qanûnên dewletê heta ku dewlet ji me nexweze ku em qanûnên Xwedê xera bikin (Metta 22:21; Karên Şandiyan 5:29).

  15.   Eleqeya me bi kesên din. Îsa wisa emir da: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.” Wekî din, wî got ku şagirtên wî “ne ji dinyayê ne” (Metta 22:39; Yûhenna 17:16). Loma em xîret dikin ku “ji hemûyan re ... qenciyê bikin”. Lê belê em tev li siyasetê nabin, û em xwe ji dîn û baweriyên din dûr digirin (Galatî 6:10; 2. Korîntî 6:14). Dîsa jî, em zorê li tu kesî nakin ku ew jî wek me bin (Romayî 14:12).

 Eger di heqê baweriyên Şahidên Yehowa de pirsên te hebin, tu dikarî li ser malpera me zêdetir melûmatê bistînî, ji yek ji bûroyên me re binivîsî yan telefon bikî, here civîneke li Salona Îbadetê yan bi Şahidên Yehowa yên li herêma te re bipeyivî.

a Li kitêba Truth in Translation, rûpel 165, binêrin.

b Melekên xerab ji ezmanan hatine derxistin, lê ew hê di alema ruhî de ne (Peyxam 12:7-9).