Li gor Yûhena 20:1-31

  • Mezel vala ye (1-10)

  • Îsa ji Meryema Mejdelanî re xuya dibe (11-18)

  • Îsa ji şagirtên xwe re xuya dibe (19-23)

  • Tomas şik dike, lê paşê bawer dike (24-29)

  • Armanca destnivîsê (30, 31)

20  Di roja pêşîn a hefteyê de, sibe zû gava hê tarî bû, Meryema Mejdelanî hat ser mezel, û wê dît ku kevir li ber mezel êdî hatiye rakirin.  Ew bi lez çû ba Şîmûn Petrûs û şagirtê din, ê ku Îsa jê hez dikir, û ji wan re got: “Wan Efendiyê me ji mezel derxistiye, û em nizanin ku wan ew daniye ku derê.”  Hingê Petrûs û şagirtê din ber bi mezel ve çûn.  Her du bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser mezel.  Wî serê xwe xwar kir, li hundir nêrî û kitan raxistî dît, lê ew neket hundir.  Paşê Şîmûn Petrûs jî hat, û ew ket hundirê mezel, û wî jî kitan raxistî dît.  Destmala ku li serê Îsa hatibû girêdan, ne li cem kitanên din bû, lê pêçayî li cihekî din bû.  Hingê şagirtê din jî, yê ku pêşî gihîştibû ser mezel ket hundir û dît û bawer kir.  Lê wan hê ev nivîs fehm nedikir ku gerek Îsa ji nav miriyan bê rakirin. 10  Loma şagirt vegeriyan malên xwe. 11  Lê Meryem li derve, li ber mezel sekinî bû û digiriya. Wê bi girîn serê xwe xwar kir ku li hundirê mezel binêre. 12  Û wê du melekên bi kincên spî li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû danîn, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî, rûniştî dîtin. 13  Melekan ji wê pirsî: “Tu çima digirî?” Wê cewab da: “Wan Efendiyê min derxistiye, û ez nizanim ku wan ew daniye ku derê.” 14  Piştî ku wê wisa got, ew li pişt xwe zivirî û li wê derê Îsa sekinî dît, lê wê fehm nekir ku ew Îsa ye. 15  Îsa jê pirsî: “Tu çima digirî? Tu li kê digerî?” Meryem fikirî ku ew baxçevan e û ji wî re got: “Ezbenî, eger te cesedê wî rakiriye, ji min re bibêje ka te ew daniye ku derê, û ezê wî bibim.” 16  Îsa ji wê re got: “Meryem!” Ew li wî zivirî û bi Îbranî got: “Rabûnî!” (ya ku tê maneya “Mamoste!”) 17  Îsa jê re got: “Min berde, çimkî ez hê hilnekişiyame ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bibêje: ‘Ez hildikişim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û Xwedayê we.’” 18  Meryema Mejdelanî hat ba şagirtan û ev xeber gihand wan: “Min Efendiyê me dît!” Û wê behsa tiştên ku wî jê re gotibûn kir. 19  Wê êvarê di eynî roja pêşîn a hefteyê de, şagirt li hev top bûn û ji ber tirsa Cihûyan derî girtin. Îsa ji wan re xuya bû û got: “Silav* li we.” 20  Paşê wî destên xwe û tenişta xwe nîşanî wan dan. Û şagirt bi dîtina Efendiyê xwe kêfxweş bûn. 21  Îsa dîsa ji wan re got: “Silav* li we. Wek ku Bav ez şandime, ez jî we dişînîm.” 22  Paşê wî pif kir wan û got: “Ruhê pîroz bistînin. 23  Eger hûn gunehên kesekî efû bikin, Xwedê ew êdî efû kirine. Lê eger hûn gunehên kesekî efû nekin, Xwedê ew efû nekirine.” 24  Gava Îsa hat, Tomasê ku yek ji Diwanzdehan* bû û jê re “Cêwî” digotin, ne bi wan re bû. 25  Şagirtên din ji wî re got: “Me Efendiyê xwe dît!” Lê wî ji wan re got: “Heta ku ez li ser destên wî birînên ji bizmaran* nebînim û tiliya xwe nedim birîna wî û destê xwe nedim tenişta wî, ezê qet bawer nekim.” 26  Piştî heşt rojan, şagirtên wî dîsa di malekê de bûn, û vê carê Tomas jî bi wan re bû. Her çi qas derî girtî bûn jî, Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: “Silav* li we.” 27  Piştre wî ji Tomas re got: “Tiliya xwe bide destê min, û li destên min binêre. Û destê xwe bide tenişta min û êdî dudilî nebe, lê bawer bike.” 28  Tomas ji wî re got: “Efendiyê min, Xwedayê min!” 29  Îsa jê re got: “Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Çi qas dilxweş in kesên ku nedîtine, lê dîsa jî bawer dikin.” 30  Helbet Îsa li ber şagirtan gelek mucîzeyên din jî çêkirin, ên ku di vê destnivîsê de nehatine nivîsîn. 31  Lê ev tişt hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye, û bi vê baweriyê hûn bi navê wî jiyanê bi dest bixin.

Jêrenot

Bi herfî “aştî”, “selamet”.
Bi herfî “aştî”, “selamet”.
Yanî 12 şandî.
Yan “mixan”.
Bi herfî “aştî”, “selamet”.