Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 15

Kal di cemaetê de çawa ji xûşk û birayan re xizmetê dikin?

Kal di cemaetê de çawa ji xûşk û birayan re xizmetê dikin?

Fînlanda

Cemaetê dielimîne

Ziyareta Şivantiyê dike

Mizgîniyê belav dikin

Di nav me de sinifeke ruhban, an jî însanên dîndar ên bi meaş tunin. Feqet wekî cemaetên pêşî yên taqîbkarên Îsa Mesîh, îro jî kalên kafî, yanî kesên çavdêr tên tayînkirin. Ew kal di cemaetê de şivantiyê dikin (Karên Şandiyan 20:28). Ev birayên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne, “ne ji mecbûrî, lê ji dil ... ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî” şivantî û rêberiyê dikin (1. Petrûs 5:1-3). Eceba ew ji bo me çi dikin?

Li me xwedî derdikevin û me muhafize dikin. Kal di cemaetê de rêberiyê dikin û ji xûşk û birayan re yardim dikin. Loma xûşk û bira jî îrtibata xwe ya bi Yehowa Xweda re muhafize dikin. Çimkî kal dizanin ku wan ev wezîfeya muhîm ji Yehowa Xweda standiye. Loma ew li ser cemaeta WÎ efendîtiyê nakin. Ew ji bedela vê yekê ji bo xêr û dilşadiya ferdên cemaetê dixebitin (2. Korîntî 1:24). Çawa ku şivanek ji nêzîk ve li her miyeke xwe eleqedar dibe, kal jî mesûliyeta xwe wer tînin cih. Ew dişixulin ku her ferdekî cemaetê ji nêzîk ve nas bikin (Methelokên Silêman 27:23).

Me dielimînin ku em îradeya Xwedê weynin cih. Kal di îbadetên ku her hefte tên kirin de, rêberiyê dikin. Ew di îbadetan de, gotarên ku îmana me saxlem dikin, teqdîm dikin (Karên Şandiyan 15:32). Ev birayên sadiq, di eynî wextê de ji îşê îlankirina Mizgîniyê re jî, rêberiyê dikin. Kal di vî îşî de, bi me re dixebitin û ji bo xizmetê ji her aliyî ve, me talîm dikin.

Ji me her yekî re bi xisûsî dibin destek. Kal ji bo ku îhtiyaçên me yên ruhî temîn bikin, bi xwe tên mala me. Ew carna jî di Salona Îbadetê de, bi me re sohbet dikin. Kalên cemaetê bi vî şikilî ji Kitêba Pîroz malûmatên bi feyde, yên ku însanan teselî dikin bi me re parve dikin (Aqûb 5:14, 15).

Pirraniya kalan xwediyê îş û aîleyê ne. Loma bi ser wezîfeya wan a di cemaetê de, hê gelek tiştên din jî hene ku ew gerek jê re wextê veqetînin. Kal vê xizmetê ji dil û can dikin. Loma ev birayên sadiq heq dikin ku em ji wan re hurmetê nîşan bidin (1. Selanîkî 5:12, 13).

  • Wezîfeyên kalên cemaetê çi ne?

  • Kal çawa li me eleqedar dibin?