Here Naverokê

Civînên Şahidên Yehowa

Di heqê civînên me de melûmatê bistîne. Li adresên civînan bigere.

Cihekî Nêzik Bibîne (opens new window)

Em Li Îbadetên Xwe Çi Dikin?

Şahidên Yehowa her heftî du caran ji bo îbadetê top dibin (Îbraniyan 10:24, 25). Her kes dikare were îbadetên me. Li van îbadetan em lêkolîna Kitêba Pîroz dikin û hîn dibin ku em çawa dikarin gotinên Kitêba Pîroz di jiyana xwe de bixebitînin.

Piraniya îbadetên me mîna dersên mektebê ne, û hemû temaşevan jî dikarin beşdar bin. Li destpêk û dawiya ibadetên me, em stranekê dibêjin û dua dikin.

Eger hûn dixwazin îbadetên me bibînin, ne lazim e ku hûn jî Şahidê Yehowa bin. Em her kesî dawet dikin. Li îbadetên me pere nayê top kirin.