Li gor Meta 6:1-34

  • GOTARA LI SER ÇIYÊ (1-34)

    • “Rastdariya xwe nedin ber çavê mirovan” (1-4)

    • Duakirin (5-15)

      • Duaya emsal (9-13)

    • Rojîgirtin (16-18)

    • Xezîneyên li ser rûyê erdê û li ezmanan (19-24)

    • “Xeman nexwin” (25-34)

      • Hukimdariya Xwedê bikin tiştê herî muhîm (33)

6  Hay ji xwe hebin ku hûn rastdariya xwe nedin ber çavê mirovan, da ku ew we bibînin. Yan na, hûnê ji Bavê xweyî ezmanî qet bereketekê nestînin.  Loma, wexta ku tu xêrê li belengazan dikî, xwe nede pêş*, wek ku kesên durû li sînagog* û kolanan dikin, da ku kesên din rûmetê bidin wan. Bi rastî, wan xelata xwe jixwe bi temamî standiye.  Lê wexta ku tu xêrê li feqîran dikî, bila destê teyî çepê nizanibe ku destê teyî rastê çi dike,  da ku xêra te veşartî bimîne. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike.  Û gava hûn dua dikin, wek kesên durû nekin, çimkî ew hez dikin ku di sînagogan* de û li kolanên sereke* li ber çavê xelkê dua bikin. Bi rastî, wan xelata xwe jixwe bi temamî standiye.  Lê wexta ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê xweyî ku nayê dîtin re dua bike. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike.  Wek ku kesên ji miletên din dikin, hûn di duayên xwe de eynî peyvan dîsa û dîsa dubare nekin. Ew difikirin ku eger ew gelek peyvan bibêjin, ewê bên bihîstin.  Hûn mîna wan nekin! Çimkî Bavê weyî ezmanî, berî ku hûn tiştekî ji wî bixwazin, jixwe dizane ku ji we re çi lazim e.  Ji ber vê yekê, bi vî awayî dua bikin: ‘Bavê me yê li ezmanan, bila navê te pîroz be*. 10  Bila Hukimdariya* te bê. Bila daxwaza te wek li ezmên li ser rûyê erdê jî bê cih. 11  Nanê me ji bo îro bide me, 12  û şaşiyên me* efû bike, wek ku me jî şaşiyên kesên din efû kirine. 13  Nehêle ku em bikevin ceribandinê*, lê me ji destê Îblîs* xelas bike.’ 14  Eger hûn sûcên mirovan efû bikin, Bavê weyî ezmanî jî wê sûcên we efû bike. 15  Lê eger hûn sûcên kesên din efû nekin, Bavê we jî wê sûcên we efû neke. 16  Dema ku hûn rojiyê digirin, wek durûyan xwe xemgîn nîşan nedin, çimkî ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew birojî ne. Bi rastî, wan xelata xwe jixwe bi temamî standiye. 17  Lê wexta ku tu rojiyê digirî, serê xwe rûn bike û ser û çavê xwe bişo. 18  Bi vî awayî, kesên din wê nebînin ku tu rojiyê digirî, lê bi tenê Bavê teyî ezmanî, yê ku nayê dîtin, wê te bibîne. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike. 19  Êdî ji xwe re li ser rûyê erdê xezîneyan top nekin, çimkî kêzik* û zeng dikarin wan xera bikin, û diz dikarin bikevinê û bidizin. 20  Li şûna vê, ji xwe re li ezmên xezîneyan top bikin. Ne kêzik, ne jî zeng dikarin wan xera bikin, û ne jî diz dikarin bikevin nav û tiştekî bidizin. 21  Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be. 22  Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te zelal bibîne*, temamiya bedena te wê bi ronahiyê* ve tije bibe. 23  Lê eger çavê te hesûd* be, temamiya bedena te wê tarî be. Eger ronahiya di dilê te de bi eslê xwe tarî be, ev çi tariyeke mezin e! 24  Tu kes nikare ji du axayan re xulamtiyê bike. Çimkî ewê yan ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, yan jî ewê ji yekî re dilsoz bimîne û qedrê yê din negire. Hûn nikarin hem ji Xwedê re hem jî ji dewlemendiyê re xulamtiyê bikin. 25  Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Êdî ji bo jiyana xwe* xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Yan jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ji xwarinê û beden ji kincan ne biqîmettir e? 26  Ka li çivîkên ezmanan binêrin. Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de tiştekî top dikin, dîsa jî Bavê weyî ezmanî wan têr dike. Ma hûn ji wan ne biqîmettir in? 27  Kî ji we, eger ew xeman bixwe, dikare emrê xwe tenê deqeyek dirêjtir bike? 28  Hûn çima ji bo kincan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku ew çawa mezin dibin. Ew ne dixebitin û ne jî kincan didûrûn. 29  Lê belê, ez ji we re dibêjim, heta Silêman Padîşah jî di hemû rûmeta xwe de wek yek ji wan kinc li xwe nekirin. 30  Îcar, madem ku Xwedê nebatên çolê yên ku îro hene û sibê tune ne*, ew qas dixemilîne, ewê çi qas zêdetir we bi kinc bike, ey hûn kêmbawerno! 31  Loma qet xeman nexwin û nebêjin ‘Emê çi bixwin?’ yan ‘Emê çi vexwin?’ yan jî ‘Emê çi li xwe bikin?’. 32  Çimkî mirovên ku Xwedê nas nakin ji bo van tiştan xeman dixwin. Bavê weyî ezmanî jixwe dizane ku hûn hewceyî van hemû tiştan in. 33  Hukimdariya Xwedê û guhdarîkirina wî* di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, û Xwedê wê hemû tiştên lazim bide we. 34  Loma ji bo sibê qet xeman nexwin, çimkî sibê xemên nû wê hebin. Derdê her rojê têra wê rojê dike.

Jêrenot

Bi herfî “li pêşiya xwe li boriyê nexe”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “goşeyên kolanên sereke”.
Yan “pîroz bê dîtin”, “bi qedir bê pîrozkirin”.
Bi herfî “Padîşahiya”.
Bi herfî “deynên me”.
Bi herfî “me nede ceribandinê”.
Bi herfî “yê xerab”.
Bi herfî “bizûz”.
Yan “çavê te li ser tiştekî be”. Bi herfî “sade be”.
Yan “şewqê”.
Bi herfî “xerab”.
Yan “canê xwe”.
Bi herfî “di tendûrê de tên şewitandin”.
Yan “rastdariya Xwedê”.