Li gor Meta 20:1-34

  • Paleyên rez eynî meaş distînin (1-16)

  • Îsa dîsa behsa mirina xwe dike (17-19)

  • Xwestina cihên baş di Hukimdariyê de (20-28)

    • Fîdyeya Îsa ji bo gelekan (28)

  • Çavên du zilamên kor vedibin (29-34)

20  Hukimdariya ezmanan dişibe xwediyê rezekî, yê ku serê sibehê derket, da ku ji bo rezê xwe li paleyan bigere.  Piştî ku ew bi paleyan re li hev hat ku dînarekê wek meaşê rojekê bide wan, wî ew şandin nav rezê xwe.  Gava ew di saeta sisêyan de* dîsa derket, wî li sûkê kesên bêşixul dîtin  û ji wan re got: ‘Hûn jî herin nav rezê min, û ezê heqê we bidim we.’  Îcar ew jî çûn. Xwediyê rez di saeta şeşan û nehan de jî derket û eynî tişt kir.  Cara dawîn, ew di saeta yanzdehan de derket û dîsa kesên din dîtin û ji wan re got: ‘Hûn çima temamiya rojê li vir sekinîne û bêşixul mane?’  Wan wisa cewab da: ‘Çimkî tu kesî şixul nedaye me.’ Wî ji wan re got: ‘Hûn jî herin nav rezê min.’  Gava bû êvar, xwediyê rez ji berdestiyê xwe re got: ‘Gazî paleyan bike û meaşê wan bide wan. Bi yên dawîn dest pê bike û bi yên pêşîn xelas bike.’  Gava paleyên ku di saeta yanzdehan de dest bi şixul kiribû, hatin, her yekî ji wan dînarek stand. 10  Wexta ku dora paleyên pêşîn hat, ew fikirîn ku ewê zêdetir pereyan bistînin, lê ji wan re jî yek dînar hat dayîn. 11  Gava wan meaşê xwe stand, wan gazin ji xwediyê rez kirin 12  û gotin: ‘Ew paleyên dawîn tenê saetek şixulîn, lê me temamiya rojê di bin tavê de şixulekî giran kir, dîsa jî te di nav me û wan de ferq nekir!’ 13  Lê xwediyê rez ji yek ji wan re wisa got: ‘Hevalo, ez neheqiyê li te nakim. Em li hev hatin ku tuyê dînarekê bistînî, ma ne wisa ye? 14  Meaşê xwe bistîne û here. Min çi daye te, ez dixwazim bidim paleyê dawîn jî. 15  Ma ev ne heqê min e ku ez bi pereyê xwe çi bixwazim, bikim? Yan tu çavnebariyê dikî* ji ber ku ez destvekirî* me?’ 16  Bi vî awayî, kesên dawîn wê bibin kesên pêşîn, û kesên pêşîn wê bibin kesên dawîn.” 17  Gava Îsa hildikişiya Orşelîmê, di rê de wî 12 şagirtên xwe dan aliyekî û ji wan re wisa got: 18  “Ka binêrin, em niha hildikişin Orşelîmê, û Kurê Mirov wê bê dayîn destê serokên kahînan û qanûnzanan. Û ewê fermana mirinê bidin wî 19  û wî bidin destê mirovên miletên din, da ku ew qerfên xwe bi wî bikin, bidin ber qamçiyan û wî li ser dar îdam bikin. Û di roja sisêyan de ewê ji mirinê bê rakirin.” 20  Piştî vê yekê, diya kurên Zebedî tevî kurên xwe hat cem Îsa, ket ser çokan û tiştek ji wî rica kir. 21  Wî ji wê re got: “Tu çi dixwazî?” Wê cewab da wî: “Soz bide ku bila her du kurên min di Hukimdariya te de li aliyê teyî rastê û li aliyê teyî çepê rûnin.” 22  Îsa wisa cewab da: “Hûn nizanin ku hûn çi rica dikin. Kasa ku ezê jê vexwim, gelo hûn dikarin jê vexwin?” Wan ji wî re got: “Erê, em dikarin.” 23  Îsa ji wan re got: “Hûnê helbet ji kasa min vexwin, lê ev yek ku kî li aliyê minî rastê û li aliyê minî çepê rûne, ne qerara min e. Bavê min qerarê dide ku ji bo kê ew cih hatine hazirkirin, û ewê li wan cihan rûnin.” 24  Gava deh şagirtên din ev yek bihîst, ew bi van du birayan hêrs bûn. 25  Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Hûn dizanin ku hukimdarên miletan xwe di ser mirovan re digirin*, û rêberên mezin bi zordarî li ser wan hukim dikin. 26  Gerek di nav we de ne wisa be. Lê yê ku dixwaze di nav we de bibe yê mezin, gerek xizmetkarê we be. 27  Û yê ku dixwaze di nav we de bibe yê pêşîn, gerek xulamê we be. 28  Çawa ku Kurê Mirov nehatiye ku ji wî re xizmet bê kirin, lê ku ji kesên din re xizmetê bike û canê xwe ji bo gelekan wek fîdye bide.” 29  Gava ew ji Erîhayê derdiketin, gelek mirov li pey wî çûn. 30  Îcar du zilamên kor li kêleka rê rûniştî bûn. Gava wan bihîst ku Îsa derbas dibe, wan bi dengekî bilind gazî kir: “Efendiyê me, Kurê Dawid, rehmê li me bike!” 31  Lê mirov aciz bûn û ji wan re gotin ku bila ew hiş bin. Lê wan bi dengekî hê jî bilindtir gazî kir: “Efendiyê me, Kurê Dawid, rehmê li me bike!” 32  Îcar Îsa sekinî, gazî wan kir û got: “Hûn çi dixwazin ku ez ji bo we bikim?” 33  Wan ji wî re got: “Efendiyê me, bila çavên me vebin.” 34  Dilê Îsa bi wan şewitî, loma wî destê xwe da ser çavên wan, û di cih de çavên wan vebûn, û ew li pey wî çûn.

Jêrenot

Berî nîvro, saet neh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Bi herfî “çavê te xerab e”.
Bi herfî “baş”.
Yan “xwe ji mirovan mezintir dikin”.