Li gor Yûhena 13:1-38

  • Îsa lingên şagirtên xwe dişo (1-20)

  • Îsa eşkere dike ku Cihûda xayîn e (21-30)

  • Emrê nû (31-35)

    • “Eger hûn ji hevdû hez bikin” (35)

  • Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar bike (36-38)

13  Berî Cejna Derbasbûnê, Îsa êdî dizanibû ku saeta wî hatiye ku ew vê dinyayê bihêle û here ba Bav. Îsa ji şagirtên xwe, yên ku di vê dinyayê de bûn hez kir, û wî ji wan heta dawiyê hez kir.  Wexta şîvê bû. Îblîs êdî ev yek kiribû dilê Cihûdayê kurê Şîmûnê Îsxeryot ku ew Îsa bide dest.  Îsa, yê ku dizanibû ku Bav her tişt daye destê wî û ku ew ji ba Bav hatiye û diçe ba Bav,  ji ser xwarinê rabû, xeftanê xwe da aliyekî, pêşgîrek hilda û li pişta xwe girêda.  Paşê wî av kir teştê û dest bi şûştina lingên şagirtên xwe kir, û bi pêşgîra ku wî li pişta xwe girêdabû, ziwa kirin.  Gava dora Şîmûn Petrûs hat, wî ji Îsa re got: “Efendiyê min, ma tuyê lingên min bişoyî?”  Îsa ji wî re got: “Tiştê ku ez dikim tu niha fehm nakî, lê paşê tuyê fehm bikî.”  Petrûs jê re got: “Ezê tu caran îzin nedim ku tu lingên min bişoyî.” Îsa got: “Eger ez lingên te neşom, tu nikarî bi min re bî.”  Hingê Şîmûn Petrûs got: “Efendiyê min, îcar ne tenê lingên min, lê dest û serê min jî bişo.” 10  Îsa ji wî re got: “Yê ku hatiye şûştin, ji xeynî lingên wî, ne hewce ye ku ew bê şûştin, çimkî ew bi temamî paqij e. Hûn paqij in, lê ne hemû ji we.” 11  Wî dizanibû ku kî wê wî bide dest, loma wî got: “Ne hemû ji we paqij in.” 12  Piştî ku wî lingên wan şûştin û xeftanê xwe li xwe kir, ew dîsa li ser sifrê rûnişt û ji wan re got: “Hûn fehm dikin ku min ji bo we çi kiriye? 13  Hûn ji min re dibêjin ‘Mamoste’ û ‘Efendî’, û hûn rast in, çimkî ez ew im. 14  Madem ku ez Efendî û Mamoste me, û min lingên we şûştin, îcar gerek hûn jî lingên hevdû bişon. 15  Min ji we re mînakek hişt, da ku her tiştê ku min ji bo we kiriye, hûn jî eynî wisa bikin. 16  Bi rastî, xulam ji axayê xwe ne mezintir e, û ne jî yê ku hatiye şandin, ji yê ku ew şandiye mezintir e. 17  Madem ku hûn van tiştan dizanin, eger hûn wan dikin, hûn dilxweş in. 18  Ez ne behsa we hemûyan dikim. Yên ku min hilbijartine, ez wan nas dikim. Lê ev yek çêbû, da ku ev nivîs bê cih: ‘Yê ku nanê min dixwar li dijî min rabûye*.’ 19  Berî ku ev tişt çêbin, ez wan ji we re dibêjim, da ku gava ev tişt çêbin, hûn bawer bikin ku ew ez im. 20  Bi rastî, yê ku kesê ku ez dişînim qebûl dike, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, ew yê ku ez şandime jî qebûl dike.” 21  Piştî van gotinan, dilê* Îsa teng bû û wî bi eşkereyî got: “Bi rastî, yek ji we wê min bide dest.” 22  Şagirtan li hev nêrî û meraq kir ka ew behsa kê dike. 23  Yekî ji şagirtan, ê ku Îsa jê hez dikir, li kêleka* Îsa li ser sifrê rûniştî bû. 24  Hingê Şîmûn Petrûs ji wî re îşaret kir û got: “Ji me re bibêje, ka ew behsa kê dike.” 25  Wî kesî xwe nêzîkî singê Îsa kir û jê pirsî: “Efendiyê min, tu behsa kê dikî?” 26  Îsa cewab da: “Ez pariyê nên bixim tasê û bidim kê, ew e.” Piştî ku wî nan xist tasê, wî ew da Cihûdayê kurê Şîmûnê Îsxeryot. 27  Piştî ku Cihûda pariyê nên hilda, Şeytan li ser dilê wî tesîr kir. Îsa ji wî re got: “Tiştê ku tu dikî, zû bike.” 28  Lê tu kesî ji yên ku li ser sifrê rûniştî bûn, fehm nekir ku wî çima wisa got. 29  Ji ber ku qutiya pereyan li ba Cihûda bû, hin kes difikirîn ku Îsa ji wî re gotibû: “Tiştên ku ji bo cejnê ji me re lazim in, bikire”, yan ku gerek ew tiştekî bide feqîran. 30  Piştî ku wî pariyê nên stand, ew di cih de derket derve. Û şev bû. 31  Gava ew derket derve, Îsa got: “Niha Kurê Mirov tê birûmetkirin û Xwedê bi saya wî tê birûmetkirin. 32  Xwedê bi xwe wê wî birûmet bike û ewê wî di cih de birûmet bike. 33  Dostên* min, ez bi tenê wexteke kin bi we re me. Hûnê li min bigerin, wek ku min ji Cihûyan re got, ez ji we re jî dibêjim, ‘Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.’ 34  Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kiriye, hûn jî ji hevdû hez bikin. 35  Eger hûn ji hevdû hez bikin, her kes wê bizane ku hûn şagirtên min in.” 36  Şîmûn Petrûs ji wî pirsî: “Efendiyê min, tuyê herî ku derê?” Îsa cewab da: “Cihê ku ez diçimê, niha tu nikarî li pey min werî, lê tuyê paşê werî.” 37  Petrûs jê re got: “Efendiyê min, çima ez niha nikarim li pey te werim? Ezê canê xwe ji bo te bidim.” 38  Îsa ji wî re got: “Tuyê canê xwe ji bo min bidî? Bi rastî, berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.”

Jêrenot

Bi herfî “pehniya xwe li dijî min bilind kiriye”.
Bi herfî “ruh”.
Bi herfî “ber singê”.
Bi herfî “zarokên biçûk”.