Li gor Meta 19:1-30

  • Zewac û hevberdan (1-9)

  • Hediyeya azibbûnê (10-12)

  • Îsa ji bo xêra zarokan ji Xwedê re dua dike (13-15)

  • Pirsa zilamekî dewlemend (16-24)

  • Fedakariyên ji bo Hukimdariya Xwedê (25-30)

19  Gava Îsa gotinên xwe xelas kirin, ew ji Celîleyê çû û gihîşt sînorê Cihûstanê, li aliyê din ê Çemê Urdunê.  Gelek mirov li pey wî çûn, û wî ew li wê derê qenc kirin.  Fêrisî hatin ba Îsa, da ku wî biceribînin. Wan ji wî pirsî: “Ma îzin heye ku mêr ji bo her sebebî jina xwe berde?”  Îsa cewab da: “Ma we nexwendiye, yê ku ew çêkirine di destpêkê de ew wek jin û mêr çêkirin  û got: ‘Ji ber vê yekê, mêr wê dev ji dê û bavê xwe berde û bi jina xwe re bijî*, û her du wê bibin yek*’?  Da ku ew êdî ne didu, lê yek* bin. Loma yên ku Xwedê gihandine hev*, bila mirov ji hevdû veneqetîne.”  Wan ji wî re got: “Lê Mûsa çima emir da ku gerek kaxiza berdanê bê dayîn û jin bê berdan?”  Îsa ji wan re got: “Ji ber dilhişkiya we Mûsa destûr da ku hûn jinên xwe berdin, lê di destpêkê de ne wisa bû.  Ez ji we re dibêjim: Her kesê ku bêyî sebebê bêexlaqiya cinsî jina xwe berde û bi keseke din re bizewice, zinayê dike.” 10  Şagirtan ji Îsa re got: “Eger halê mêr bi jinê re wisa be, çêtir e ku mirov nezewice.” 11  Îsa cewab da: “Ne her kes dikare wisa bijî. Bi tenê yên ku vê hediyeyê* qebûl dikin, dikarin wisa bijîn. 12  Hin kes ji roja bûyîna xwe ve xadim* in, hin kes ji aliyê mirovan ve hatine xadimkirin û hin kesên din jî ji bo xatirê Hukimdariya ezmanan xwe kiriye xadim. Yê ku dikare wisa bijî, bila wisa bijî.” 13  Hingê mirovan zarok dianîn ba Îsa, da ku ew destên xwe deyne ser wan û ji bo wan dua bike. Lê şagirtên wî nehişt ku ew vêya bikin. 14  Îsa ji wan re got: “Bihêlin, bila zarok werin ba min û rê li ber wan negirin. Çimkî Hukimdariya ezmanan aîdî kesên wek wan e.” 15  Wî destên xwe danîn ser wan û ji wê derê çû. 16  Piştî vê, kesek hat cem Îsa û got: “Mamoste, gerek ez çi qenciyê bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” 17  Îsa ji wî re got: “Tu çima ji min dipirsî ku qencî çi ye? Tenê Xwedê qenc e. Eger tu dixwazî jiyanê bistînî, her gav li gor emiran bimeşe.” 18  Wî pirsî: “Kîjan emir?” Îsa cewab da: “Nekuje, zinayê neke, nedize, şahidiya derewîn neke, 19  qedrê dê û bavê xwe bigire, û wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe jî hez bike.” 20  Wî xortî got: “Ez xwe li van hemû emran digirim, ma dîsa çi maye?” 21  Îsa ji wî re got: “Eger tu dixwazî bêkêmahî bî, here, mal û milkê xwe bifiroşe û bide feqîran. Hingê li ezmanan xezîneya te wê hebe. Û li pey min were.” 22  Gava wî xortî ev yek bihîst, ew xemgîn bû û ji wê derê çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû. 23  Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: “Bi rastî, ji bo mirovekî zengîn wê pir zehmet be ku bikeve Hukimdariya ezmanan. 24  Dîsa ez ji we re dibêjim, ev yek ku deveyek* di qula derziyekê re derbas bibe, hêsantir e ji vê yekê ku mirovekî zengîn bikeve Hukimdariya Xwedê.” 25  Gava şagirtan ev yek bihîst, ew gelekî şaş man, û wan pirsî: “Îcar kî dikare xelas bibe?” 26  Îsa li wan nêrî û got: “Ji bo mirovan ev yek nemumkin e, lê ji bo Xwedê her tişt mumkin e.” 27  Hingê Petrûs wisa got: “Ka binêre, me her tişt hişt, û em li pey te hatin. Îcar feydeya me wê çi be?” 28  Îsa ji wan re got: “Bi rastî, di dema nûkirinê de, gava Kurê Mirov li ser textê xweyî birûmet rûne, hûn ên ku li pey min hatin, hûnê li ser 12 textan rûnin û bibin hakimên 12 eşîrên Îsraîlê. 29  Û her kesê ku ji bo xatirê navê min mal, yan xwişk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zarok, yan erdê xwe hiştibe, ewê 100 qat zêdetir bistîne û jiyana herheyî wek mîras bistîne. 30  Lê gelek kesên pêşîn wê bibin kesên dawîn, û kesên dawîn wê bibin kesên pêşîn.

Jêrenot

Bi herfî “bi jina xwe ve bizeliqe”.
Yan “bedenek”.
Yan “bedenek”.
Bi herfî “kirine di bin nîrekî de”.
Yanî hediyeya azibbûnê.
Bi herfî “zilamekî ku hatiye xesandin”, “zilamekî nemêr”.
Yan “hêştir”.