Li gor Yûhena 3:1-36

  • Îsa û Nîkodêmos (1-21)

    • Ji nû ve çêbûn (3-8)

    • Xwedê ji dinyayê hez kir (16)

  • Yehya şahidiya dawîn li ser Îsa dike (22-30)

  • “Yê ku ji jor tê” (31-36)

3  Fêrisiyekî bi navê Nîkodêmos hebû. Ew serokekî Cihûyan bû.  Ew bi şev hat cem Îsa û ji wî re got: “Mamoste, em dizanin ku Xwedê tu wek mamoste şandî, çimkî ev mucîzeyên ku tu çêdikî, mirov bê alîkariya Xwedê nikare çêke.”  Îsa ji wî re got: “Bi rastî, eger kesek ji nû ve* çênebe, ewê nikaribe Hukimdariya Xwedê bibîne.”  Nîkodêmos jê pirsî: “Ma kesekî kal çawa dikare ji nû ve çêbe? Ma ew dikare dîsa bikeve zikê diya xwe û çêbe?”  Îsa cewab da: “Bi rastî, eger kesek ji av û ruh* çênebe, ewê nikaribe bikeve Hukimdariya Xwedê.  Ji bedenê, beden çêdibe û ji ruh, ruh çêdibe.  Ji ber ku min ji te re got: ‘Gerek hûn ji nû ve çêbin’, şaş nemîne.  Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Hûn dengê ba dibihîzin, lê hûn nizanin ku ew ji ku derê tê, yan diçe ku. Halê kesê ku ji ruh çêdibe jî wisa ye.”  Nîkodêmos ji Îsa pirsî: “Ev tişt çawa mumkin in?” 10  Îsa got: “Tu mamosteyê Îsraîlê yî û van tiştan nizanî? 11  Bi rastî, tiştê ku em dizanin em dibêjin, û tiştê ku me dîtiye em şahidiya wî dikin. Lê hûn şahidiya me qebûl nakin. 12  Min behsa tiştên ku li ser erdê ne kir, lê hûn bawer nakin. Îcar, eger ez behsa tiştên ezmanî bikim, hûnê çawa bawer bikin? 13  Wekî din, tu mirov hilnekişiya ezmên, ji xeynî Kurê Mirov, ê ku ji ezmên hatiye xwarê. 14  Çawa ku Mûsa li çolê mar rakir, wisa jî gerek Kurê Mirov bê rakirin, 15  da ku her kesê ku bi wî bawer bike jiyana herheyî bi dest bixe. 16  Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da, da ku her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, helak nebe, lê jiyana herheyî bi dest bixe. 17  Xwedê Kurê xwe neşand dinyayê, da ku ew dinyayê hukim bike, lê da ku dinya bi navgîniya wî xelas bibe. 18  Yê ku baweriya xwe bi wî tîne, wê neyê mehkûmkirin. Lê yê ku baweriya xwe bi wî nayne, êdî hatiye mehkûmkirin, çimkî wî baweriya xwe bi* Kurê yekta yê Xwedê neaniye. 19  Esasê hukimkirinê ev e: Ronahî hatiye dinyayê, lê mirovan ne ji ronahiyê, lê ji tariyê hez kiriye, çimkî kirinên wan xerab bûn. 20  Yê ku tiştên xerab dike, ji ronahiyê nefret dike û naçe ba ronahiyê, da ku kirinên wî eşkere nebin. 21  Lê yê ku tiştên rast dike, ew diçe ba ronahiyê, da ku eşkere bibe ku kirinên wî li gor daxwaza Xwedê bûn.” 22  Piştî vê yekê, Îsa bi şagirtên xwe re çû gundên Cihûstanê, û li wê derê wî wext bi wan re derbas kir û mirov vaftîz dikirin*. 23  Lê li Aynonê, nêzîkî Salîmê, Yehya* jî mirov vaftîz dikirin*, çimkî li wê derê pir av hebû. Mirov dihatin ba wî û vaftîz dibûn*. 24  Hingê Yehya* hê nehatibû avêtin hebsê. 25  Di nav şagirtên Yehya* û Cihûyekî de li ser adeta paqijkirinê minaqeşe çêbû. 26  Îcar ew çûn ba Yehya* û jê re gotin: “Mamoste, zilamê ku bi te re li aliyê din ê Çemê Urdunê bû, yê ku te di heqê wî de şahidî kir, mirovan vaftîz dike*, û her kes diçe ba wî.” 27  Yehya* cewab da: “Heta ku ji ezmên ji mirov re neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne. 28  Hûn bi xwe şahid in ku min wisa gotibû: ‘Ez ne Mesîh im, lê ez di pêşiya wî de hatime şandin.’ 29  Bûk a kê be, zava ew e. Lê birazavayê ku li wê derê sekinî ye, bi bihîstina dengê wî dilxweş dibe. Loma dilxweşiya min jî temam bûye. 30  Gerek ew bi dewamî mezintir bibe, lê gerek ez bi dewamî biçûktir bibim.” 31  Yê ku ji jor tê, di ser hemûyan re ye. Yê ku li ser erdê ye, di heqê tiştên ku li ser erdê ne xeber dide, çimkî ew ji erdê ye. Yê ku ji ezmên tê, di ser hemûyan re ye. 32  Ew li ser tiştên ku wî dîtine û bihîstine şahidiyê dike, lê tu kes şahidiya wî qebûl nake. 33  Lê yê ku şahidiya wî qebûl dike, îsbat dike* ku Xwedê rast e. 34  Çimkî yê ku Xwedê şandiye, ew gotinên Xwedê dibêje, ji ber ku Xwedê bi awayekî destvekirî ruhê xwe dide. 35  Bav ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî. 36  Yê ku bi Kur bawer dike, ewê jiyana herheyî bi dest bixe. Lê yê ku guhdariya Kur nake, ewê jiyanê nebîne, lê xezaba Xwedê wê li ser wî bimîne.

Jêrenot

Yan belkî “ji jor ve”.
Yanî ruhê Xwedê.
Bi herfî “bi navê”.
Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”. Wisa tê fehmkirin ku vaftîzbûn di bin rêberiya Îsa de dihat kirin. Li Yûhena 4:2 binêre.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.
Yan “imad dibûn”, “bin av dibûn”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad dike”, “bin av dike”.
Yan “Yûhena”.
Bi herfî “mor dike”.