Li gor Meta 22:1-46

  • Mîsala dawetê (1-14)

  • Xwedê û Qeyser (15-22)

  • Pirsa li ser rabûna miriyan (23-33)

  • Du emrên herî muhîm (34-40)

  • Gelo Mesîh kurê Dawid e? (41-46)

22  Îsa dîsa bi destê mîsalan bi wan re xeber da:  “Hukimdariya ezmanan dişibe padîşahekî ku daweta kurê xwe kir.  Wî xulamên xwe şandin, da ku mêvanan gazî dawetê bikin, lê mêvanan qet nedixwest werin.  Wî xulamên din jî şandin û got: ‘Ji mêvanan re bibêjin: “Min ji bo dawetê şîv hazir kiriye, min ga û dewarên xwe yên qelew şerjê kirine. Her tişt hazir e. Werin dawetê.”’  Lê wan ev teklîf avêt pişt guhê xwe û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe.  Yên mayî jî, xulamên wî girtin, li wan xistin û ew kuştin.  Hêrsa padîşah rabû, û wî eskerên xwe şandin, ew mêrkuj dan kuştin û bajarê wan da şewitandin.  Paşê wî ji xulamên xwe re got: ‘Dawet hazir e, lê mêvan ne hêja bûn.  Loma herin kolanên ku ji bajêr derdikevin, û her kesê ku hûn bibînin, gazî dawetê bikin.’ 10  Xulam jî çûn kolanan, û wan hemû kesên ku ew rastî wan hatin, kesên baş û kesên xerab, li hev top kirin. Bi vî awayî, salona dawetê bi mêvanan ve tije bû. 11  Gava padîşah ket hundir ku li mêvanan binêre, wî zilamek dît, ê ku kincên dawetê li xwe nekiribûn. 12  Û padîşah ji wî pirsî: ‘Hevalo, tu çawa bêyî kincên dawetê ketî hundir?’ Wî nikaribû tiştekî bibêje. 13  Hingê padîşah ji xulamên xwe re got: ‘Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Ewê li wê derê bike qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bike.’ 14  Çimkî yên ku hatine gazîkirin gelek in, lê yên ku hatine hilbijartin hindik in.” 15  Paşê Fêrisî çûn û bi hev re şêwirîn ku çawa Îsa bi gotinên wî bixin dafikê. 16  Wan şagirtên xwe tevî piştgirên Hêrodês şandin ba wî. Wan ji Îsa re got: “Mamoste, em dizanin ku tu her tim rastiyê dibêjî û li gor rastiyê hîn dikî ku gerek em çawa li ser rêya Xwedê bimeşin. Ji bo te ne muhîm e ku kesên din ji te razî bin, çimkî tu qet ferq û cudahiyê naxî nav mirovan. 17  Ka ji me re bibêje: Tu çi difikirî, ma dibe ku bac ji Qeyser* re bê dayîn yan na?” 18  Ji ber ku Îsa niyeta xerab a dilê wan dizanibû, wî wisa got: “Durûno, hûn çima min diceribînin? 19  Ka pereyê ku bac pê tê dayîn, nîşanî min bidin.” Wan dînarek anî ba wî. 20  Îsa ji wan pirsî: “Ev sûret û nivîsa kê ye?” 21  Wan got: “Ya Qeyser* e.” Hingê wî ji wan re got: “Îcar tiştên Qeyser bidin Qeyser, lê tiştên Xwedê bidin Xwedê.” 22  Gava wan ev yek bihîst, ew pir şaş man. Wan Îsa hîşt û çûn. 23  Wê rojê Sadûqî, yên ku bi rabûna miriyan bawer nakin, hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: 24  “Mamoste, Mûsa wisa gotibû: ‘Eger zarokên zilamekî tune bin û ew bimire, gerek birayê wî bi jinbiraya xwe re bizewice û bi vî awayî zuriyeta birayê xwe dewam bike.’ 25  Îcar heft bira hebûn. Birayê pêşîn zewicî û mir. Lê ew bê zarok mir, loma jina wî ji birayê wî re ma. 26  Eynî tişt hat serê birayê diduyan û yê sisêyan, û serê hemû heft birayan, heta ku ew mirin. 27  Dawiya dawî, jin jî mir. 28  Îcar di dema rabûna miriyan de, ji wan heft birayan, jin wê bibe jina kê? Çimkî her heft bi wê re zewicî bûn.” 29  Îsa jî ji wan re got: “Hûn şaş in, çimkî hûn ne Nivîsarên Pîroz û ne jî qudreta Xwedê dizanin. 30  Di dema rabûna miriyan de, jin û mêr nazewicin, lê ew wek melekên ezmanan in. 31  Lê di heqê rabûna miriyan de, ma we nexwendiye ku Xwedê ji we re çi gotibû: 32  ‘Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb ez im’? Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê saxan e.” 33  Gava xelkê ev yek bihîst, ew bi vê yekê ku wî çawa hîn dikir heyran ma. 34  Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan girt, ew bi hev re, wek komekê, hatin ba wî. 35  Û kesekî ji wan, ê ku Qanûn baş dizanî, ji bo ku Îsa biceribîne wisa jê pirsî: 36  “Mamoste, di Qanûnê de emrê herî muhîm çi ye?” 37  Îsa wisa cewab da: “‘Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe û bi temamiya hişê* xwe hez bikî.’ 38  Ev emrê pêşîn e û yê herî muhîm e. 39  Emrê diduyan jî dişibe yê pêşîn û ev e: ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.’ 40  Ev her du emir, esasê temamiya Qanûnê û hemû Nivîsarên Pêxemberan e.” 41  Gava Fêrisî hê bi hev re bûn, Îsa ji wan pirsî: 42  “Hûn li ser Mesîh çi difikirin? Gelo ew kurê kê ye?” Wan ji wî re got: “Kurê Dawid e.” 43  Îcar Îsa ji wan pirsî: “Eger wisa be, çima Dawid bi îlhama Xwedê ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’? Ma wî wisa nenivîsiye: 44  ‘Yehowa ji Efendiyê min re got: “Li milê minî rastê rûne heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te”’? 45  Madem ku Dawid ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’, ew çawa dibe kurê wî?” 46  Êdî tu kesî nikaribû peyvekê jî ji Îsa re bibêje, û ji wê rojê û pê ve tu kes newêribû ji wî pirsan bipirse.

Jêrenot

Yan “Sezar”.
Yan “Sezar”.
Yan “aqil”.