Li gor Meta 24:1-51

  • NÎŞANA HAZIRBÛNA MESÎH (1-51)

    • Şer, xela, erdhej (7)

    • Mizgînî wê bê belavkirin (14)

    • Tengasiya mezin (21, 22)

    • Nîşana Kurê Mirov (30)

    • Dara hêjîrê (32-34)

    • Mîna rojên Nûh (37-39)

    • Hişyar bimînin (42-44)

    • Xulamê dilsoz û xulamê xerab (45-51)

24  Gava Îsa ji îbadetgehê derdiket, şagirtên wî nêzîkî wî bûn, da ku bala wî bikişînin ser avahiyên îbadetgehê.  Wî ji wan re wisa got: “Gelo hûn van hemû tiştan dibînin? Bi rastî, li vir kevir wê li ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran bibe.”  Wexta ku Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê rûniştî bû, şagirtên wî bi tena serê xwe hatin ba wî, û wan ji wî pirsî: “Ka ji me re bibêje, ev tişt wê kengê çêbin? Çi wê bibe nîşana hazirbûna te û nîşana rojên dawîn ên vê dinyayê?”  Îsa cewaba wan da: “Hay ji xwe hebin ku tu kes we nexapîne.  Çimkî gelek kes wê bi navê min werin û bibêjin, ‘Ez Mesîh im’ û wê gelekan bixapînin.  Hûnê dengê şeran û xeberên li ser şeran bibihîzin. Lê netirsin, çimkî gerek ev tişt çêbin, lê ev hê ne dawî ye.  Milet wê li hember milet rabe û hukimdarî wê li hember hukimdariyê rabe. Û li gelek cihan xela û erdhej wê çêbin.  Ev hemû tişt destpêka êş û janan in.  Hingê mirov wê zilmê li we bikin û we bikujin. Û ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin. 10  Gelek kes wê ji rê derkevin û hevdû bidin dest û ji hev nefret bikin. 11  Gelek pêxemberên sexte wê derkevin û gelekan bixapînin. 12  Û ji ber zêdebûna bêqanûniyê, hezkirina gelekan wê sar bibe. 13  Lê yê ku heta dawiyê sebir* bike, ewê xelas bibe. 14  Û ev mizgîniya Padîşahiyê* wê li seranserê dinyayê bê belavkirin, da ku hemû milet vê mizgîniyê bibihîzin, û hingê dawî wê bê. 15  Gava hûn wek Danîêl pêxember gotibû tiştê pîs, ê ku wêran dike, li cihekî pîroz sekinî dibînin (bila xwendevan baş fehm bike), 16  hingê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan. 17  Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û nekeve hundirê mala xwe, da ku tiştekî hilde. 18  Û yê ku li nav zeviyê be, bila venegere ku kirasê xwe hilde. 19  Wey li jinên bihemle û li yên ku di van rojan de zarokê xwe dimêjînin! 20  Tim dua bikin ku revîna we ne li zivistanê û ne jî di roja Sebtê* de be. 21  Çimkî wê demê tengasiya mezin wê çêbe, ya ku ji destpêka dinyayê ve heta niha çênebûye û wê careke din çênebe. 22  Eger ew roj neyên kinkirin, tu mirov wê xelas nebe. Lê ji bo xatirê yên hilbijartî, ew roj wê bên kinkirin. 23  Hingê, eger kesek ji we re bibêje: ‘Ka binêre, Mesîh li vir e!’ yan ‘Ew li wê derê ye!’, bawer nekin. 24  Çimkî Mesîhên sexte û pêxemberên sexte wê derkevin, û ewê mucîze û nîşanên mezin çêkin, da ku eger mumkin be yên hilbijartî jî bixapînin. 25  Ji bîr nekin, min hûn hişyar kirin. 26  Loma eger mirov ji we re bibêjin: ‘Va ye, ew li çolê ye’, neçin wê derê. Yan jî: ‘Va ye, ew di hundirê malê de ye’, bawer nekin. 27  Çawa ku birûsk ji rojhilatê heta rojavayê şewq dide, hazirbûna Kurê Mirov jî wê bi eynî awayî be. 28  Kelaş* li ku derê be, qertel* jî wê li wê derê kom bibin. 29  Hema piştî wan rojên tengasiyê, roj wê tarî bibe û heyv wê ronahiya xwe nede. Stêr wê ji ezmanan bikevin, û qudretên ezmanan wê bên hejandin. 30  Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmanan xuya bibe, û hemû miletên dinyayê* wê şînê bigirin û li singê xwe bixin. Û ewê Kurê Mirov, ê ku li ser ewrên ezmanan bi qudret û bi rûmeta mezin tê, bibînin. 31  Û Kurê Mirov wê melekên xwe bi dengê bilind ê boriyê bişîne, û melekên wî wê ji her çar aliyên dinyayê ve*, ji aliyekî ezmanan heta aliyê din, hilbijartiyên wî top bikin. 32  Ji dara hêjîrê vê dersê bistînin: Wexta ku çiqilên wê mezin dibin û pelên wê şîn dibin, hûn fehm dikin ku havîn êdî nêzîk bûye. 33  Bi eynî awayî, gava hûn van hemû tiştan dibînin, bizanin ku ew* nêzîk e, erê, li ber derî ye. 34  Bi rastî, ev hemû tişt wê bên cih berî ku ev nesil* derbas bibe. 35  Erd û ezman tune bibin jî, peyvên min wê her û her bimînin. 36  Lê belê, tu kes nizane ku ew roj û saet wê kengê be, ne melekên ezmanan, ne jî Kur, bi tenê Bav dizane. 37  Di rojên Nûh de çawa bû, hazirbûna Kurê Mirov jî wê wisa be. 38  Çimkî di rojên berî tofanê de, mirovan dixwar, vedixwar, dizewicîn û mêr dikirin heta roja ku Nûh ket gemiyê. 39  Û mirovan bala xwe nedida ku çi diqewime heta ku tofan rabû û hemû bi xwe re birin. Hazirbûna Kurê Mirov jî wê bi eynî awayî be. 40  Hingê du zilam wê di nav zeviyê de bin, yek wê bê birin û yê din wê bê hiştin. 41  Du jin wê genim bihêrin, yek wê bê birin û ya din wê bê hiştin. 42  Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin ku Efendiyê we wê di kîjan rojê de bê. 43  Lê bawer bin, eger xwediyê malê bizane ku diz wê kengê* bikeve mala wî, ewê hişyar bimîne û nehêle ku diz bikeve malê. 44  Ji ber vê yekê, hûn jî hazir bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê wisa de bê ku hûn ne li bendê ne. 45  Xulamê dilsoz û bihîkmet bi rastî kî ye, yê ku axayê wî li ser xizmetkarên mala xwe kiriye mesûl, da ku ew xwarina wan di wexta rast de bide wan? 46  Çi qas dilxweş e ew xulam, gava axayê wî were û bibîne ku ew hema wisa dike! 47  Bi rastî, ewê wî li ser hemû mal û milkê xwe bike mesûl. 48  Lê eger ew xulam xerab derkeve û di dilê xwe de bibêje: ‘Axayê min dereng dikeve’, 49  û ew dest pê bike ku li xulamên din bixe û bi serxweşan re bixwe û vexwe, 50  Axayê wî wê di rojeke wisa de were ku ew xulam ne li bendê ye, û di saetekê de ku ew pê nizane, 51  û ewê cezayekî mezin bide wî û wî bavêje cihê durûyan. Li wê derê, ewê bike qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bike.

Jêrenot

Yan “tehemul”.
Yan “Hukimdariya Xwedê”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “laş”.
Yan “eylo”.
Bi herfî “eşîrên dinyayê”.
Bi herfî “ji çar bayan ve”.
Yanî Kurê Mirov.
Yan “nifş”.
Yan “şevê di saeta çendan de”.