Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 25

Salonên Îbadetê çima û çawa tên avakirin?

Salonên Îbadetê çima û çawa tên avakirin?

Bolîvya

Nîjerya, berê û paşê

Tahîtî

Şahidên Yehowa li temamiya dinyayê di Salonên Îbadetê de bi şikilekî muntezam li hev top dibin. Meseleya merkezî, ya ku li wê derê tê mizakerekirin Padîşahiya Xwedê ye. Di xizmeta Îsa Mesîh de jî ev mesele, ya herî muhîm bû (Lûqa 8:1).

Ew ji bo îbadetên ku ji Yehowa Xweda re tên kirin, merkez in. Cemaet îşê belavkirina Mizgîniya Padîşahiyê, li Salonên Îbadetan îdare dikin (Metta 24:14). Mezinahî û şikilê avakirina Salonên Îbadetan carna çeşîd bi çeşîd in. Feqet ew gişt avahiyên sade ne. Pirraniya wan salonan ji hêla gelek cemaetan ve tên şixulandin. Di van salên dawîn de hijmara cemaetan pirr zêde bû. Loma ji bo îbadetê bi dehhezaran Salonên nû (di yek rojekê de teqrîben pênc salon) hatin avakirin. Eceba ev yek çawa mimkun dibe? (Metta 19:26).

Ew bi hîbeyên ku ji foneke merkezî re tên hîbekirin, tên avakirin. Ev hîbe gişt ji Beytelê re tên şandin. Beytel jî, wan dişîne cemaetên ku ji bo avakirin, an jî tamîrkirina Salona Îbadetê îhtiyaç pê hene.

Ew ji aliyê kesên dilxwaz ve tên avakirin. Li gelek welatan Ekîbên Avakirina Salonên Îbadetan tên tertîbkirin. Ev ekîb gişt ji kesên bi dilxwazî tên meydanê. Ew kes li mintiqeyên kenar be jî, terin cemaetên ku îhtiyaç bi wan heye. Ew ji her projeyekê re rêveberiyê dikin û li wê derê Şahidên Yehowa talîm dikin. Li hin welatan jî Şahidên Yehowa yên ku ji bo vî îşî bi tecrûbe ne hene. Ev kes li cihên xisûsî, avakirin û tadîlata Salonên Îbadetê koordîne dikin. Ev birayên xwedîhuner di vî îşî de bi dilxwazî û bê pere dişixulin. Ew ji bo durimeke acîl, tim ji xizmetê re hazir in. Pirraniya kesên ku di projeya avahiyê de dixebitin, ji kesên cemaeta wê derê ne. Ev îş gişt bi saya Ruhê Yehowa Xweda û bi saya xîretkêşiya qewmê wî mimkun dibe (Zebûr 127:1; Kolosî 3:23).

  • Mexseda Salonên Îbadetê çi ye?

  • Li ser temamiya dinyayê Salonên Îbadetê çawa tên avakirin?