Li gor Yûhena 17:1-26

  • Duaya dawîn a Îsa bi şandiyên wî re (1-26)

    • Ji bo ku jiyana herheyî bistînin, lazim e ku Xwedê nas bikin (3)

    • Şagirtên Îsa ne wek mirovên vê dinyayê ne (14-16)

    • “Peyva te rastî ye” (17)

    • ‘Min navê te da zanîn’ (26)

17  Piştî van gotinan, Îsa çavên xwe ber bi ezmên ve rakirin û got: “Bavo, saet hatiye. Kurê xwe birûmet bike, da ku kurê te, te birûmet bike.  Çimkî te qudreta li ser hemû mirovan daye wî, da ku ew jiyana herheyî bide hemû kesên ku te dane wî.  Ji bo ku jiyana herheyî bistînin, lazim e ku mirov te, ku tenê tu yî Xwedayê rast, nas bikin* û Îsayê Mesîh ê ku te şandiye jî nas bikin.  Min îşê ku te daye min aniye cih û bi vê yekê min tu li ser rûyê erdê birûmet kirî.  Û niha Bavo, min li aliyê xwe bi rûmeta ku li ba min hebû, gava ez li aliyê te bûm berî ku dinya çêbû, birûmet bike.  Min navê te ji mirovan re, yên ku te ji dinyayê dane min, eşkere kiriye. Ew yên te bûn, û te ew dan min, û wan xwe li peyva te girtiye*.  Niha ew dizanin ku hemû tiştên ku te dane min, ji te ne,  çimkî gotinên ku te dane min, min dan wan û wan jî ew qebûl kirine. Û ew baş dizanin ku ez wek temsîlkarê te hatime, û wan bawer kiriye ku te ez şandime.  Ez ji bo wan rica dikim. Ez ne ji bo dinyayê rica dikim, lê ji bo yên ku te dane min rica dikim, çimkî ew yên te ne. 10  Hemû yên min yên te ne, û hemû yên te yên min in, û ez di nav wan de hatime birûmetkirin. 11  Êdî ez ne li dinyayê me, lê ew li dinyayê ne, û ez têm cem te. Ya Bavê Pîroz, ji bo xatirê navê xwe, yê ku te daye min, li wan xwedî derkeve, da ku ew bibin yek*, wek ku em yek in*. 12  Gava ez bi wan re bûm, ez ji ber navê te, yê ku te daye min, li wan xwedî derketim. Min ew parastin û ji xeynî kurê helakê, yek ji wan helak nebûye, da ku Nivîsarên Pîroz bên cih. 13  Lê niha ez têm cem te, û heta ku ez hê li dinyayê me, ez van tiştan dibêjim, da ku dilxweşiya wan wek dilxweşiya min be û ew bi vê dilxweşiyê ve tije bibin. 14  Min peyva te daye wan, lê dinyayê ji wan nefret kiriye, çimkî ew ne wek mirovên vê dinyayê ne, çawa ku ez jî ne wek mirovên vê dinyayê me. 15  Ez rica nakim ku tu wan ji dinyayê derxî, lê ez rica dikim ku tu ji ber Îblîs* li wan xwedî derkevî. 16  Ew ne wek mirovên vê dinyayê ne, çawa ku ez jî ne wek mirovên vê dinyayê me. 17  Wan bi saya rastiyê pîroz bike. Peyva te rastî ye. 18  Çawa ku te ez şandime dinyayê, min jî ew şandine dinyayê. 19  Ez ji bo wan pîroz dimînim, da ku ew jî bi saya rastiyê pîroz bibin. 20  Ez ne bi tenê ji bo wan, lê ji bo hemûyên ku bi gotinên wan baweriyê bi min tînin, rica dikim. 21  Bavo, wek ku tu bi min re di yekîtiyê de yî û ez bi te re di yekîtiyê de me, bila ew hemû bibin yek û bi me re di yekîtiyê de bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime. 22  Min rûmeta ku te daye min, daye wan, da ku ew bibin yek, wek ku em jî yek in. 23  Ez bi wan re di yekîtiyê de me, û tu bi min re di yekîtiyê de yî, da ku ew bi temamî di yekîtiyê de bin. Bi vê yekê dinya wê bizane ku te ez şandime û wek ku te ji min hez kir, te ji wan jî hez kir. 24  Ya Bavo, ez dixwazim ku yên ku te dane min li cihê ku ez lê me, bi min re bin, da ku ew rûmeta min, a ku te daye min, bibînin, çimkî te berî destpêka dinyayê ji min hez kir. 25  Ya Bavê Rastdar, bi rastî dinyayê tu nas nekirî, lê ez te nas dikim, û ew dizanin ku te ez şandime. 26  Min navê te ji wan re daye zanîn û ezê bi dewamî bidim zanîn, da ku ew ji kesên din wisa hez bikin, wek ku te ji min hez kiriye, û ez bi wan re di yekîtiyê de bim.”

Jêrenot

Yan “bi dewamî zanînê li ser te bistînin”.
Yan “wan guh daye peyva te”.
Yan “di yekîtiyê de bin”.
Yan “di yekîtiyê de ne”.
Bi herfî “yê xerab”.