Li gor Meta 28:1-20

  • Îsa ji mirinê tê rakirin (1-10)

  • Pere ji eskeran re tê dayîn ku derew bikin (11-15)

  • ‘Mirovan bikin şagirtên min’ (16-20)

28  Piştî roja Sebtê*, serê sibehê di roja pêşîn a hefteyê de, Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin, da ku li mezel binêrin.  Li wê derê erdhejeke mezin çêbûbû, çimkî melekê Yehowa ji ezmên hatibû xwarê, kevirê li ber mezel da aliyekî û li ser rûniştibû.  Şeklê wî mîna birûskê bû, û kincên wî mîna berfê spî bûn.  Nobedar ji tirsa melek lerizîn û dilê wan sekinî*.  Lê melek ji jinan re got: “Netirsin! Ez dizanim ku hûn li Îsayê ku li ser darê îşkenceyê hatibû îdamkirin, digerin.  Ew ne li vir e. Çawa ku wî gotibû, ew ji mirinê hatiye rakirin. Werin û li cihê ku cesedê wî lê bû, binêrin.  Zû herin ba şagirtên wî û ji wan re bibêjin: ‘Ew ji nav miriyan hatiye rakirin û berî we diçe Celîleyê. Hûnê wî li wê derê bibînin.’ Bila xebera we hebe.”  Jin bi dilekî tirs û kêfxweşiyeke mezin bi lez ji mezel çûn, da ku her tiştî ji şagirtan re bibêjin.  Ji nişka ve Îsa rastî wan hat û got: “Silav li we!” Ew nêzîkî wî bûn, li ber wî ketin ser çokan û bi lingên wî girtin. 10  Hingê Îsa ji wan re got: “Netirsin! Herin û her tiştî ji birayên min re bibêjin, da ku ew herin Celîleyê. Li wê derê ewê min bibînin.” 11  Gava jin hê di rê de bûn, hin ji nobedaran çûn bajêr û tiştên ku çêbûbûn ji serokên kahînan re gotin. 12  Piştî ku serokên kahînan tevî rîspiyan bi hev re şêwirîn, wan gelek zîv dan eskeran 13  û ji wan re got: “Wisa bibêjin, ‘Bi şev, gava em razayî bûn, şagirtên wî hatin û cesedê wî dizî.’ 14  Û eger ev xeber bigihîje guhê walî, hûn qet xeman nexwin. Emê her tiştî ji wî re şirove bikin*.” 15  Wan ev zîv qebûl kirin û li gor rêberiya wan kir. Ev çîrok heta roja îro jî di nav Cihûyan de belav bûye. 16  Her 11 şagirt çûn Celîleyê, li ser çiyayê ku Îsa ew şandin wê derê. 17  Gava wan ew dît, ew li ber wî ketin ser çokan, lê hin ji wan dudilî bûn ka ew Îsa ye. 18  Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: “Ji min re, li ezmanan û li ser rûyê erdê hemû qudret hatiye dayîn. 19  Loma herin, mirovên ji hemû miletan bikin şagirtên min û wan bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz vaftîz bikin*, 20  û wan hîn bikin ku ew hemû tiştên ku min li we emir kirine, bînin cih. Û ezê her tim, heta rojên dawîn ên vê dinyayê bi we re bim.”

Jêrenot

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Bi herfî “ew bûn wek kesên mirî”.
Yan “emê wî îqna bikin”.
Yan “imad bikin”, “bin av bikin”.