Here Naverokê

Bîranîna Mirina Îsa Mesîh

Şemî, 12 Nîsan 2025

Di salê de carekê, Şahidên Yehowa Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz dikin, çimkî ew dixwazin li gor vî emrê Îsa Mesîh bimeşin: “Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19).

Em we dawetî Bîranîna Mirina Îsa Mesîh dikin.

Pirsên Pir Tên Pirsîn

Bername wê çi qas wext bistîne?

Bername wê teqrîben saetekê bistîne.

Bîranîn wê li ku derê bê derbaskirin?

Ji Şahidên Yehowa bipirse.

Gelo derbasbûn bi pere ye?

Na.

Gelo pere tê topkirin?

Na.

Gelo hewce ye ku mirov kinc û bergên xisûsî li xwe bike?

Na. Ji tu kesî nayê xwestin ku ew xwe bi kincên xisûsî bixemilîne. Şahidên Yehowa xîret dikin ku li gor şîreta Kitêba Pîroz bimeşin. Ew kincên sade û maqûl li xwe dikin (1. Tîmotêyos 2:9). Ne hewce ye ku mirov cil û bergên biha yan xisûsî li xwe bike.

Bîranîn wê çawa derbas bibe?

Di destpêk û dawiya civînê de, kilam wê bên gotin, û Şahidekî Yehowa wê dua bike. Di gotara Bîranînê de wê bê şîrovekirin ku mirina Îsa Mesîh çima ew qas muhîm e û em çawa dikarin ji tiştên ku Xwedê û Mesîh ji bo me kirine feydeyê bistînin.

Ji bo melûmatên zêdetir, li meqaleya bi navê “Şahidên Yehowa Şîva Xudan Çawa Derbas Dikin?” binêre.

Bîranîn wê di pêşerojê de kengê bên pîrozkirin?

2025: Şemî, 12ê Nîsanê

2026: Pêncşem, 2yê Nîsanê