Here Naverokê

Here naverokê

Padîşahiya Xwedê wê Kengê li ser Dinyayê Hikum Bajo?

Padîşahiya Xwedê wê Kengê li ser Dinyayê Hikum Bajo?

Hin şagirtên Îsa Mesîh dixwest bizanibin ka Padîşahiya Xwedê wê kengê dest bi hikumdariyê bike. Îsa Mesîh ji wan re got ku ew nikarin wê rojê bizanibin (Karên Şandiyan 1:6, 7). Dîsa jî, wî ji wan re gotibû ku gava ew bibînin ku çend bûyer di eynî wextê de diqewimin, ewê “bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzik e” û wê êdî li ser dinyayê hikum bajo (Lûqa 21:31).

ÎSA MESÎH GOTIBÛ KU ÇI WÊ BIQEWIME?

Îsa Mesîh wisa gotibû: “Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe. Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin” (Lûqa 21:10, 11). Wek xêzên şopa tiliyê, ev bûyer bi hev re nîşaneke zelal tînin meydanê. Çawa ku însan bi şopa tiliyê dikare bê nas kirin, ev yek ku hemû bûyerên ku Îsa Mesîh behsa wan kiribû di eynî wextê de tên meydanê rêyî me dide ku “Padîşahiya Xwedê nêzik e”. Gelo bûyerên wisa di eynî demê de hatine meydanê û li seranserê dinyayê xuya bûne? Bala xwe bide van îsbatan.

1. ŞER

Di sala 1914an de, şerekî bêemsal dest pê kir. Gelek tarîxzan dibêjin ku sala 1914an destpêka demeke nû bû, çimkî wê salê, şerê cîhanî yê yekemîn dest pê kir. Di vî şerî de, tank, bombeyên teyareyan, tifingên otomatîk, gaza bijehr û çekên xedar ên din, cara pêşîn li her derê hatin bi kar anîn. Dû re, di şerê cîhanî yê duyemîn de, çekên nukleer cara pêşîn hatin bi kar anîn. Ji sala 1914an û pê ve, li gelek deran şer hene, û di van şeran de bi milyonan însan hatine kuştin.

2. ZELZELE

Li gor Britannica Academic, her sal weke 100 zelzeleyên mezin çêdibin, yên ku dikarin zerara mezin bidin. Wekî din, Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYA dibêje ku “li gor qeydên pirsalî (ji sala 1900î û pê ve), her sal weke 16 zelzeleyên mezin çêdibin”. Hin kes difikirin ku bi eslê xwe, zelzele zêde nebûne, lê tenê zêdetir tên qeyd kirin. Dîsa jî, eşkere ye ku zelzeleyên mezin li her derê pir zerarê didin û gelek însanan dikujin.

3. XELA

Li seranserê dinyayê, tiştên wek şer, neqanûnîtî, krîzên ekonomîk, metodên şaş ên cotkariyê û felaketên tebîetê dibin sebeba xelayê. Di rapora ji bo sala 2018an de, Bernameya Cîhanî ya Xwarinê wisa dibêje: “Li seranserê dinyayê, 821 milyon însan birçî dimînin. Ji wan, 124 milyon însan pir birçî ne.” Her sal, kêmasiya xwarinê dibe sebeba mirina weke 3,1 milyon zarokî. Di sala 2011an de, weke ji sedî 45an ji zarokên ku li seranserê dinyayê mirin, jiyana xwe seba kêmasiya xwarinê ji dest da.

4. NEXWEŞÎ

Weşaneke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wisa dibêje: “Li sedsala 21ê, çend epîdemiyên mezin çêbûne. Nexweşiyên kevn wek kolera, weba û taya zer vegeriyane, û nexweşiyên nû wek SARS, grîpa pandemîk, MERS, Ebola û Zîka derketine holê.” Û pandemiya COVID-19 ya herî nû ye. Zanyar û doktor her çi qas di heqê nexweşiyan de gelek tiştan hîn bûne jî, çareya hin nexweşiyan hê nehatiye dîtin.

5. BELAVKIRINA MIZGÎNA PADÎŞAHIYÊ

Ji xeynî van bûyerên xerab, Îsa Mesîh behsa tiştekî baş jî kir: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê” (Metta 24:14). Li gel halê xerab ê dinyayê, zêdetirî 8 milyon mirovên ji hemû miletan mizgîna Padîşahiya Xwedê li 240 welat û herêmî bi zêdetirî 1.000 zimanî belav dikin. Di tarîxê de, tiştekî wisa tu caran neqewimîbû.

GELO MANEYA VÊ NÎŞANÊ ÇI YE?

Belê, nîşana rojên dawîn, a ku Îsa Mesîh dabû şagirtên xwe, îro li ber çavê me diqewime. Gelo maneya vê çi ye? Îsa Mesîh wisa gotibû: “Çaxê hûn jî bibînin ku ev tiştên ha çêdibin, bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîk e” (Lûqa 21:31).

Di demeke nêzik de, Padîşahî wê daxwaza Xwedê li dinyayê pêk bîne

Bi saya nîşana ku Îsa Mesîh dabû û ayetên din ên Kitêba Pîroz, em fehm dikin ku Padîşahiya Xwedê di sala 1914an de li ezmanan hat saz kirin. a Wê demê, Îsa Mesîh ji aliyê Xwedê ve wek Padîşah hat tayîn kirin (Zebûr 2:2, 4, 6-9). Di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê li ser dinyayê hikum bajo, hemû hikûmetên însanan ji holê rake, dinyayê bike cenet û fersendê bide însanan ku ew heta bi hetayê bijîn.

Belê, pêkhatina van gotinên Îsa Mesîh nêzik e: “Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Metta 6:10). Ji wexta ku Padîşahiyê di sala 1914an de dest bi hikumdariyê kir û pê ve, gelo serkeftinên Padîşahiyê çi ne? Gava Padîşahiya Xwedê li ser temamiya dinyayê hikum bajo, halê dinyayê wê çawa be?

a Ji bo zêdetir melûmata li ser sala 1914an, li kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be!, ders 32 binêre (ji aliyê Şahidên Yehowa ve hatiye weşandin).