Here Naverokê

Here naverokê

Padîşahiya Xwedê Çi ye?

Padîşahiya Xwedê Çi ye?

Gelek însan dua dikin ku bila Padîşahiya Xwedê bê. Gelo Padîşahiya Xwedê çi ye, û ewê çi bike?

KA BINÊRE KU KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

  • Padîşahiya Xwedê çi ye?

    Padîşahiya Xwedê, hikûmeteke li ezmanan e. Padîşahê vê hikûmetê, Îsa Mesîh e (Îşaya 9:6, 7; Metta 5:3; Lûqa 1:31-33).

  • Padîşahiya Xwedê wê çi bike?

    Ewê xerabiyê ji holê rake û selametê bîne dinyayê (Danîêl 2:44; Metta 6:10).

  • Gerek em çi bikin?

    Gerek em piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin û bawer bin ku tenê ev hikûmet dikare daxwaza Xwedê pêk bîne û halê dinyayê serrast bike (Metta 6:33; 13:44).