Here Naverokê

Here naverokê

“Bila Padîşahiya Te Bê” – Duaya bi Milyonan Însanan

“Bila Padîşahiya Te Bê” – Duaya bi Milyonan Însanan

“Bila padîşahiya te bê” (Metta 6:9). Li seranserê dinyayê, bi milyonan însan gotinên vê duayê gelek caran dubare dikin. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew ji bo Padîşahiya Xwedê dua bikin.

Di serî de, şagirtên Îsa Mesîh hin tiştên ku wî di heqê Padîşahiya Xwedê de gotibûn, fehm nedikirin. Carekê, wan ji wî pirsî ka ewê Padîşahiyê li wê demê saz bike yan na. Lê belê, Îsa Mesîh rasterast cewab neda (Karên Şandiyan 1:6, 7). Gelo ev yek tê maneya ku em nikarin bizanibin ku Padîşahiya Xwedê çi ye û ewê kengê bê? Na!

Ev kovara Birca Çavdêriyê cewabên van pirsên muhîm dide:

  • Em çima hewceyî Padîşahiya Xwedê ne?

  • Padîşahê Padîşahiya Xwedê kî ye?

  • Padîşahiya Xwedê wê kengê li ser dinyayê hikum bajo?

  • Padîşahiya Xwedê wê çi bike?

  • Çima muhîm e ku em piştgiriya Padîşahiya Xwedê bikin?

  • Padîşahiya Xwedê çi ye?