Li gor Lûqa 21:1-38

  • 2 qurişên jinebiya belengaz (1-4)

  • NÎŞANA TIŞTÊN KU WÊ BIQEWIMIN (5-36)

    • Şer, erdhejên mezin, nexweşiyên giran, xela (10, 11)

    • Orşelîm bi eskeran tê girtin (20)

    • Wexta miletan (24)

    • Hatina Kurê Mirov (27)

    • Mîsala dara hêjîrê (29-33)

    • “Hişyar bimînin” (34-36)

  • Îsa di îbadetgehê de hîn dike (37, 38)

21  Gava Îsa li derdora xwe dinêrî, wî dît ku kesên dewlemend bexşên xwe diavêtin qutiyên pereyan.  Hingê wî bala xwe da jinebiyeke belengaz, a ku 2 qurişên* ku qîmeta wan pir kêm bû avêtin,  û wî got: “Bi rastî, vê jinebiya belengaz ji wan hemû kesan zêdetir avêt.  Çimkî wan hemûyan ji zêdehiya milkê xwe bexş avêt, lê wê ji belengaziya xwe her tiştê ku ji bo jiyanê li ba wê hebû, avêt.”  Paşê gava hin kesan behsa îbadetgehê dikir ku ew çawa bi kevirên bedew û tiştên pêşkêşkirî hatiye xemilandin,  wî got: “Ev tiştên ku hûn niha dibînin, roj wê bên ku kevir wê li ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran bibe.”  Hingê wan ji wî pirsî: “Mamoste, gelo ev tişt wê kengê çêbin? Çi wê bibe nîşana ku ev tişt wê biqewimin?”  Wî got: “Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek kes wê bi navê min werin û bibêjin, ‘Ez im Mesîh’, û ‘Wext nêzîk bûye’. Li pey wan neçin.  Û gava hûn di heqê şer û serhildanan de bibihîzin, netirsin. Çimkî gerek pêşî ev tişt çêbin, lê belê dawî hema nayê.” 10  Paşê wî ji wan re got: “Milet wê li hember milet rabe, û hukimdarî wê li hember hukimdariyê rabe. 11  Erdhejên mezin wê çêbin, û li gelek cihan xela û nexweşiyên giran* wê hebin. Tiştên xof û tirs wê çêbin û ji ezmên nîşanên mezin wê bên dîtin. 12  Lê berî ku ev hemû tişt çêbin, mirov wê li dijî we rabin û zilmê li we bikin, ewê we teslîmî sînagogan* bikin û we bavêjin hebsê. Ji ber navê min, ewê we bidin destê padîşah û waliyan. 13  Bi vî awayî hûnê bikarin şahidiyê bidin. 14  Loma di dilê xwe de qerarê bidin ku hûn ji berê ve nefikirin ku hûnê ji bo parastina xwe çi bibêjin, 15  çimkî ezê hîkmetê bidim we û alî we bikim ku hûn bizanin ku gerek hûn çi bibêjin, û dijminên we wê nikaribin cewaba we bidin. 16  Ji xeynî vê, heta dê û bav, bira, meriv û heval wê we bidin dest û hin ji we bikujin. 17  Û ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin. 18  Lê porek jî wê ji serê we winda nebe. 19  Bi sebra* xwe hûnê canê xwe xelas bikin. 20  Gava hûn bibînin ku derdora Orşelîmê bi eskeran hatiye girtin, hingê bizanin ku wêrankirina wê nêzîk bûye. 21  Hingê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan, û yên ku di bajêr de ne, bila jê derkevin, û yên ku li gundan bin, bila nekevin hundirê bajêr. 22  Çimkî ew roj wê bibin rojên edaletê*, da ku hemû tiştên ku hatine nivîsîn bên cih. 23  Wey li jinên bihemle û li yên ku di van rojan de zarokê xwe dimêjînin! Çimkî gelek tengasî wê bên serê vî welatî, û xezeb wê bê ser vî miletî. 24  Hin ji wan wê bi şûr bên kuştin, û yên din wê bi êsîrî bên şandin nav hemû miletan. Heta ku wexta ku ji miletan* re hatiye dayîn temam bibe, milet* wê Orşelîmê bi lingên xwe bipelçiqînin. 25  Wekî din, li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin, û li ser rûyê erdê milet wê ji ber guregura pêlên behrê pir bitirsin û çareyekê nebînin. 26  Ji ber tirsê û ji ber hêviya tiştên ku wê bên serê dinyayê, serê mirovan wê gêj bibe, çimkî qudretên ezmanan wê bên hejandin. 27  Hingê ewê Kurê Mirov, ê ku di nav ewrekî de bi qudret û rûmeta mezin tê, bibînin. 28  Lê gava pêkhatina van tişt dest pê bike, rabin û serê xwe bilind bikin, çimkî xelasiya we nêzîk e.” 29  Paşê wî mîsalek ji wan re got: “Bala xwe bidin dara hêjîrê û hemû darên din. 30  Gava ew dibişkifin, hûn bi xwe dibînin û fehm dikin ku havîn êdî nêzîk e. 31  Bi eynî awayî, gava hûn dibînin ku ev tişt çêdibin, bizanin ku Hukimdariya Xwedê nêzîk e. 32  Bi rastî, hemû tişt wê bên cih berî ku ev nesil* derbas bibe. 33  Erd û ezman tune bibin jî, peyvên min wê her û her bimînin. 34  Lê hay ji xwe hebin, da ku dilê we bi xwarin û vexwarina zêde û bi xemên vê dinyayê giran nebe û ev roj ji nişka ve mîna dafikekê neyê serê we. 35  Çimkî ewê bê serê hemû kesên ku li ser rûyê erdê dijîn. 36  Loma hişyar bimînin û her tim dua bikin, da ku hûn bikarin ji hemû tiştên ku wê çêbin, birevin, û li ber Kurê Mirov bisekinin.” 37  Îsa bi roj di îbadetgehê de hîn dikir, lê ew bi şev diçû ser Çiyayê Zeytûnê û li wê derê radiket. 38  Û temamiya xelkê sibehê zû dihat îbadetgehê, da ku guh bidin wî.

Jêrenot

Bi herfî “2 lepta”.
Yanî nexweşiyên ku zû belav dibin.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “tehemul”.
Yan “heyfhilanîn”.
Yan “pûtperest”.
Yan “pûtperestan”.
Yan “nifş”.