Here Naverokê

Here naverokê

Di bin hikumdariya Xwedê de, yekîtî û selamet hebû

Em Çima Hewceyî Padîşahiya Xwedê ne?

Em Çima Hewceyî Padîşahiya Xwedê ne?

Gava însanên pêşîn hatin xuliqandin, tenê Xwedê – yê ku navê wî Yehowa ye – Hikumdar bû. Hikumdariya wî pir baş bû. Xwedê li rûyê erdê baxçeyekî bedew çêkir ku însan tê de bijîn, û wî têr û tije xwarin da wan. Wekî din, wî di vê Cenetê de îşekî kêfdar da wan (1. Mûsa 1:28, 29; 2:8, 15). Eger însan di bin hikumdariya dilovan a Xwedê de bimana, jiyana wan wê pir xweş bûya.

Însanên pêşîn hikumdariya Xwedê red kir

Kitêba Pîroz – yanî Tewrat, Zebûr û Încîl – nîşan dide ku melekekî li hemberî Xwedê û hikumdariya wî serî hilda. Ev melek paşê wek Îblîs hat bi nav kirin. Wî got ku rêberî û hikumdariya Xwedê ne lazim e. Çi heyf e ku Adem û Hewayê guh da Îblîs û li hemberî Xwedê serî hilda (1. Mûsa 3:1-6; Peyxam 12:9).

Ji ber ku Adem û Hewayê hikumdariya Xwedê red kir, ew ji Cenetê hatin derxistin, û wan hêviya jiyana bêdawî winda kir (1. Mûsa 3:17-19). Qerara wan li ser zarokên wan jî bandor kir. Kitêba Pîroz dibêje ku seba gunehê Adem, “guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat” (Romayî 5:12). Wekî din, seba gunehê Adem, însanan dest bi hikumdariya li ser însanên din kir, û vê yekê kul û derdên mezin anîne meydanê (Waiz 8:9).

DESTPÊKA HIKUMDARIYA ÎNSANAN

Nîmrod li hemberî Yehowa serî hilda

Yek ji hikumdarên pêşîn, ên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, zilamekî bi navê Nîmrod bû. Nîmrod li hemberî hikumdariya Yehowa serî hilda. Ji rojên Nîmrod û pê ve, gelek mirovan qudreta xwe bi awayekî xerab bi kar aniye. Weke 3.000 sal berê, Silêman Padîşah got ku seba hikumdariya însanan, dinya bi zilm û zordariyê ve tije ye (Waiz 4:1).

Îro jî halê dinyayê eynî ye. Di sala 2009an de, weşaneke Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got ku hikumdariya xerab “yek ji sebebên herî mezin ên problemên civakî” ye.

HIKUMDARIYEKE NÛ

Dinya bi rastî jî hewceyî hikumdariyeke baştir e, û Xwedê soz daye ku di demeke nêzik de, hikumdariyeke wisa wê li ser dinyayê hikum bajo.

Hikûmetên însanan çi qas xîret bikin jî, ew nikarin kul û derdên dinyayê safî bikin

Xwedê Padîşahiyeke ku wê cihê hemû hikûmetên dinyayê bigire û heta bi hetayê berdewam bike, saz kiriye (Danîêl 2:44). Padîşahiya ku bi milyonan însan di duayên xwe de behsa wê dikin, ew e (Metta 6:9, 10). Lê belê, Xwedê wê bi tena serê xwe hikum neajo. Wî kesekî din wek Padîşah hilbijartiye. Gelo kî?