Li gora Yûhenna 8:12-59

  • Bav derheqa Îsa şedetiyê dide (12-30)

    • Îsa “ronaya jîyînê” ye (12)

  • Zarên Birahîm (31-41)

    • “Rastî wê we aza ke” (32)

  • Zarên Mîrê-cina (42-47)

  • Îsa û Birahîm (48-59)

8  12  Hingê Îsa dîsa tevî wan xeber da û got: “Ez ronaya dinyayê me. Kî ku pey min tê wê tu car teriyêda negere, lê ewê bibe xweyê ronaya jîyînê”. 13  Ser vê yekê Fêrisiya gotin: “Tu xwexa derheqa xwe şedetiyê didî; şedetiya te nerast e”. 14  Îsa caba wan da: “Hergê ez derheqa xwe şedetiyê didim, şedetiya min rast e, çimkî ez zanim ku ez ji ku hatime û kuda diçim. Lê hûn nizanin ku ez ji ku hatime û kuda diçim. 15  Hûn li gora nihêrandina meriva* dîwanê dikin, lê ez dîwana tu kesî nakim. 16  Lê hergê ez dîwanê bikim jî, dîwankirina min rast e, çimkî ez tenê nînim, lê Bavê ku ez şandime, tevî min e. 17  Qanûna weda jî nivîsar e: ‘Şedetiya du meriva rast e. 18  Ez derheqa xwe şedetiyê didim û Bavê ku ez şandime jî derheqa min şedetiyê dide”. 19  Wana ji wî pirsî: “Bavê te kîderê ye?” Îsa got: “Hûn ne min nas dikin, ne jî Bavê min. Hergê we ez nas kirama, weyê Bavê min jî nas kira”. 20  Ewî ev gilî digotin, gava paristgehêda ber peredangê hîn dikir. Lê tu kesî ew negirt, çimkî wextê wî hê nehatibû. 21  Îsa dîsa wanra got: “Ez diçim, û hûnê min bigerin, lê yeke hûnê nav gunên xweda bimirin. Hûn nikarin bêne ciyê ku ez diçimê”. 22  Hingê Cihûya usa got: “Dibe ku ew dixwaze xwe bikuje? Lema dibêje: ‘Hûn nikarin bêne ciyê ku ez diçimê’”. 23  Îsa wanra got: “Hûn ji erdê ne, ez ji ezmên im. Hûn ji vê dinyayê ne, ez ne ji vê dinyayê me. 24  Lema min wera got: Hûnê nav gunên xweda bimirin. Hergê hûn bawer nekin ku ew ez im, hûnê nav gunên xweda bimirin”. 25  Hingê wana jê pirsî: “Tu kî yî?” Îsa jî wanra got: “Ez badîhewa tevî we xeber didim. 26  Gelek tişt hene ku ez derheqa we bêjim û gelek tişt ku dîwana we bikim. Lê Ewê ku ez şandime rastiyê dibêje, û tiştên ku min ji wî bihîstine, ez dinyayêda dibêjim”. 27  Wana fem nekir ku ew besa Bav dike. 28  Hingê Îsa wanra got: “Gava hûn Kurê însên bilind kin,* hingê hûnê bizanibin ku ew ez im û ez tu tiştî xweserîxwe nakim, lê tenê çi ku Bav ez hîn kirime, ez vê yekê dibêjim. 29  Û Ewê ku ez şandime tevî min e. Ewî ez tenê nehîştime, çimkî ez hertim tiştên ku wî xweş tên, dikim”. 30  Gava ewî ev tişt gotin, geleka wî bawer kirin. 31  Îsa gote wan Cihûya, yên ku baweriya xwe wî anîbûn: “Hergê hûn hînkirina minda dimînin, hûn bi rastî jî şagirtên min in. 32  Hûnê rastiyê bizanibin, û rastî wê we aza ke”. 33  Hineka jêra gotin: “Em zureta Birahîm in, û me tu car kesekîra xulamtî nekiriye. Îja tu çawa mera dibêjî: ‘Hûnê aza bin’?” 34  Îsa wanra got: “Bi rastî, her kesê ku gune dike, xulamê gune ye. 35  Xêncî vê yekê, xulam heta-hetayê mala axayê xweda namîne, lê kur heta-hetayê dimîne. 36  Lema hergê Kur we aza ke, hûnê bi rastî jî aza bin. 37  Ez zanim wekî hûn ji zureta Birahîm in. Lê hûn dixwazin min bikujin, çimkî gotinên min nagihîjine dilê we. 38  Ez wan tişta dibêjim, çi ku min cem Bavê xwe dîtiye, lê hûn tiştên ku we ji bavê xwe bihîstine, dikin”. 39  Wana wîra got: “Bavê me Birahîm e”. Îsa jî got: “Hergê hûn zarên Birahîm bûna, weyê mîna kirên Birahîm bikira. 40  Lê hûn dikin ku min bikujin, wî kesî, yê ku ji Xwedê rastî bihîstiye û wera gotiye. Birahîm usa nedikir. 41  Hûn kirên bavê xwe dikin”. Wana jêra got: “Em ji zinêkariyê nehatine bûyînê. Tenê Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye”. 42  Îsa wanra got: “Hergê Xwedê Bavê we bûya, weyê ez hez kirama, çimkî ez ji Xwedê hatime û bi saya wî ez vira me. Ez xweserîxwe nehatime, lê ewî ez şandime. 43  Çima hûn giliyên min fem nakin? Çimkî hûn nikarin guh bidine giliyên min. 44  Hûn ji bavê xwe Mîrê-cina ne, û hûn dixwazin xwestinên bavê xwe bînin sêrî. Ew hê ji serê sêrîda bû mêrkuj. Ew ser riya rastiyê nema, çimkî dilê wîda rastî tune ye. Gava ew derewa dike, bi vê yekê eyan dike ku yekî çawa ye, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye. 45  Lê ez rastiyê dibêjim, lema hûn min bawer nakin. 46  Kî ji we dikare îzbat ke ku min gune kiriye? Hergê ez rastiyê dibêjim, çira hûn min bawer nakin? 47  Kî ku ji Xwedê ye, guh dide giliyên Xwedê. Lema hûn guh nadin, çimkî hûn ji Xwedê nînin”. 48  Ser vê yekê Cihûya wîra gotin: “Çira em rast nabêjin ku ‘tu Samerî yî û cin teda ye’?” 49  Îsa got: “Cin minda nîne. Ez rûmetê didime Bavê xwe, lê hûn min bêhurmet dikin. 50  Ez rûmeta xwe nagerim, lê Ewê ku dixwaze wekî ez bême rûmetkirinê, Xwedê ye, û hakim Ew e. 51  Ez rast wera dibêjim, kesê ku giliyên min tîne sêrî, ewê tu car mirinê nevîne”. 52  Cihûya wîra gotin: “Niha em zanin wekî cin teda ye. Birahîm miriye, û pêxember jî mirine, lê tu dibêjî: ‘Kesê ku giliyên min tîne sêrî, ewê tu car mirinê nevîne’.* 53  Çira tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew û pêxember jî mirine. Tu xwe dewsa kê datînî?” 54  Îsa got: “Hergê ez rûmetê bidime xwe, rûmeta min tiştek nîne. Yê ku min rûmet dike, Bavê min e, kîjanîra hûn dibêjin, ku Xwedayê we ye. 55  Hûn wî qe nas nakin, lê ez wî nas dikim. Hergê min bigota, ku ez wî nas nakim, ezê jî mîna we derewîn bûma. Lê ez wî nas dikim û giliyên wî tînim sêrî. 56  Hizreta bavê we Birahîm ev bû, ku roja min bivîne, û ewî ew dît û şa bû”. 57  Hingê Cihûya gotine wî: “Tu hê 50 salî jî nînî, û tu dibêjî ku te Birahîm dîtiye?” 58  Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, pêşiya bûyîna Birahîm, ez îda hebûm”. 59  Hingê wana kevir hildan ku bavêjine wî, lê Îsa xwe veşart û ji paristgehê derket.

Спартьн

Raste-rast “li gora bedenê”.
Vira derheqa dardakirina ser stûnê tê gotinê.
Raste-rast “mirinê tem neke”.