Li gora Yûhenna 4:1-54

  • Îsa û kulfeta Samerî (1-38)

    • “Bi ruh û rastiyê” Xwedê bihebînin (23, 24)

  • Gelek Samerî baweriya xwe Îsa tînin (39-42)

  • Îsa kurê berdestiyê padşa qenc dike (43-54)

4  Fêrisiya bihîstin ku Îsa ji Yûhenna zêdetir meriva dike şagirt û dinixumîne,*  lê şagirtên wî dinixumandin, ne ku Îsa xwexa.  Gava Îsa derheqa vê yekê pêhesiya, ji Cihûstanê derket û dîsa çû Celîlê.  Lê gerekê ew Sameryayêra derbaz bûya.  Ew hate bajarekî Sameryayê navê kîjanî Sîhar bû, nêzîkî wî erdî kîjan ku Aqûb dabû kurê xwe Ûsiv.  Bîra Aqûb wêderê bû. Îsa ber vê bîrê rûnişt, çimkî ew ji rêwîtiyê westiyayî bû. Nîvro nêzîkî siheta donzdeha* bû.  Kulfeteke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa wêra got: “Avekê bide ez vexwim”.  (Şagirtên wî çûbûn bajêr ku xwarinê bikirin.)  Hingê kulfeta Samerî wîra got: “Ne tu Cihû yî, lê ez kulfeteke Samerî me? Tu çawa avê ji min dixwazî?” (Çimkî Cihû Sameryara xeber nadin.) 10  Îsa caba wê da û got: “Hergê te bizanibûya ku Xwedê çi bêheq dide te, û kî ye kesê ku tera dibêje ‘Avekê bide ez vexwim’, teyê ji wî reca kira û ewî wê ava jîyînê bida te”. 11  Kulfetê wîra got: “Ezxulam, tiştekî te jî tune ku avê pê bikişînî, û bîr jî kûr e. Îja tuyê vê ava jîyînê ji ku bînî? 12  Çima tu ji bavê me Aqûb mezintir î, yê ku ev bîr daye me û ji vê bîrê, zarên wî, pez û dewarên wî vexwarine?” 13  Îsa caba wê da: “Her kesê ku ji vê avê vexwe, ewê dîsa tî be. 14  Lê kî ku ji wê avê vexwe ya ku ezê bidimê, wê tu car tî nebe. Ew av wê nav wîda bibe kanîke ku jîyîna heta-hetayê dide”. 15  Kulfetê wîra got: “Ezxulam, wê avê bide min, wekî ez îda tî nebim û neyême vira ku avê bikişînim”. 16  Ewî jêra got: “Here, gazî mêrê xwe bike û paşda werê”. 17  Kulfetê wîra got: “Mêrê min tune ye”. Îsa jî got: “Te rast got ku mêrê te tune ye. 18  Çimkî pênc mêrên te hebûn, û ewê ku niha tevî te ye, mêrê te nîne. Ev yek te rast got”. 19  Kulfetê wîra got: “Ezxulam, ez divînim ku tu pêxember î. 20  Kal-bavên me ser vî çiyayî Xwedê hebandine, lê hûn dibêjin ciyê hebandinê gerekê li Orşelîmê be”. 21  Îsa jêra got: “Min bawer bike, wext wê bê ku hûnê ne ser vî çiyayî, û ne jî li Orşelîmê Bav bihebînin. 22  Hûn bê zanebûn dihebînin, lê em ser hîmê zanebûnê dihebînin, çimkî xilazbûn ji Cihûya destpêdibe. 23  Lê belê, ew wext tê û îda hatiye jî ku xizmetkarên rast bi ruh û rastiyê Bav bihebînin. Çimkî Bav xizmetkarên usa digere. 24  Xwedê Ruh e, û yên ku wî dihebînin, gerekê bi ruh û rastiyê wî bihebînin”. 25  Kulfetê got: “Ez zanim ku yê Bijartî, kîjan ku wîra Mesîh tê gotinê, gerekê bê. Gava ew bê, ewê mera her tiştî eşkere ke”. 26  Îsa jêra got: “Ew ez im, ku tera xeber didim”. 27  Hema hingê şagirtên wî hatin. Ewana ecêbmayî man ku Îsa kulfetêra xeber dide, lê hemikî tu kesî negot: “Tu çi dixwazî?” yan “Çima tu wêra xeber didî?” 28  Hingê kulfetê cêrê xweyî avê hîşt, çû bajêr û merivara got: 29  “Werên wî merivî bivînin, yê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn, minra got. Dibeke ew e Mesîh?” 30  Ewana jî ji bajêr derketin û dihatine bal wî. 31  Wê demê, şagirta lavaya Îsa kirin: “Dersdar, tiştekî bixwe”. 32  Lê ewî wanra got: “Xwarineke min heye, ku hûn nizanin”. 33  Hingê şagirta ji hevdu pirsîn: “Gelo kesekî wîra xwarin aniye?” 34  Îsa wanra got: “Xwarina min ew e, wekî qirara wî bînim sêrî û şixulê wî temam kim, yê ku ez şandime. 35  Hûn xwexa nabêjin ku heta dirûnê çar meh heye? Lê ez wera dibêjim: Serê xwe bilind kin û li zeviya binihêrin, ku ew zer bûne û bona dirûnê hazir in. 36  Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna heta-hetayê ber top dike, lema yê ku diçîne û yê ku didirû, herd jî hevra şa dibin. 37  Belê, ev gotin rast e: ‘Yek diçîne û yekî din didirû’. 38  Min hûn şandin, wekî tiştên ku we neçandine bidirûn. Kesên din çandine, lê hûn ji keda wan karê distînin”. 39  Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, baweriya xwe wî anîn, ji bo şedetiya vê kulfetê, ku digot: “Hemû tiştên ku min kiribûn, ewî minra gotin”. 40  Û çaxê Samerî hatin bal wî, wana ji wî reca kir ku ew bal wan bimîne, û ew jî du roja wêderê ma. 41  Axiriyêda, bona xeberdana wî gelek merivên din jî baweriya xwe wî anîn, 42  û wana kulfetêra got: “Em îda ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev meriv bi rastî jî xilazkarê dinyayê ye”. 43  Pey van her du rojara, Îsa ji wêderê çû Celîlê. 44  Ewî xwexa got ku qedirê pêxember cî-miskenê wîda tune. 45  Gava ew gihîşte Celîlê, Celîliya ew qebûl kir, çimkî wedê cejinê ewana jî li Orşelîmê bûn û wana hemû tiştên ku Îsa wêderê kiribûn, dîtin. 46  Paşê Îsa dîsa hate Qanaya Celîlê, li ciyê ku ewî av kiribû şerav. Li Kepernahûmê berdestîkî padşa hebû, kurê kîjanî nexweş bû. 47  Gava ev meriv pêhesiya ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîlê, ew çû bal wî û jê reca kir ku ew bê û kurê wî, yê ku ber mirinê bû, qenc ke. 48  Lê Îsa wîra got: “Heta ku hûn nîşan û keremeta nevînin, hûnê tu car bawer nekin”. 49  Berdestiyê padşa jêra got: “Xudan, hê zara min nemiriye tevî min werê”. 50  Îsa wîra got: “Here malê, kurê te qenc bûye”. Vî merivî baweriya xwe gotinên Îsa anî û çû. 51  Ew hê rêda bû, xulamên wî hatin û gotin wekî kurê wî qenc bûye. 52  Ewî ji wan pirsî hela kîjan sihetêda ew berbi pakbûnê çû. Wana jî got: “Duhu, nîvro nêzîkî siheta yekê* germa wî danî”. 53  Hingê bavê kurik fem kir, ku ew hema vê sihetêda bû, gava Îsa wîra gotibû: “Kurê te qenc bûye”. Ewî û temamiya mala wî Îsa bawer kirin. 54  Eva keremeta Îsaye duda bû, gava ew ji Cihûstanê hate Celîlê.

Спартьн

Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Raste-rast “nêzîkî siheta şeşa bû”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “siheta hefta”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.