Li gora Yûhenna 1:1-51

  • Xeber bû meriv (1-18)

  • Şedetiya ku Yûhennayê Nixumdar dabû (19-28)

  • Îsa, Berxê Xwedê (29-34)

  • Şagirtên Îsa yên pêşin (35-42)

  • Fîlîpo û Natanyêl (43-51)

1  Destpêkêda Xeber* hebû. Xeber tevî Xwedê bû û Xeber mîna Xwedê bû.*  Ew destpêkêda tevî Xwedê bû.  Her tişt bi wî çêbû, û tu tişt bêyî wî çênebû.  Bi wî jîyîn çêbû, û jîyîn bona meriva ronayî bû.  Ronayî teriyêda şewq dide, lê teriyê ew zeft nekiriye.  Merivek hat, yê ku aliyê Xwedêda hatibû şandinê. Navê wî Yûhenna bû.  Ev meriv ça şede hat, wekî bona ronayê şedetiyê bide, seva ku hemû cûre meriv pê wî bawer bikin.  Ew xwexa ew ronayî nîbû, lê ewî gerekê şedetî bida bona wê ronayê.  Ev ronaya rast, ya ku hemû cûre merivara ronayê dide, gerekê zûtirekê bihata dinyayê. 10  Ew dinyayêda bû, û dinya bi saya wî çêbû, lê belê dinyayê ew nas nekir. 11  Ew hate bal cimeta xwe, lê wana ew qebûl nekir. 12  Lê hemûyên ku ew qebûl kirin, ewî îzin da wan wekî bibine zarên Xwedê, çimkî wana baweriya xwe wî anî.* 13  Û ewana hatine bûyînê ne ji bende,* ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina meriva, lê ji Xwedê. 14  Xeber bû meriv* û nav meda jît. Me rûmeta wî dît, rûmeta ku kurê tayê tenê ji bav standiye, û ewî timê rastî digot û Xwedê ji wî razî bû.* 15  (Yûhenna derheqa wî şedetî dida û bi dengekî bilind digot: “Ser vî kesî min gotibû: ‘Yê ku pey minra tê, ji min mezintir bûye, çimkî ew hê pêşiya min hebû’”.) 16  Me hemûya qenciya mezin têr-tije ji wî standiye, çimkî ew bi qenciya mezin tije ye. 17  Xwedê bi destê Mûsa Qanûn daye, lê qenciya mezin û rastî, bi destê Îsa Mesîh daye. 18  Tu merivî tu car Xwedê nedîtiye, lê tayê tenê ku xwedêk e û kêleka Bavê ye,* ewî Ew mera eyan kiriye. 19  Ev e şedetiya Yûhenna, çaxê Cihûya ji Orşelîmê kahîn û Lêwî şandin bal wî, seva ku ji wî bipirsin: “Tu kî yî?” 20  Ew ji pirsa wan nereviya û eşkere got: “Ez Mesîh nînim”. 21  Wana jê pirsî: “Lê tu kî yî? Tu Êlyas î?” Ewî got: “Na”. Wana pirsî: “Tu ew Pêxember î, yê ku gerekê bihata?” Ewî got: “Na!” 22  Hingê wana ji wî pirsî: “Tu kî yî? De mera bêje, wekî em caba wan bidin, yên ku em şandine. Tuyê derheqa xwe çi mera bêjî?” 23  Ewî got: “Ew ez im, yê ku beriyêda bi dengekî bilind dike gazî: ‘Riya Yehowa rast kin’, çawa ku Îşaya pêxember gotiye”. 24  Ew meriv aliyê Fêrisiyada hatibûn şandinê. 25  Wana ji wî pirsî: “Hergê tu Mesîh nînî, ne Êlyas û ne jî Pêxember î, îja tu çira dinixumînî?”* 26  Yûhenna caba wan da: “Ez avêda dinixumînim. Lê nav weda yek heye, ku hûn wî nas nakin, 27  ew pey min tê, û ez ne jî hêja me çarixên wî bêxim”.* 28  Ev tişt aliyê dine Çemê Ûrdunê, li Beytanyayê, wî ciyê ku Yûhenna dinixumand, qewimîn. 29  Roja din, ewî dît ku Îsa nêzîkî wî dibe, û got: “Va ye, Berxê Xwedê, yê ku gunê dinyayê hildide! 30  Ew e, yê ku min ser wî gotibû: ‘Pey minra merivek tê, yê ku ji min mezintir bûye, çimkî ew hê pêşiya min hebû’. 31  Hela hê min jî ew nas nedikir, lê ez hatim ku avêda binixumînim, wekî ew Îsraêlêda bê eyankirinê”. 32  Yûhenna usa jî şedetî da: “Min dît ku ruhê Xwedê mîna kevotkekê ji ezmên dakete ser wî û ser wî ma. 33  Hela hê min jî ew nas nedikir, lê Ewê ku ez şandime, wekî avêda binixumînim, minra got: ‘Ser kê tu bivînî ku ruh dadikeve û ser dimîne, ew e yê ku bi ruhê pîroz dinixumîne’. 34  Min jî ev yek dît, û min şedetî da wekî Kurê Xwedê ew e”. 35  Roja din, Yûhenna dîsa wêderê sekinî bû û du şagirtên wî jî tevî wî bûn, 36  û gava ewî dît ku Îsa derbaz dibe, got: “Va ye Berxê Xwedê!” 37  Çaxê wan du şagirta ev gotinên wî bihîstin, pey Îsa çûn. 38  Îsa zivirî, dît ku ewana pey wî tên û wanra got: “Hûn çi digerin?” Wana wîra got: “Rebî, tu şev kîderê dimînî?” (xebera “Rebî” tê hesabê “Dersdar”.) 39  Ewî wanra got: “Werên, û hûnê bivînin”. Nîvro nêzîkî siheta çara* bû. Ewana jî tevî wî çûn û dîtin ku ew şev kîderê dimîne. Wê rojê ewana cem wî man. 40  Endrawis, birê Şimhûn Petrûs, yek ji wan herda bû, yên ku gotinên Yûhenna bihîstin û pey Îsa çûn. 41  Ewî pêşiyê birê xwe Şimhûn dît û wîra got: “Me Mesîh dîtiye” (“Mesîh” tê hesabê “Yê Bijartî”), 42  û ewî ew bire cem Îsa. Gava Îsa li wî nihêrî, got: “Tu Şimhûn î, kurê Yûhenna; navê te wê Kîfas be” (çi ku tê welgerandinê “Petrûs”). 43  Roja din, Îsa dixwest here Celîlê. Ewî Fîlîpo dît û wîra got: “Pey min were”. 44  Fîlîpo ji Beytsaydayê, ji bajarê Endrawis û Petrûs bû. 45  Fîlîpo Natanyêl dît û wîra got: “Me ew kes dît, derheqa kîjanî Qanûna Mûsada û nivîsarên Pêxemberada nivîsar bû: Îsayê kurê Ûsiv ji Nisretê”. 46  Lê Natanyêl got: “Qe tiştekî qenc dikare ji Nisretê derkeve?” Fîlîpo jî got: “Were û pê çevê xwe bivîne”. 47  Îsa dît ku Natanyêl berbi wî tê û ser wî got: “Va ye, Îsraêlîkî rast, nava kîjanêda mixenetî tune ye”. 48  Natanyêl ji wî pirsî: “Tu ji ku min nas dikî?” Îsa jêra got: “Pêşiya ku Fîlîpo gazî te kira, min tu bin dara hêjîrêda dîtî”. 49  Natanyêl got: “Dersdar,* tu Kurê Xwedê yî, tu Padşê Îsraêlê yî”. 50  Îsa jî caba wî da: “Min tera got, ku min tu bin dara hêjîrêda dîtî, lema tu vê yekê bawer dikî?” 51  Paşê Îsa got: “Ez rast wera dibêjim, hûnê ezmanê vekirî û melekên Xwedê bivînin, yên ku têne xwarê bal Kurê însên û diçin jor”.

Спартьн

Vî serîda “Xeber” ew sernavekî Îsa ye.
Dêmek Xeber mîna Xwedê bû, çimkî ew gelek qewat û serwaxt bû. Raste-rast “Xeber xwedêk bû”.
Raste-rast “baweriya xwe navê wî anî”.
Raste-rast “ne ji xûnê”.
Raste-rast “beden”.
Yan “ew bi rastî û qenciya Xwedêye mezin tije bû”.
Yan “ber sîngê Bav e”. Eva tê hesabê ku cîkî mexsûs digire.
Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Raste-rast “benên çarixên wî vekim”.
Raste-rast “nêzîkî siheta deha”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “Rebî”.