Li gora Yûhenna 15:1-27

  • Mesele derheqa kola tiriyêye rast (1-10)

  • Temî ku mîna Mesîh hez bikin (11-17)

    • “Tu hezkirin ser wê hezkirinêra tune” (13)

  • Dinya şagirtên Îsa nefret dike (18-27)

15  Ez im kola tiriyêye rast, û Bavê min rezvan e.  Her çiqileke mine ku ber nade, ew dibire, lê her çiqileke ku ber dide, ew paqij dike, wekî hê zêde ber bide.  Hûn îda paqij in bi saya wan giliya, ku min wera gotine.  Tevî min yektiyêda bimînin, û ezê jî tevî we yektiyêda bimînim. Çawa ku çiqil nikare ber bide hergê kolêva nîne, hûn jî nikarin ber bidin hergê tevî min yektiyêda nîbin.  Kol ez im, hûn jî çiqil in. Yê ku tevî min yektiyêda dimîne û ez jî tevî wî yektiyêda dimînim, ew gelek ber dide, çimkî bêyî min hûn nikarin tiştekî bikin.  Hergê kesek tevî min yektiyêda namîne, ewê mîna çiqilekî bê avîtinê û hişk be. Û meriv wan çiqila top dikin, davêjine nava agir û dişewitînin.  Hergê hûn tevî min yektiyêda bimînin, û gotinên min dilê weda bimînin, hûn çi bixwazin jî wê wera bê dayînê.  Bi vê yekê Bavê min tê rûmetkirinê, ku hûn hê zêde ber didin û îzbat dikin wekî hûn şagirtên min in.  Çawa ku Bav min hez dike, ez jî we hez dikim. Hezkirina minda bimînin. 10  Hergê hûn temiyên min bînin sêrî, hûnê hezkirina minda bimînin, çawa ku min temiyên Bav anîne sêrî û ez hezkirina wîda dimînim. 11  Min ev hemû tişt wera gotin, seva ku şabûna min nav weda be û şabûna we tije be. 12  Temiya min ev e: Çawa ku min hûn hez kirin, hûn jî usa hevdu hez bikin. 13  Tu hezkirin ser wê hezkirinêra tune, ku kesek emirê xwe bona dostên xwe bide. 14  Hûn dostên min in, hergê vê yekê dikin, çi ku ez temî didime we. 15  Îda ez wera nabêjim xulam, çimkî xulam nizane axayê wî çi dike. Lê ez wera dibêjim dostên min, çimkî her tiştê ku min ji Bavê xwe bihîstiye, min wera gotiye. 16  Ne ku we ez bijartime, lê min hûn bijartine, wekî hûn herin û berdewam kin ber bidin, berê ku wê bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin, ewê bide we. 17  Ez wan tişta temî didime we, wekî hûn hevdu hez bikin. 18  Hergê dinya we nefret dike, bizanibin ku pêşiyê evê ez nefret kirime. 19  Hergê hûn para vê dinyayê bûna, dinyayê hûn hez kirana. Û çimkî hûn para vê dinyayê nînin, lê min hûn ji vê dinyayê bijartine, lema jî dinya we nefret dike. 20  Giliyên ku min wera got, bînin bîra xwe: Xulam ji axayê xwe mezintir nîne. Hergê ewana pey min dikevin, wê pey we jî kevin. Hergê ewana giliyên min tînin sêrî, wê giliyên we jî bînin sêrî. 21  Lê ewana wê ji bo navê min van hemû tişta bînin serê we, çimkî Wî nas nakin, yê ku ez şandime. 22  Hergê ez nehatama û min wanra negota, gunê wan wê tune bûya. Lê niha ewana bona gunê xwe nikarin xwe heq derxin. 23  Kesê ku min nefret dike, ew Bavê min jî nefret dike. 24  Hergê min nav wanda nekirana ew kirên ku tu kesî nekirine, gunê wan wê tune bûya. Lê niha wana ez dîtime, û ewana him min, him jî Bavê min nefret dikin. 25  Lê ev yek qewimî, wekî giliyên ku Qanûna wanda hatine nivîsarê, bêne sêrî: ‘Wana bê sebeb ez nefret kirim’. 26  Gava ev alîkar bê, kîjanî ezê ji Bav wera bişînim, dêmek ruhê rastiyê ku ji Bavê ye, ewê bona min şedetiyê bide. 27  Û gerekê hûn jî bona min şedetiyê bidin, çimkî serê sêrîda hûn tevî min bûn.

Спартьн