Li gora Yûhenna 5:1-47

  • Beythastayêda merivekî nexweş tê qenckirinê (1-18)

  • Qewata ku Îsa ji Bavê xwe standiye (19-24)

  • Yên mirî wê dengê Îsa bibihên (25-30)

  • Şedetî derheqa Îsa (31-47)

5  Paşî vê yekê Îsa çû Orşelîmê ser cejineke Cihûya.  Li Orşelîmê ber Dergehê Pêz hewzekî bi pênc sivderên pê stûna heye, navê kîjanî bi Îbranî Beythasta ye.  Wêderê gelek kesên nexweş, kor, seqet û şilûşet veleziyayî bûn. 4 * ——  Û wêderê merivek hebû, yê ku 38 sala nexweş bû.  Îsa ev meriv paldayî dît, û zanibû ku îda gelek wext e ew nexweş e, jê pirsî: “Tu dixwazî qenc bî?”  Merivê nexweş wîra got: “Ezxulam, gava av hev dikeve, kesekî min tune ku min bike hewz. Û heta ez digihîjime avê, kesekî din pêşiya min dikevê”.  Îsa wîra got: “Rabe, nivîna xwe hilde û bigere”.  Û ew mêrik derbêra qenc bû, nivîna xwe hilda û destpêkir rê here. Ev roja Şemiyê* bû. 10  Lema Cihûya wî merivê qencbûyîra gotin: “Îro roja Şemiyê ye, îzin tune ku tu nivîna xwe bivî”. 11  Lê ewî wanra got: “Merivê ku ez qenc kirim minra got: ‘Nivîna xwe hilde û bigere”. 12  Wana jî jê pirsî: “Ev meriv kî ye ku tera got: ‘Nivîna xwe hilde û bigere’?” 13  Lê ew merivê qencbûyî nizanibû ku ew kî bû, çimkî Îsa nav elaletêda unda bibû. 14  Paşê Îsa ew mêrik paristgehêda dît û jêra got: “Binihêre, tu qenc bûyî. Îda guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te”. 15  Ew mêrik çû û Cihûyara got, wekî yê ku ew qenc kir, Îsa bû. 16  Lema jî Cihû pey Îsa diketin, çimkî ewî roja Şemiyê ew tişt dikirin. 17  Lê Îsa wanra got: “Bavê min heta niha şixul dike û ez jî şixul dikim”. 18  Bona vê yekê, Cihûya hê zêde dixwestin wî bikujin, çimkî bi nihêrandina wan ewî ne tenê qanûna roja Şemiyê diteriband, lê usa jî Xwedê ça Bavê xwe nav dikir, û bi vê yekê xwe dikire weke Xwedê. 19  Lema Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, Kur nikare ji ber xwe tiştekî bike, tenê çi ku ew divîne Bav dike, vê yekê dike. Bav çi dike Kur jî usa dike. 20  Çimkî Bav Kur hez dike, û her tiştê ku xwexa dike, nîşanî wî dike. Û ewê hê tiştên mezin nîşanî wî bike, wekî hûn ecêbmayî bimînin. 21  Çawa ku Bav, miriya ji mirinê radike, Kur jî kesên ku ew dixwaze, ji mirinê radike. 22  Bav dîwana tu kesî nake, lê hemû hukumê dîwankirinê daye destê Kur, 23  wekî hemû kes hurmetê bidin Kur, çawa ku ewana hurmetê didine Bav. Kesê ku hurmetê nade Kur, ew hurmetê nade Bavê jî ku ew şandiye. 24  Ez rast wera dibêjim, kesê ku guh dide gotinên min û yê ku ez şandime bawer dike, ewê jîyîna heta-hetayê bistîne û neyê dîwankirinê. Ewê ji mirinê derbazî jîyînê be. 25  Ez rast wera dibêjim, wext tê û îda hatiye jî, ku yên mirî dengê Kurê Xwedê bibihên, û kesên ku guh didin wê bijîn. 26  Çimkî qewata Bav heye, ku jîyînê bide, û ewî qewat daye Kur, wekî ew jî jîyînê bide. 27  Bav hukum daye destê Kur, wekî dîwanê bike, çimkî ew Kurê însên e. 28  Ser vê yekê ecêbmayî nemînin, çimkî ew wext nêzîk dibe, ku hemûyên mezelada wê dengê wî bibihên 29  û ji mirinê rabin. Yên ku qencî kirine wê bona jîyînê rabin, lê yên ku xirabî kirine wê bona dîwankirinê rabin. 30  Ez nikarim tiştekî ji ber xwe bikim. Ez ji Bav çi dibihêm, li gora vê yekê dîwanê dikim. Û dîwana min heq e, çimkî ez ne ku li gora xwestina xwe, lê li gora xwestina yê ku ez şandime, dikim. 31  Hergê ez xwexa derheqa xwe şedetiyê bidim, şedetiya min nerast e. 32  Kesekî din heye, ku derheqa min şedetiyê dide, û ez zanim ku şedetiya wî rast e. 33  We meriv şandin bal Yûhenna, û ewî derheqa min şedetiya rast da. 34  Lê ez hewcê şedetiya meriva nînim, ez van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin. 35  Yûhenna mîna çirakê bû, ku dişixulî û ronayî dida, lê xwestina we dirêj nekişand, wekî bi ronaya wî şa bin. 36  Lê şedetiya min heye, kîjan ku ji şedetiya Yûhenna ku bona min da, mezintir e, çimkî şixulên ku Bavê min dane min, wekî ez bînim sêrî, şedetiyê didin ku Bav ez şandime. 37  Û Bavê ku ez şandime, xwexa bona min şedetî daye. Lê we tu cara ne dengê wî bihîstiye û ne jî rûyê wî dîtiye, 38  û xebera wî dilê weda namîne, çimkî hûn baweriya xwe wî naynin, yê ku ewî şandiye. 39  Hûn Nivîsarên Pîroz lêkolîn dikin, çimkî hûn difikirin ku hûnê bi vê yekê jîyîna heta-hetayê bistînin, û hema ev Nivîsar xwexa bona min şedetiyê didin. 40  Lê dîsa jî hûn naxwazin bêne bal min, wekî jîyînê bistînin. 41  Ez naxwazim meriv rûmetê bidine min, 42  lê ez rind zanim ku hezkirina Xwedê dilê weda tune ye. 43  Ez bi navê Bavê xwe hatim, lê hûn min qebûl nakin. Lê hergê yekî din bi navê xwe bihata, weyê ew qebûl kira. 44  Hergê hûn rûmetê didine hevdu, lê rûmeta ku ji Xwedayê tek e, nagerin, îda hûnê çawa min bawer bikin? 45  Nefikirin ku ezê we ber Bav sûcdar kim. Yê ku we sûcdar dike, Mûsa ye, ew e yê ku we gumana xwe daniye ser wî. 46  Bi rastî hergê we Mûsa bawer kira, weyê min jî bawer kira, çimkî ewî derheqa min nivîsî. 47  Lê hergê hûn nivîsarên wî bawer nakin, hûnê çawa gotinên min bawer kin?”

Спартьн

Rêza 4 hine destnivîsarên herî kevine Yûnanîda tune. Lê hine destnivîsarada ev rêz heye.
Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.