Li gora Yûhenna 13:1-38

  • Îsa nigên şagirtên xwe dişo (1-20)

  • Îsa eşkere dike ku Cihûda nemam e (21-30)

  • Temiya teze (31-35)

    • “Hergê nav weda hezkirin hebe” (35)

  • Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar ke (36-38)

13  Pêşiya Cejina Derbazbûnê, Îsa îda zanibû ku siheta wî hatiye, wekî ew vê dinyayê bihêle û here bal Bav. Îsa şagirtên xwe, yên ku vê dinyayêda bûn, hez kir, û heta xilaziyê hez kir.  Wextê şîvê bû, û Mîrê-cina îda kiribû dilê Cihûdayê Îsxeryotî, kurê Şimhûn, wekî nemamiya Îsa bike.  Îsa, ku zanibû Bav her tişt daye destê wî, û ku ew ji Xwedê hatiye û diçe cem Xwedê,  ji ser şîvê rabû, çuxê xwe da alîkî, pêşgîrek hilda li pişta xwe girêda.  Paşê ewî av kire teştê û destpêkir nigên şagirtên xwe bişo, û pê pêşgîra ku pişta wîva girêdayî bû, ziha kir.  Gava dora Şimhûn Petrûs hat, ewî Îsara got: “Xudan, tê nigên min bişoyî?”  Îsa wîra got: “Ez çi dikim tu niha fem nakî, lê paşê tê fem kî”.  Petrûs jêra got: “Tuyê tu car nigên min neşoyî!” Îsa jî jêra got: “Hergê ez nigên te neşom, tuyê nikaribî tevî min bî”.*  Hingê Şimhûn Petrûs got: “Xudan, hergê usa ne, ne tenê nigên min, lê dest û serê min jî bişo”. 10  Îsa wîra got: “Ewê ku hatiye şûştinê, pêştirî niga ne hewce ye ku ew bê şûştinê, çimkî ew bi temamî paqij e. Hûn paqij in, lê ne hemû”. 11  Çimkî ewî zanibû kî wê nemamiya wî bike. Lema jî ewî got: “Ji we ne hemû paqij in”. 12  Gava ewî nigên wan şûştin, çuxê xwe li xwe kir, dîsa ber sifrê rûnişt û wanra got: “Hûn fem dikin ku min bona we çi kir? 13  Hûn minra ‘Dersdar’ û ‘Xudan’ dibêjin, û hûn rast in, hema usa jî heye. 14  Ez wekî Xudan û Dersdar im, û min nigên we şûşt, gerekê hûn jî nigên hevdu bişon. 15  Min mesele wera hîşt, wekî çi ku min bona we kir, hûn jî hema usa bikin. 16  Ez rast wera dibêjim, xulam ji axayê xwe mezintir nîne, û ne jî yê şandî ji yê ku ew şandiye, mezintir e. 17  Hergê hûn van tişta zanin, hûnê bextewar bin gava wan tişta bikin. 18  Ez derheqa we hemûya nabêjim. Ez zanim min kîjan bijartine. Lê ev yek qewimî, wekî ev nivîsar bê sêrî: ‘Yê ku nanê min dixwar, bû dijminê min’.* 19  Nihada, pêşiya ku ew yek biqewime ez wera dibêjim, wekî gava ew yek biqewime, hûn bawer kin ku ew ez im. 20  Ez rast wera dibêjim, ewê ku wî qebûl ke kîjanî ku ez dişînim, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, ew Wî jî qebûl dike yê ku ez şandime”. 21  Paşî van giliya, bîna Îsa teng bû û ewî eşkere got: “Ez rast wera dibêjim, yek ji we wê nemamiya min bike”. 22  Şagirta jî şaşmayî li hev dinihêrîn, gelo ew derheqa kê dibêje. 23  Yek ji şagirta, yê ku Îsa lê hez dikir, kêleka* Îsa ber sifrê rûniştî bû. 24  Hingê Şimhûn Petrûs nîşan dayê û jêra got: “Mera bêje ew derheqa kê dibêje”. 25  Ewî jî xwe da ber sîngê Îsa û jê pirsî: “Xudan, ew kî ye?” 26  Îsa cab da û got: “Ez periyê nan tasêda kim û bidime kê, ew e”. Û paşê gava ewî nan tasêda kir, da Cihûdayê kurê Şimhûnê Îsxeryotî. 27  Çaxê Cihûda periyê nan hilda, hingê Şeytan kete nava wî. Îsa wîra got: “Çi tu dikî, zû bike”. 28  Lê yên ku ber sifrê rûniştî bûn, tu kesî fem nekir, ku ewî çima wîra usa got. 29  Qutiya pera cem Cihûda bû, lema hineka tirê ku Îsa wîra got: “Tiştên ku bona cejinê mera lazim in, bikire”, yan jî ewî gerekê tiştek bida kesîba. 30  Ewî ça periyê nan hilda, derbêra derkete derva. Îda şev bû. 31  Gava ew derkete derva, Îsa got: “Niha Kurê însên tê rûmetkirinê û Xwedê pê wî tê rûmetkirinê. 32  Xwedê xwexa wê wî rûmet ke, û wê derbêra wî rûmet ke. 33  Dostên* min, ez gelek wext tevî we namînim. Hûnê min bigerin, û çawa min Cihûyara got, ez wera jî dibêjim, ‘Hûn nikarin bêne ciyê ku ez diçimê’. 34  Ez temîke teze didime we: Hevdu hez bikin. Çawa ku min hûn hez kirine, hûn jî usa hevdu hez bikin. 35  Bi vê yekê gişk wê bizanibin ku hûn şagirtên min in, hergê nav weda hezkirin hebe”. 36  Şimhûn Petrûs ji wî pirsî: “Xudan, tu diçî ku?” Îsa cab da: “Ciyê ku ez diçimê, niha tu nikarî pey min bêyî, lê tuyê paşê bêyî”. 37  Petrûs jêra got: “Xudan, çima ez niha nikarim pey te bêm? Ezê bona te emirê xwe jî bidim”. 38  Îsa jî wîra got: “Tuyê emirê xwe bona min bidî? Ez rast tera dibêjim, hê dîk bang nede, tuyê sê cara min înkar kî”.

Спартьн

Yan “para te wê tevî min tune be”.
Raste-rast “peniya xwe miqabilî min bilind kiriye”.
Raste-rast “ber sîngê”.
Raste-rast “zarên biçûk”.