Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sihet-Qewata Êmosiyalî

Sihet-Qewata Êmosiyalî

Kitêba Pîroz me şîret dike, wekî em miqatî xwe bin, seva êmosiyên ziyandar bal me pêşda neyên, dewsê êmosiyên kêrhatî nav xweda pêşda bînin.

HÊRS

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Merivê xweyîsebir ji mêrxas çêtir e” (Metelok 16:32).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Em karê distînin, gava qewatê didine xebatê, ku êmosiyên xwe kontrol kin. Carna tiştên usa diqewimin, ku her kes dikare hêrs keve. Lê hergê vê demê xwe kontrol nekin, emê zirarê kevin. Lêkolînkarên îroyîn eyan kirine, wekî çaxê meriv hêrs dikeve, gelek car tiştên usa dibêje yan jî dike, seva çi jî paşê poşman dibe.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ: Heta ku hêrsê li ser te kontrol nekiriye, tu ser wê kontrol ke. Hine meriv difikirin wekî merivê hêrs zor e, lê bi rastî hêrsbûn nîşana sistbûnê ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Merivê ku nefsa xwe nikare, ew mîna bajarekî xirabeyî bêsûr e” (Metelok 25:28). Alîkariya mezin ev e, wekî pêşiya ku hêrs kevin û tiştekî bêjin yan bikin, wê baş be fem bikin ku bi rastî çira ev yek qewimî. “Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe û rûspîtîya wî qusûr-nenihêrandin e” (Metelok 19:11). Em bi aqilayî dikin, gava guh didine du aliya û dixebitin ku wana fem bikin. Mêtoda usa dikare derecê zelal ke û wê mera hêsa be xwe kontrol kin.

ŞÊKIRDAR BIN

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Şêkirdar bin” (Kolosî 3:15).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Bi rastî bêjin, tenê merivê spasdar dikare bextewar be. Vê yekêra ew meriv jî qayîl in, yên ku ji bo qeziyê merivên xweyî nêzîk yan tiştekî qîmet unda kirine. Ewana dibêjin, wekî gava dîna xwe didine vê yekê çi ku cem wana niha heye, û nafikirin derheqa tiştên undakirî, ev alî wan dike şêkirdar bin.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ: Her roj bifikire yan jî xwera binivîse wan hemû tişta, seva kîjana ku tu şêkirdarî. Eseyî nîne, wekî ev tişt mezin bin. Bifikire ser tiştên biçûk jî, mesele çawa ro diçe ava, xeberdana tevî merivê hizkirî, çi ku lezetê dide te, yan jî şa be ku mecalek tera hatiye dayînê dîsa rojekê bijîyî û ronayê bivînî. Hergê tu ser wan tiştên pozîtîv bifikirî û razî bî, tê bextewar bî.

Tuyê wî çaxî jî karê bistînî, gava bifikirî, wekî çima tu seva malbet û hevalên xwe razî yî. Çaxê tu zanî, wekî seva çi merivên din qîmet dikî, evê yekê wanara bêje. Tu dikarî hema raste-rast wanara bêjî, yan jî bi nema û enema. Bi saya vê yekê tuyê heleqetiya xwe tevî wan meriva diha baş kî, û bextewar bî, çimkî bextewarî ji dayînê tê (Karên Şandiya 20:35).

PRÎNSÎPÊN DIN JI KITÊBA PÎROZ

Tu dikarî aûdîo-nivîsara Kitêba Pîroz xwera bidî kişandinê li ser wî zimanî, kîjan ku tera dest dide. Ev li ser 40 zimana ser jw.org hene

JI ŞER BIREVE.

“Destpêbûna şêr mîna avberdanê ye, hê şer ku giran nebûye jê dûr keve” (METELOK 17:14).

DERHEQA AXIRIYÊ BERXWE NEKEVE.

“Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rojê besî wê ne” (METTA 6:34).

KÛR BIFIKIRE Û DERBÊRA NEKEVE BIN HUKUMÊ ÊMOSIYÊN XWE.

“Hingê firasetê te xwey ke û aqilê miqatîyê li te bike” (METELOK 2:11).