Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇAWA JI STRÊSÊ DERÊN

Çawa Strêsêda Teyax kin

Çawa Strêsêda Teyax kin

Seva ku bikaribî strêsa xwe hevekî sivik kî, wê baş be bifikirî derheqa sihet-qewata xwe, heleqetiya xwe tevî meriva û nêtên xwe, çimkî ev pirsên ferz in. Di vê gotarêda prînsîpên kêrhatî wê bêne şirovekirinê, kîjan ku dikarin alî te bikin strêsêda teyax kî û gelek berxwe nekevî.

Bona Roja Sibê Xema Nekin

“Bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike” (METTA 6:34).

Ev çi tê hesabê: Xemên herrojî para jîyîna me ne. Lê wê baş be, wekî xemên roja sibê ser yên îroda zêde nekî. Bixebite ku bona roja sibê xema nekî.

  • Ji bo strêsê xêmên meriya zêde dibin. Werên em çend şîreta şêwir kin: Pêşiyê tu gerekê fem bikî, wekî carna meriv nikare xwe bi temamî ji strêsê xwey ke. Hemikî çaxê tu gelek bona tişta berxwe dikevî, usa tu strêsa xwe hê zêde dikî. Ya duda, wê baş be zef berxwe nekevî, çimkî gelek car bona çi jî em berxwe dikevin, ne jî diqewimin.

Nêtên Rast Dayne Pêşiya Xwe

“Serwaxtiya jorin, . . . milûk û berbihêr e” (AQÛB 3:17).

Ev çi tê hesabê: Hindava xweda nihêrandina rast xwey ke. Ji xwe gelek tiştên usa dewa neke, çi ku nikarî bikî û evê yekê ji merivên din jî dewa neke.

  • Milûk û berbihêr be. Nêtên rast dayne pêşiya xwe, û fem bike tu çi dikarî bikî û çi na. Nihêrandina usa hindava merivên dinda jî xwey ke. Çaxê tu usa dikî, strêsa te û yên merivên din kêm dibe û wera hêsa dibe xwe qewî bigirin. Vê derecêda ken jî dikare alî te bike. Çimkî çaxê tu hingê jî dikenî gava hemû tişt paşopê diçe, tu xwe rihet texmîn dikî û medê xwe nakî.

Bizanibe ji bo Çi Tu Dikevî Strêsê

“Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e” (METELOK 17:27).

Ev çi tê hesabê: Fikirên xirab dikarin hişê te hev xin, lema jî bixebite ku vê yekêda fesal bî.

  • Têderxe ji bo çi tu dikevî strêsê û ça vê derecêda tu xwe kifş dikî. Mesele çaxê tu strêsêda nî, dikarî hestên xwe, fikir û rabûn-rûniştina xwe, xwera binivîsî. Usa tê meniya strêsa xwe bizanibî û wê tera hêsa be ji strêsê derêyî. Him jî bifikire ku çiqas dikarî xwe dûr bigire ji wan tişta, çi ku strêsa te zêde dikin. Hergê ev yek çetin e, mêtodên din bigere ku nekevî strêsê. Hergê tu rast wedê xwe û şixulê xwe organîze bikî, hemû tişt wê cem te rind bê standinê.

  • Qewatê bide xebatê, wekî cûrekî din ser tişta binihêrî. Mesele ev tiştên ku te dikine strêsê, bona merivên din dikare tiştekî normal be. Bi rastî, nihêrandina meriyada firqî heye. Ka em sê dereca şêwir kin:

    1. Derbêra bona meriya, xirab nefikire. Mesele bide ber çevê xwe, tu siriyêda sekinî yî û kesek dewsa te siriya te digire. Dibe tu hêrs kevî û bifikirî, wekî ew yekî bê merîfet e. Wê baş be bi cûrekî mayîn ser vê derecê binihêrî, çimkî tu nizanî meniya vê yekê çi ye, û diqewime ewî merivî qesta usa nekiriye.

    2. Her derecekêda tiştekî baş bivîne. Hergê tu gelek wext siriya xweda hîviya doxdir î, wê baş be tiştekî xwera bixûnî, e-neme binivîsî yan jî tiştekî din bikî, ku badîheva wedê xwe xerc nekî û eciz nebî.

    3. Wê baş be hê kûr bifikirî. Pirsê bide xwe: “Gelo, ev problêm wê sibê û heftiya din jî, bona min pirseke mezin be?” Gelek ferz e, wekî tu tiştekî biçûk nekî problêmeke mezin.

Terbet be

“Her tişt bira bi terbet, cî bi cî û maqûlî be” (1 KORINTÎ 14:40).

Ev çi tê hesabê: Jîyîna xweda terbet be.

  • Me xweş tê gava hemû şixulên me bi terbetî ne. Çaxê em şixulê xwe paş dixin, strêsa me zêde dibe, çimkî paşê em îda bi lez destpêdikin hemû tiştî bikin. Û em pêra nagînin hemû şixulên xwe xilaz kin. Ji kerema xwe dîna xwe bidin wan du şîreta:

    1. Bernameke kêrhatî xwera çêke û xwe li vê yekê bigire.

    2. Têderxe çi te egle dike û li ser vê yekê bixebite ku evê derecê rast kî.

Serwaxt be

“Bi aramiyê tijîbûna lepekî, ji duh lepên tijî yên ku bi kedê û ji xebata ku ji bo girtina bayê qenctir e” (WAÎZ 4:6).

Ev çi tê hesabê: Merivê ku hemû wedê xwe ser xebatê xerc dike, nikare ji xebata xwe lezetê bivîne, çimkî wede û qewat ji wî tê standinê.

  • Bira nihêrandina te ser xebatê û pera rast be. Bextewariya te perava girêdayî nîne, û pere nikarin strêsa te kêm kin, çimkî bi rastî hemû tişt dikare paşopê here. Kitêba Waîz 5:12 dibêje: “Lê belê têrbûna dewlemend, wî nahêle ku here û rakeve”. Lema jî wê baş be, perê xwe rast xerc kî.

  • Wede xwera bivîne ku hêsa bî. Çaxê tu wan tiştava mijûl bî, kîjan ku te xweş tên, strêsa te wê hevekî kêm be. Lê hergê tu ber têlêvîziyonê rûdinêyî û usa hêsa dibî, tu ji vê yekê alîkariyê nastînî.

  • Hacetên têknîkî rast bide xebatê. Hema her car nekeve malperên sosyalî, ku nema kesekîra binivîsî yan jî binihêrî hela kî tera nivîsiye. Hergê tu ser xebatê nînî, nelazim e deqê carekê e-namên xwe ku xebata teva girêdayî ne, vekî û binihêrî.

Miqatî Sihet-Qewata Xwe be

“Hîndariya qalib kêrî hindik tiştî tê” (1 TÎMOTÊYO 4:8).

Ev çi tê hesabê: Gava tu her gav sportêva mijûl dibî, tu xwe diha baş texmîn dikî.

  • Xeysetê baş nav xweda pêşda bîne. Sport alîkariyê dide ku medekirî nîbî û zû nekevî strêsê. Xwarina xwe rind û wededa bixwe. Rind hêsa be.

  • Nefikire, ku kişandina cixarê, narkotîk û îçkevexwarin dikarin alî te bikin ji strêsê derêyî. Ji wan tişta xwe dûr bigire, çimkî bi rastî ev strêsa te diha zêde dikin, sihet-qewata te xirab dikin û perê te jî badîheva xerc dibe.

  • Hergê strêsa te zêde dibe û tu nikarî ji vê derêyî, wê baş be herî cem doxdir. Nefikire ku hergê tu alîkariyê ji doxdira bixwazî, ev nîşana sistbûnê ye.

Şixulên Xweda Terbet be

“Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (FÎLÎPÎ 1:10).

Ev çi tê hesabê: Bifikire derheqa tiştên ku seva te diha ferz in.

  • Xwera binivîse her şixulên ku bona te ferz in. Ev yek wê alî te bike fem bikî, wekî li gora grafîka xwe, gerekê kîjan şixula bi lez bikî û kîjana hevekî paş xî.

  • Nava heftiyêda dîna xwe bidê, ku çawa tu wedê xwe xerc dikî û çi dikarî biguhêzî. Bixebite ku wedê xwe kêrhatî bidî xebatê. Hergê vê derecêda tu serwaxtiyê didî kifşê û dîna xwe didî wedê xwe, usa tu xwe ji strêsê xwey dikî.

  • Bernameke usa xwera çêke, wekî wedê te bona hêsabûnê jî bimîne. Hergê tu nava rojêda xwera wede bivînî ku hevekî hêsa bî, ev yek wê qewatê bide te û strêsa te kêm bike.

Alîkariyê Bixwaze.

“Kul-derd dilê mêriv . . . dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike” (METELOK 12:25).

Ev çi tê hesabê: Giliyê dilgerm û hêlanî, dikarin qewatê bidine me.

  • Dilê xwe wî merivîra veke, kîjan ku wê te fem bike. Ev yek dikare alî te bike, ku bi nihêrandineke teze ser dereca xwe binihêrî û safîkirineke baş bivînî. Çaxê tu derdê dilê xwe kesekîra gilî dikî, hingê barê teyî giran hevekî sivik dibe û tu diha baş xwe texmîn dikî.

  • Alîkariyê bixwaze. Hergê şixulê te zef in, tu dikarî ji kesekî alîkariyê bixwazî, yan jî hergê dibe bira kesek dewsa te evî şixulî bike.

  • Hergê ser xebatê ji bo kesekî tu dikevî strêsê, bixebite ku derecê aliyê başda biguhêzî. Mesele, tu dikarî bi merîfetî bêjî wî merivî, ku ji bo wî tu dikevî çi halî (Metelok 17:27). Hergê ev yek alîkariyê nede te, wê baş be xwe nekî hevalê wî.

Bona Hewcên Xweyî Ruhanî Xem Bike

“Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e” (METTA 5:3, DT).

Ev çi tê hesabê: Tenê xwarin, kînc û mal nikarin bi rastî me bextewar kin. Lê em gerekê bona hewcên xweye ruhanî jî xem bikin. Û gava em ev hewcên xwe razî dikin, hingê em bextewar dibin.

  • Dua alîkariya mezin dide. Xwedê me hêlan dike wîra dua bikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Gava em dua dikin û derheqa tiştên baş difikirin, em edilaya dil distînin (Fîlîpî 4:6, 7).

  • Wan tişta bixûne, çi ku dikare te hê nêzîkî Xwedê ke. Prînsîpên ku vê jûrnalêda têne şirowekirinê ji Kitêba Pîroz in, û ev alî me dikin hewcên xweye ruhanî razî kin. Ev yek usa jî “bîlaniyê û femkariyê” pêşda tîne (Metelok 3:21). Nêtê dayne pêşiya xwe, wekî Kitêba Pîroz bixûnî. Tu dikarî xwendinê destpêkî ji kitêba Metelokên Silêman.