Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ça Pera Rast Xerc kin

Ça Pera Rast Xerc kin

Gelek meriv bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz, karibûn problêmên xweye pereva girêdayî kêm kin.

PÊŞDA SAFÎ KE PERA ÇA XERC KÎ

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne” (Metelok 21:5).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Tu gerekê pêşda safî kî ku ça pera xerc kî û xwera bernamê çêkî. Pey vê bernema xwe here. Rind bifikire, bîr neke, wekî tu nikarî hemû tiştên ku dixwazî, bikirî. Lema jî perê xwe bi bîlanî xerc ke.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ:

  • Li gora safîkirina xwe bike. Xwera binvîse hemû tiştên ku dixwazî bikirî, û çiqas pere ser çi xerc kî. Hergê te zef pere tiştekîda xerc kiriye wê baş be yên dinda hevekî xercên xwe kêm kî. Mesele hergê te zef pere xerc kiriye ser bênzînê wê baş be perê bona hêsabûnê kêm kî.

  • Nekeve bin deyna. Çiqas dikarî nekeve bin deyna. Wê baş be hine perê xwe paşxî seva tiştên lazim bikirî. Hergê tu kartên krêdîtê didî xebatê, bixebite ku heta xilaziya mehê deynê xwe dadî, seva ku zêde selefa nedî. Hergê deynê te hene, xwera binivîse çi cûreyî evî deynî dadî, û usa bike ça te nivîsiye.

    Li gora lêkolînekê eyan bû, wekî ewên ku karten krêdîtê didin xebatê bi rastî diha zef pera xerc dikin. Lema jî hergê tu karta krêdîtê didî xebatê, bi bîlanî bide xebatê.

XWE JI NIHÊRANDINA NERAST DÛR BIGIRE

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xweranedîtî wededa erdê ranake, nandirûnêda wê lê bigere, lê peyda neke” (Metelok 20:4).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Tembelî dikare berbi kesîbiyê bive. Xebathiz be, bi bîlanî perê xwe xerc ke, wekî bikaribî qazanc kî wan tişta, çi ku tera lazim in.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ:

  • Bi dil bixebite. Gava tu bi dil û xîret dixebitî, mezinê xebata te wê texmîn ke û xebata te qîmet ke.

  • Dilpak be. Ji meznê xebata xwe pera nedize. Qelpiya te wê navê te xirab ke û axiriyê wê tera çetin be xwera xebatê bivînî.

  • Tima nîbe. Hergê tu dixebitî ku gelek pera çêkî, axiriyê sihet-qewata te wê zirarê keve û heleqetiya te tevî meriya wê xirab be. Bîr neke wekî pere jiyîna meda ciyê ferz nagire.

PRÎNSÎPÊN DIN JI KITÊBA PÎROZ

Bixûne Kitêba Pîroz bi onlaîn, ya ku bi seda zimana ser jw.org heye

WEDÊ XWE Û PERÊ XWE BADÎHEWA XERC NEKE.

“Çimkî yê vexwarî û pirxurî belengaz dibin û kincêd ponijîya dipizinin” (METELOK 23:21).

ZÊDE BERXWE NEKEVE.

“Bona emirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin” (METTA 6:25).

ÇEVNEBARIYÊ NEKE.

“Merivê çevbirçî dike ku dewletî be, lê nizane ku belengazîyê serda bê” (METELOK 28:22).